tenê devlikenî me, devlikenî û bi vê devlikenîya xwe jî pir kesan bi girî ve dikim, wan dikim kelogirî!
Lê...
Dema ez bala xwe didim dîndaran, dîn li ser serê min dibe dar û ew dar gefan li min dixwe mîna şwîrê Demokles.
Bîska din hevalekê li ser whatsapê tiştek ji min pirsî. Got, "Şêx bizor çi ye, ji bo çi tê gotin? Dema ez zarok bûm pir caran dê û dapîra min ev gotin digot..."
Ha meseleya dîn û dîndaran jî ev e.
Şêx bizor!
Ciwamêran qala felsefeyeke însanî û têrxweşbînî dikin, lê dema meriv bi nigê wan lê nexe jî, radibin dibêjin, "Ecûrê min (kîrê min) tahl e, yan hûn ê bixwin yan hûn ê di xwe xin!"
Dixwazim ji vê sîyaset û zîhnîyeta qirêj dûr, tenê bi huner û edebîyatê re mijûl bibim, lê...
Erê, lê ka derfet û taqet?
Û ew jî kulfetekê dixwaze û jixwe ew kulfet jî vê gavê tune ye.
De îja loma...
Ez jî serê xwe bi sîyasetê re diêşînim.
Erê wext û enerjîya min lê dihere, lê belaş û bêpere ye; du analîz, sê tehlîl û teorîyeke komployî...
Merheba sîyaset!
Jixwe Selo bi xwe jî nizane bê ka ji bo çi û di ber çi de di wê qulikê de ye (Erê ez dibêjim nizane lê bawer nakim nizanibe. Hesab û mesab! Teqtîk û maqtîk, stratejî û mitratejî🙂) îja ji bo kurd pîbarê kemalîzmê derkevin, radibe ba kurdan dike.
De karê kurdan jî tune ye ew ê rabin herin ji bo Selo ji qulikê derkeve û kurdên sekuler ên bi jahra kemalîzmê tirkîyeleşmîş bûne, di nav kêf û konforê de bigevizin, dengên xwe bidin Kemalê kemalîst.
La hewle wela
û quzilqurt û nizanim çi qas bela!
Min got,
Heta ku hûn dev ji vê eşqa xwe ya Selo bernedin, kes ê kurdan bi tiştekî nehesibîne.
Îja dev ji feqîr û xizan û nizan û belengazan berdin, ev ên xwende û xwedê giravî zane radibin ji bo populîzma xwe ha ha pesnê Selo didin û Selo li ser serê vê civaka ketî û belengaz dike pêxember.
Jixwe Xweda hebû, tenê pêxember mabû...
SedeqallahulEZ!
Aqil heye, mentiq heye, lê karakter?
Himm!
Jixwe mesele karakter e.
Û heger karakter tune be, tu hemû zanîn û agahîyên googleyê li mejî bar bikî jî, mejî yê neyê bi kêrî tu kesî...
Gotina Dawî
Ne îttahat ne terakkî, bijî serxwebûn û azadî.
Roja yekşemê herin dengê xwe bidin lê li ser pûsûlaya deng "Ne îttahat ne terakkî, bijî serxwebûn û azadî" binivîsînin û têxin wê zerfê...
Bila ew zerf di nav destên wan de biteqe û tirs û xofa dilê wan gurtir bike.