Ji hevdîtinên Îmralîyê kurtesohbetek
İdris Baluken:
-Amerîka û Îngiltere dixwazin bi haweyekî sîyasî mudaxaleyî Rojava bikin, PDK xurt bikin û dû re jî Rojava bi ser Başûr ve bikin.
Apo:
-Erê. Dixwazin di bin kontrola PDKyê de wê derê bikin dewlet. Ev jî ji bo ewleyîyê xetereyeke cidî û mezin e.
İdris Baluken:
-Erê, serokê min, xebera te ye.
Îstixbarat:
-Xwestin beşdarî vê meseleyê bibin. Me qebûl nekir.
De were vî kerî di vî bihurî re derbas bike.
De îja...
Li bakurê welatê min jî kurd didin pey van namerd û nekurdan; bi çavê serek û rêber û qehremanan li wan dinerin.
Serekên barûte!
Rêberên rênenas!
Û qehremanên sexte!
Ji qewla Pîra Gulê ku dixwest bibêje, "Bijî!" zimanê wê baş nedigerîya û digot, "Hijîr!"
Erê bi Xwedê, dahweya me jî bûye hijîr ango hejîr...
Ji hevdîtinên Îmralîyê kurtesohbeteke din
Apo:
-Min ji Pervînê re got ji nuha pê ve tu yê çi bikî
Hêla te ya feodal û paşverû yê hemû pûç bibe. Heta min jê re got, zêde neyên serdana min, ez yekî singrakirî me/bêhawe me; eynî min jê re weha got.
Weleh di nav sîyasetê de te têra xwe kar kir. Heq e ji nuha şûn de bi vê tecrûbeya xwe tu êdî enerjîya xwe li edebîyatê xerc bikî û xeyal û fantezîyên xwe têxî xizmeta helbest û romana tirkî.
Şaş fêhm neke "birêz" heger te bi kurdî bizanîya min ê bigota têxe xizmeta helbest û romana kurdî, lê mixabin wek birazîyê xwe Silho tu jî ji kurdî bêtir heyran û sewdalîyê tirkî yî.
Gotina Dawî
Ha wa hat û ha wa çû, siwar hat û peya çû...