3 Nisan 2023 Pazartesi

hovîtî û faşîzma tirko

Doh li Bodrumê ji ber kurdîbûna xwe neh deh tirkên faşîst ên hov êrişî Mehemed Şakir Balta dikin û di wî şerî de ew û du hevalên xwe birîndar dibin, mixabin. 
Min bi Şakir re pêwendî danî, nuha rewşa wî baş e û dilê wî yê kurdistanî ji berê bêtir bi kurdî û wêrekî diavê...
Derbasî be, birako, 
lê ji bîr neke; xezeba wan ji tirsa nava wan e!

Mixabin êdî li her derê kurdan di çav xwe ra dikin û êrişî wan dikin.
Li ser înşeatan...
Li ser karên findiq û pembû û firingîyan...
Li deverên turîzmê...
Li stadyûman...
Û li her dera ku bêhna kurdî jê difûre...
Hovîtî û faşîzma tirkan pêl bi pêl belav dibe.
De îja hin teorîsyenên mejîsist şaş fêhm dikin û meseleyê tînin bi apocîtîyê ve girê didin.
Li ser bûyera nexêr a hatîye serê hevalê me Şakir berê xwe didin Şakir û weha dibêjin:
"Hêvî dikim hişê te hatibe serê te û te fêhm kiribe ev nerîna te ya tu dibêjî 'li Tirkîyeyê tu meseleyeke tirkan bi kurdan re tune ye, meseleya tirkan bi PKKyê re heye.'" şaş e.
Yanî van mejîsistan ji vê bûyerê ev peyam derxistîye û li gorî mejîsistîya xwe rewşê werê şîrove dikin.
Ji ber misilmanên bêbask difirin û mejîyê xwe bi mijarên beradayî xera kirîye ez hew dixwazim gotina "la hewle wela"yê jî bi kar bînim,
lê vê carê ji mecbûrî,
la hewle wela!
Êdî hewce nake berî her tehlîl û analîzê ez fikr û nerîn, sekn û helwesta xwe ji we re dubare/sêbare/çarbare bikim; 
yên min nas dikin jixwe dizanin mesele çi ye û çi çi ye û çi ne çi ye.
Ne xwe nêzîkî PKKyê dibînim, ne xwe nêzîkî YNKyê dibînim, ne jî xwe nêzîkî PDKyê dibînim, lê bi min ev jî rastîyek e, tevî hemû şaşî û kêmasîyên xwe, ya herî pir bêhna kurdîtîyê jê difûre PDK ye û ez qîmet didim wê reha wê ya kurdî, loma jî li cem min qedrê PDKyê di ser ên din re ye.
Axir...
Heta salên heyştê jî li Tirkîyeyê çendî tirkan bi çavê nezanî, erzanî, kêm, hov û "kuro" li kurdan dinerîn jî, tirs û xofa kurdan her di dilê wan de bû û hesabê wan dikirin;
ne li Kurdistanê, ne jî li Tirkîstanê tirkekî newêrîbû ji kurdekî re bigota "pozika sola te xwar e" mîna cinê ji hesin ditirse, ji kurdan ditirsîyan.
Piştî salên heyştê,
bi avabûna PKKyê re hêdî hêdî zîhnîyeteke nekurd ku em jê re dibêjin apocîtî mîna qansêrê/peçeşêrê li nav kurdan belav bû
û kurd nexweş ketin.
Li ser axa Kurdistana pîroz toqa nahletê ket stûyê kurdan, li ser axa xwe kurd bûn sêwî, reben û belengaz.
Bi îdeolojîyeke fahş kurd ber bi zîhnîyeteke teres ve kaş kirin.
Li ser navê biratîya gelan û demokrasîya tirkan, kurd bi eşqa tirkî û tirkîyetîyê gêj û lal kirin.
Li ser zemîna entegrasyonê asîmilasyon bi ser ket.
Û dû re...
Hêdî hêdî ziman ji kurdan xeyidî, kurd bûn xerîb û bîyanîyên zimanê xwe û bi ber bayê tirkîyetîyê ve pengizîn.
Ziman, tenê ne kinc bû; mertala mêranî û wêrekî û cesaretê bû jî 
û bi lawazbûna zimên re kurd ne tenê tazî man, her weha kurd ji mêranî û wêrekî û cesaretê jî ketin, mixabin.
Û...
Wextê tu ji xwe dûr bikevî û êdî tu xwe nas nekî, mixabin tu kesekî din ê jî te nas neke û hesabê te neke.
Bi kin û kurmancî,
Tirk, ji bo kurdan terorîze bikin wan bikujin, li ser axa wan hemû nirx û hêjayîyên wan talan bikin/bi dest bixin PKKyê ji xwe re dikin hincet.
Teorîsyenino!
Erê, tespîtên we yên li ser hovîtîya tirkan rast in, lê kêm û nîvco ne. 
Jixwe em jî dibêjin li Tirkîyeyê mesele ne PKK ye, mesele kurd bi xwe ne, lê PKK di destê dewletê de alavek e, amûrek e, enstrumanek e.

Gotina Dawî
Ûr di serê PKKyê de hatîye û gewdeyê wê metastasê dide... 

Gotina Herî Dawî
Xezeba we ji tirsa nava we ye.
Nêzîk e!
Hûn ê bibin ax û em ê li ser wê axê ji nû ve bivejin bibin XWE.