10 Nisan 2023 Pazartesi

hedepe û zana farqînî

Kesên bi qasî misqalekê qîmet nadin kurdî û bîst û çar seetan li ser medyaya sosyal bi tirkî masturbasyona politîk a populîst dikin, rabûne ji ber namzetîya Zana Farqînî nehatîye pejirandin, kirasê xwe diçirînin û lotikên populîst diavêjin.
Ka ji kerema xwe re rabin ser xwe, herin li ber mirêkê bisekinin û ziq li xwe binerin bê hûn ê çi bibînin?
Zirmegalomanîyek!
Zirpopulîzmek!
Zirdurûtîyek!
Zirşeqşeqokîyek!
Zirşinekîyek!
Zirnexwebûnek!
Zirehmeqîyek!
Zir û zir û zir...
Îja heyran, 
ne hayê we ji stratejîya partîyê heye, ne jî hayê we ji vîzyon û aqilê "wê"...
Ciwanik û ciwamêran li gorî rastîya jîyanê bi plan û program tev digerin.
Li ser meseleye
ango
wek nimûne:
Meriv berê dibe însan, dû re dibe kurd, tirk, ereb, pars, alman, îngiliz, fransî;
ango dû re meriv dibe misilman, xirîstîyan, cihû, mihû û nizanim çi...
Felsefe pir hêsan e, lê heger meriv bixwaze li ber bikeve ango tê bigihêje.
Sekn û helwesta partîyê jî ev e:
Berê demokrasî, dû re jahr û quzilqurt û tişt miştên dinê.
Bi kin û kurmancî,
li Tirkîyeyê heta demokrasî neyê, nabe partî enerjîya xwe li kurdan xerc bike. Hewce ye partî berê tirkan bike demokrat, dû re bi wan tirkên demokrat pars û zekata demokrasîyê li kurdan belav bike.
Lê...
Ditirsim piştî wê qonaxê êdî kurd hew doz û dahweya tiştekî li birayên xwe yên demokrat bikin, 
lewra...
ez bawer nakim piştî wê qonaxê kurdî ango kurdbûn bimîne.
Li ser zemîneke tirkîyeyî kurd ê ji avayîya tirkîbûnê re bibe çimento.
Bijî biratîya gelan!
Û Zana Farqînî!
Bêguman di warê kurdî de gelek keda wî heye, lê...
Erê, lê...
di wê ferhenga ku wek ferzên nimêjê rojê pênc caran hûn pê sûnd dixwin de, ji bilî keda Zana Farqînî, keda bi sedan kurdên din ên neliberçav jî heye.
Û dîsa û
Ma Zana Farqînî nedizanî derdê hedepeyê ne kurdî û kurdîtî ye?
Ma Zana Farqînî nedizanî bi qasî misqalekê kurd û kurdî û kurdîtî ne li ser bala hedepeyîyan e û her weha ne xema wan e jî?
Ma Zana Farqînî ji xwe nepirsî bê çi karê wî di parlamentoya tirk-î-an de heye?
Ma Zana Farqînî nedizanî tirk û tirkî û Tirkîye li ser nebûna kurd û kurdî û Kurdistanê ava bûne?
Ma Zana Farqînî nedizanî hemû qanûnên dijkurd û dijkurdî ji parlamentoya tirko derketine/derdikevin?
Ma Zana Farqînî Xweda ye ku rabe tirkên bi hezaran sal in ji hovîtîya xwe xelas nebûne û tu nêteke wan a werê jî tune ye, kedî bike, terbîye bike, perwerde bike û wan bi demokrasîyê bişo?
Jixwe hêz û qaweta Xwedê jî têr nekirîye tirkan veguherîne ango evrîma wan temam bike, îja Zana Farqînî yê wan veguherîne!
Lê wer xuya ye,
ne ji tirkan re, ji me kurdan re hîn gelek qonax hewce ne, ji bo em tê bigihêjin ango em evrîma xwe temam bikin.

Gotina Dawî
Aqilê sivik, barê giran...