6 Nisan 2023 Perşembe

benîştê dînan bi loq e

Li Tirkîyeyê sîyaset tam bûye filîm û tîyatro û holîka zarokan. Bi qasî misqalekê cidîyet nemaye.
Û jixwe IQya kurdan jî, IQya tirkan jî qayîşê bi hev re dikişînin.
Şanoger û şowmenên rengorengo û lîstikvanên sînemayê yek bi yek xwe li TÎP û HDPyê digirin, fîguran jî hemûyan xwe li partîyên din girtine.
Navê fîlm=Tirkîyetî
Senaryo=Îngilîstan
Derhêner=Sirri Sureyya Onder
Kûrgu/Pevxistin/Montaj=Dewleta Kûr
Muzîk=Mehmet Akîf Ersoy
Cilûberg/Kostum=Sûka Urfayîyan
Produksîyon=Weqfa talana mal û milkên neteweyên asîmilebûyî
Ambîyans=Ruhê Eşme
Armanc=Tirkmancîzm
Temaşevan/Girseya Giştî=Xweda û mirîdên xwe

Ramazan Kayayê anarşîst ji HDPyê bûye bernamzet.
Li ser xêrê be, lê...
Anarşîst?
Ê weleh wer dibêjin.
Di hevpeyvînekê de sernivîs/manşet ev e: "Meşa kurdekî anarşîst a ber bi parlamentoyê ve"
Min fêhm nekir!🤔
Bi qasî min ji anarşîzmê fêhm kirîye, anarşîzm di qaliban de hilnayê û anarşîstek tu carî rişma xwe naxe destê kesî.
Ya din jî...
Zîhnîyeta apocîtîyê ango pûtperestîyê û anarşîzm!!!🤔
Çi eleqe?
Du têgehên wek erd û ezmên ji hev dûr û cuda û dûrî aqilan e.
Lê li Tirkîyeyê gotin û teorî ne girîng in; ya girîng tevger û pratîk e.
Çi kominîst çi sosyalîst, çi lîberal çi demokrat hemû kemalîst in.
Çi ateîst çi dîndar, çi heteroseksuel çi homoseksuel hemû faşîst in.
Îja heyran,
dema anarşîstek bibe mirîd, ma qebhet e?
Li ser vê zemîna alatûrkayî her tişt wek benîşt e.
Berçem berçem diçûme, benîştê xwe dicûme.
Benîşt!
Bicû...
û biavêje.

Bi min karê dewletê bi Apo qedîya; êdî Apo yê kêfa teqawîtîyê bike.
Jixwe têra xwe kir û êdî heqê wî ye jî piştî vî temenî ji kaosê dûr, li ber bayê behra Marmarayê bifîkîne, rakeve û kêfa belek bike.
Giravek...
Xanîyek...
Qeyikek...
Şewkek...
Û nêçîra masîyan...
Bijî Serok Apo!
Apo!
Mamo!
Amo!
Xalo!
Malo!
Jixwe çi hatîye serê me, ji ber têrnexwarîya vî malî ye.
Û vî zemanî her kes li pey êmê xwe, pardon li pey malê xwe ye.
Ki çi ji kê biqurpîne...
Haa! Ez vê jî bibêjim.
Nuha li ser navê apê xwe, Apoyê biçûk ango Omer Ocalan bi fîstanê kurdî digere û feqê li ber kurdên kurd datîne.
Şewk û feq!
Û weleh çi bigire, fêde ye.
Lê di encamê de pêgirtin jî heye!
Kî yê pê bigire?
De ez wê jî nebêjim; bila surprîz be😉

Gotina Dawî
Qantir, heteroseksuel in an homoseksuel in?
Li ser vê beşê min analîz çênekirine, lê piştî hilbijartinan heger muxalefet bi ser ket û partîyên muxalefetê di nav xwe de tifaq/kualîsyonek çêkir, ji bo tehlîl û analîzên vê mijarê hewce ye li parlamentoyê bê nirxandin û nîqaşkirin.
Mesele kûr e, dahwe giran e û mijar girîng e, heyran; kêmanî bi qasî "kürt sorunu”yê!..