û ez nigên xwe bi gorêyên her ferek bi rengekî û qulqulî vedişêrim.
ma min ji ku dizanîbû xwedê yê bi xezeba xwe min li ber çavê însên biricimîne û bihetikîne
min got xwîna min erzan e;
bi kêrî bext û ûjdanan jî nayê;
lê ez dizanim,
ew qayîşa min û ew goreyên min ên her ferek bi rengekî ew ê ji bo pir kesan bibe mijara quretî û populîzmê.
û tu jî di nav de, nivîskaro!..
Selo başqan serê xwe zelût kir, bi gotineke din, serî da ber jilêt û gwîzanê.
"Gurî gurî qaqa, serî bi şîlmaqa!"
Dema zaroktîyê ev jî yek ji sloganên me yên bêhawetîyê bû.
Bêhawe!
Yanî...
Fiqûr, tercal (Decal), şeytan, netebat, bêedeb...
Selo başqan!
Na, Selo başqan ne bêhawe ye, bermeqlûb têra xwe biedeb û maqûl e li hember sîstem û dewletê!..
Kîjan dewlet?
Kurdistan!
Tew!
Îja Kurdistan!
Ziravê wan diqete dema navê Kurdistanê dibihîzin.
Lewra...
Kurdistan dibe bombe û diteqe, textê konfora wan bi ser serê wan de hildiweşe.
Lê...
Bi telaqên bêfutû, Selo başqan ji Suleyman Soylu bêtir tirkîyehez e.
Nuxte!
Îroj li ser medyaya sosyal ez li wêneyekî ciwanîya Meral Akşenerê rast hatim...
Bêbavê têra xwe bedew û medew bû; hûn wê medewê dikarin di wateya seksîbûnê de jî bifikirin.
Bi qasî kêlîyeke şeytanpêkenîn ez kûr û dûr bi nav xeyal û fantezîyan ve pengizîm.
Di wext de...
heger ew xeyal û fantezîyên min bira jî qewimîbûna, îroj kesî yê jê re negota "Meralê" navê wê yê Delalê bûya.
"de min go delalê delalê
şêrînê hevalê
bêxwedî bêmalê
çi digerî"
Li rojhelatê dilê min,
dil digirî,
dil diqîre,
hewara dil e;
dil bi gilî û gazin e!..
Hoo mola û meleyên bextREŞ û dinyaREŞ û mejîREŞ, xwîna we çarçipik li enîya wê jina kurd a porreş bikeve!
Lê ev tirs û xof ê we ji qudûm de bixe!
Hindik, pir hindik ma ji temenê zîhnîyeta we re.
Hûn wê rîhê ji binî de jê bikin jî, li hêla din kirasê horîyan ê bi destê we nekeve.
Gotina Dawî
Dagirker roj bi roj qels dibin lê hewce ye em xwe bi kurdî bipêçin;
lewra...
kurdî mertal e ji kurdbûnê re!..