4 Ağustos 2022 Perşembe

zîhnîyet

Lal Laleş dibêje:
"Demeke dirêj e her pirsa 'gelo wêjeya kurdî bi çi awayî dikare bibe milkê cîhanê?' ji min naqere.
Ez ê ji te re bibêjim lê baş guhê xwe bide min û li min guhdarî bike...
1- Roja hûn dev ji ego û kompleksên xwe berdin û zimanê xwe di bin zimanên xelkê re negirin/nebînin.
2- Roja hûn nivîskarên kurd, bi sekn û helwesta xwe bihêlin kurd bi kurdî xwe serbilind hîs bikin.
3- Heta welatê kurdan jî wek ên xelk û alemê azad û serbixwe nebe, hûn nivîskarên kurd ji xêndî kurdî bi tu zimanî nenivîsînin.
4- Roja nivîskarî ji quretîyê rizgar bibe û nivîskar bêyî ku pişta xwe bidin partîyekê/rêxistinekê, bi haweyekî wêrek û xweser hukim li qelemê bikin.
Te got erê, Lalê civaka xwe?

Ne tiştekî durist e meriv bi xwelîser û bêxîretan qelema xwe biwestîne lê carinan meriv xwe paş ve bikişîne jî xîreta qelemê nahêle û xwe rep dike.
Selahedînê bi qurbana navê Selahedîn, mîna şêf û qomsêrê xwe dev ji xwe û qûnalêsîya dewletê nake.
Ev zêdeyî pênc salan e di wê qulikê de ye- erê em dibêjin di qulikê de ye lê wek qomsêr û şêfê xwe belkî ew jî ne di qulik milikê de be-, karê wî, bi fikr û nerîn û gotinên xwe civakê jardadayî, bi qelema xwe jî ji ziman û edebîyata tirkî re xizmetê dike.
Çanakkale!
Gelîbolû!
Sarikamiş!
Û ruhê eşmeyê!..
Weyla xwelîya bin nigên toltahjîyan li serê we be!

Li başûrê welatê min, li hêlekê serek û serkirde bi serek û serkirdeyên alemê re lotikan diavêjin:
Pêşwazî...
Merasim...
Lobî...
Hotel...
Restorant...
Dîplomasî...
Kokteyl...
Şampanya...
Civîn...
lê li hêlekê jî hîn û hîn bi zîhnîyeteke eşîrtî dewletê bi rê ve dibin/îdare dikin.
Mesele kûr e, dahwe giran e!..

Gotina Dawî
Heger em vê zîhnîyeta nîverebî, nîvfarisî, nîvtirkî nekujin, ev nîvzîhnîyet ê me temam bike!