19 Ağustos 2022 Cuma

havîn e û hewa germ e

Wêrekî û xwebawerîya min ji duristbûna min tê. Kesên durist, her weha xwedan sekn û helwest, xwedan prensîb in jî. Û kesên xwedan sekn û helwest û prensîb jî ji tiştekî natirsin. Mixabin, pêyase ketîye destê qûnalês û pûştan. Kesên xwe ne ji dêrê dikin ne jî ji mizgeftê, ku ro li wan germ bibe, sîya wan ê jî bi kêrî wan neyê herin xwe bispêrinê.
Belê...
Heger hûn bibin sî, sîya we yê jî bi kêrî we neyê!

Pervîn Chakara ku bêhn û tehma elîtîzma îngilîzan ji "ç"ya paşnavê wê difûre, li ser twîtterê ji hezkiriyên xwe yên dîyarbekirî re bi zimanê dîyarbekirî yê jê fêhm bikin, mizgînîya serdana xwe ya Dîyarbekirê daye.
Kurdên elîtîst û populîst, heta digihêjin armanca xwe bi kurdî destên xwe vedigirin û parsê ji kurdan dikin, lê piştî têra xwe pars dikin û ji bo lotikên elîtîst û populîst xwe digihînin bi hezaran kesan, êdî dev ji parsê berdidin, bi çavê parsekan li kurdî û kurdan dinerin.
Mixabin, dem û zeman xerab e û tu carî naguhere; dêr jî ya wan e, mizgeft jî; tenê kiras û slogan diguherin.

Meleyên tirk û eskort anku fahîşe!
Rast derew nizanim lê ne li ser bextê min be, dibêjin dîyanetê li ser deh meleyên tirk ên doxînsist dest bi lêpirsîneke asayîşî û ehlaqî kiriye.
Êê!
Fantezî û xwenermkirin heqê meleyan e jî, heyran!
Ma ji we re adet, ji wan re qebhet e?
Ji dewleteke fahîşe re, meleyên doxînsist û weldizne anku weledên zinê divê.

Rehmetîyê Konfuçyuz di saxîya xwe de gotîye:
"Rê, ne ji bo meriv bigihînin qonaxekê, rê, ji bo rêwîtîyê hene..."
Lê ka aqil!
Yên bi haweyekî VIP bi firokan li seranserê dinyayê digerin jî, hay ji wan heye xwe jî dinyayê jî nas dikin!..

Reîzê mezin anku ne Sedat, Teyyo bi xwe, ji bo salvegera damezrandina AKPyê 1000 seetên li Swîsreyê xusûsî hatine çêkirin, wek dîyarî li damezirîner û parlamenterên AKPyê belav kirine; lê ez ditirsim pir kes ji tirsa qûnê wê seetê nexin destên xwe, lewra belî nabe sibê çi diqewime û kî yê li ser text bimîne û kî yê li bin text...
Haa! Seet jî seet e; buhayê wê 1.700 euro ye.

Gotina Dawî
Êdî kes nakute bext û ûjdên! Dem dema pîç û pûçan e, mixabin.