lê di esasê xwe de 15ê Tebaxê destpêka qirkirina nifşekî kurdîperwer û welatperwer bû.
Piştî 15ê Tebaxê bi 38 salan li bakurê welêt ax û keviran jî kurdî ji bîr kir û bi zîhnîyeteke teres û qeşmerane pûç û lal man!..
Bêsiûdî û bextreşîya wan gulîsor û xweşmêran ew bû, ji bîr kiribûn pirê caran rişma deveyên kerwanan bi qûşa keran ve dihat girêdan.
Û bi herikîna dem û dewrên re êdî ker jî li ber çavê deveyan vediguherîn deveyan!
Mixabin...
Heta ev îdeolojî û zîhnîyeta apocîtîyê bi hûrgulî neyê tehlîlkirin, bi xwîna kurdan, li ser axa kurdan ew ê tenê zîhnîyeteke pûç û pîç şîn û şên bibe!
Heyf e ku hin xwendeyên ji xwendina xwe hînî "xwe" nebûne, hîn jî radibin di 15ê Tebaxê de sloganên nebalixbûyî diavêjin û ji zarok û ciwanan re dibin rolmodel û mînakên xerab û fahş û beradayî.
Encam:
-Kuştin û birîndarkirin û zindankirina bi dehhezaran qîz û lawên jîr û zîrek!..
-Valakirin û şewitandina bi hezaran gund!..
-Hilweşandin û têkbirina sîstema bi dehan bajaran!..
-Qirkirina jîyîn û kultureke kevnare û qedîm!
-Talankirina hêjayî û nirxan!..
-Jahrdadayîna binhişî û zîhnîyeta netewekê!..
-Seqethiştina zimanekî!..
-Li serîyan barkirina aqilekî protez!..
Û qonaxa dawîn:
-Civakeke nexweş, depresîf, travmatîk û agresîf!
Bijî serok Apo!
Û Apo dijî!..
Ev çend roj in li ser medyaya sosyal ez ji xwe re guh didim nûçeyên di heqê Um"ît" Ozdag de û dixwînim û di bin simbêlan de dikenim.
Di esasê xwe de kêfa min ji hewtehewta wî re tê; hîç ez bi wê hewtînê aciz nabim.
Bi wê hewtehewta wî eşkere dibe ku dewleta wî ber bi têkçûyînekê ve kaş dibe. Û sebeb jî kurd bi xwe ne;
lewra ew bi xwe jî dibîne û dizane av diçe qûna wan û ev têkçûyîn jî roj bi roj bi xurtbûna kurdan e.
Ê jixwe...
Di wext de ew li ser têkçûyîna me ava bûbûn, îro jî em ê li ser têkçûyîna wan li xwe vegerin, bibin xwe û xurt bibin.
Û ya din jî ne ji hewtehewta van heramzade û dewşîrmeyan be em ê ji wê xewa bêhişî û bêxemîyê şîyar nebin;
hewce ye ew hewtehewt her û her di guhên me de bike zingînî.
Gotina Dawî
Heta Kurdistan serbixwe û azad dibe, hewce ye kurd ji hemû dîn û îdeolojîyan dûr bisekinin, tenê kurdîtîyê bikin.
Piştî Kurdistan serbixwe û azad bû jî, we xwest bibin çi, bi haweyekî azad biçin bibin ew!..