12 Ağustos 2022 Cuma

afirandin û nivîsandin

Demsala zivistanê di şeveke pir sar de qral ji qesra xwe derdikeve derve, dimeşe. Li ber derîyê hewşê li nobedarekî rast tê. Nobedar di bin berfê de maye, serçavê wî nayê naskirin. Qral ji nobedêr dipirse:
-Te ne sar e?
Nobedar dibêje:
-Em hînî sermê bûne, ezxulam!
Qral di bin simbêlan de dibişire, serê xwe dihejîne û li xwe difitile. Dibêje:
-Erê lê ez ê bibêjim bila kincên germtir ji te re bînin.
Qral derbasî hundir dibe lê xwe ji bîr dike. Roja din li meytê nobedar rast tên, ji sermê qefilîye, mirîye, lê berî bimire li ser dîwêr weha nivîsandîye:
"Ez hînî sermê bûbûm, serma êdî ne xema min bû lê hêvî û libendemayîna kincên germ ez kuştim!"

Hêvî û libendemayin!
Mixabin, hestên xweş lê têra xwe dilsoj...
Dîmena Abbas Kîarustemî ya li ser nivînan bi haweyekî nexweş paldayî ye ket bîra min. Li wir hunermenda jin li ber serê wî rûniştîye, ji wî re distirê; dibêje:
"ho bayê biharê ka bibêje çawa ye rewşa bostên
ku bilbilan kirin fîgan bi dengekî xemgîn û kelecan
nabe meriv wî rûyê te yê dilxapînok û gulê bide ber hev
di navbera kulîlkan de mîna guleke hawîrdor bistirî ye tu
ho gencîneya dermanan guh bide nexweşên xwe
çendî melhem di destê te de ye dîsa jî tu meriv birîndar dihêlî
piştî mirina me emrekî din divê
lewra me ev emrê xwe bi hêvîyan bihurand"

Belê, dawîya hêvîyan naye lê ne ji hêvîyan be jî, tehma jîn û jîyanê tune ye.
Heger meriv hêvî bike û ji bo wan hêvîyan hewl bide, li ber xwe bide, cehd bike, ew hêvî meriv jîndar dihêle; lê heger meriv tenê hevî bike û xwe bide benda wan hêvîyan, meriv jan dide, can dide.
-Hêvî dikim li pey hin hêvîyan em ê can nedin!..
Çend hêvî û daxwazên neteweyî:
-Kurdistaneke azad û serbixwe!
-Civakeke medenî, şareza û modern!
-Têkçûyîna her çar dewletên dagirker!
Û çend hêvî û daxwaz jî ji bo xwe:
-Bi bêminetî berdewamîya nivîskarîya xwe...
-Bi bêminetî her sal pêkanîna projeya fîlmekî...
-Jîyîna li Mêrdînê û heta mirinê ger, civat, araq, jin...
-Û berî mirinê bi salekê xurufîn...

Gotina Dawî
Çi çê çi xerab, îşev careke din min hîs kir dema ez diafirînim, dinivîsînim ez xwe baş û bextewar hîs dikim.