27 Kasım 2025 Perşembe

birdikî

“Birdikî”
Li cem me mêrdînîyan ev peyv pir çalak e, di şûna rengîn, rengrengî, rengereng, rengorengo tê bikaranîn.
Tê bîra min ca min ji bo mirîşkan digot. 
“Mirîşka Birdikî”
Îja heyran! 
Kurdî zimanekî dewlemend e, lê heger em derkevin parsa zimanê xwe;
lew…
her peyvek li deverekê stuxwar maye…
Ku kal û pîr bimirin û em zimanê wan nekin guhar û nexin guhê xwe, ew peyv ê li wan deveran stuxwar bimînin û bimirin,
loma jî…
ji bo quretîyên we jî pêdivî bi zimanekî xurt heye.

Gotina Dawî
Ziman man û neman e.

21 Kasım 2025 Cuma

netewepopuler

Neteweperwer an netewepopuler!
Ji hêlekê ve,
şowalyeyê kurdî ye; 
bi pênûsa xwe re dixeyide, bi kurdî dinivîse, dibe nivîskarê kurd, pirtûkên xwe bi kurdî çap dike; 
bêguman bi hincet û mebesta kurd bi kurdî bixwînin, li kurdî xwedî derkevin û kurdî neyê jibîrkirin, 
lê ji hêlekê ve jî,
piştî çapa pirtûka xwe ya bi kurdî bi çend mehan, vê carê jî bi dil û daxwaza xwe radibe hewl dide wê pirtûkê wergerîne zimanê dagirkerên xwe.
Ka îja ev çi nakokî ye?
Dilê te li ser zimanê te diêşe. 
Te di dibistanên dagirkerên xwe de bi zimanê dagirkerên xwe xwendîye, perwerde bûyî, lê hêla te ya neteweperwerî zor daye te, bi eks û israr te xwe fêrî rastnivîsîna zimanê xwe kirîye, te pênûsa xwe xistîye xizmeta zimanê xwe û te hewl daye tu zimanê xwe ji bin zilm û zordarî û dagirkerîya dagirkeran derxî, 
lê tu radibî bi dil û daxwaza xwe anku bi destê xwe pirtûkên xwe werdigerînî zimanê dagirkerên xwe.
Balkêş e!
Ez dibêjim qey ji bo meriv vê bêmentiqîyê fêhm bike hewce nake meriv feylesof be, 
yan jî meriv ne xwendeyekî têr û dagirtî be jî meriv ê bizane, kesên herin wan pirtûkên ji zimanê te wergerîyane zimanê dagirkerên te bixwînin jî dîsa kurd ê bi xwe bin.
Ê heyrana wan çavên te yên ku spîka ser sor xemilîye, 
ji hêlekê ve,
tu hewl didî kurdan, kurdî biparêzî, bi kurdî dinivîsî, kedekê didî,
ji hêlekê ve jî,
tu ji kurdan re dibêjî, xem nake, heger hûn bi zimanê xwe baş nizanibin û nikaribin bixwînin jî, jixwe wergera pirtûkê ya bi zimanê dagirkerê me yê çap bibe ku hûn hemû bilbilê wî zimanî ne.
De îja…
Ka ez nexweş im radibim serê naêşe kevn lê digerînim an ev heval nexweş in, nizanim.

Gotina Dawî
De were vî kerî di vî bihurî re derbas bike!

18 Kasım 2025 Salı

taqtîk e heval taqtîk

Kesk û sor û zer zer e 
de were û de were
Sor û spî li ser e 
ezbiheyrano guh bel e
Kî gur e kî ji me pez e
êdî zeman diguhere
Wele dikujin hev re 
de were bixwin bi hev re
Zeman zemanê wan e 
neyar yar yar neyar e
De wa ye bira bira ye 
û jixwe bazar xuya ye
Pêvajo mêvajo dûr diajo 
lê xem nake wa ye çêlek bi ga ye

Kê digot me dewlet tune ye
way li min
Weleh heye û mîna qatirekî ye
way li min
Erê piçekî kal e
way li min
Lê şûr simbêlê wî nabire
way li min
Way li min way li min way li min
Way li min way li min way li min

Gotina Dawî
Taqtîk e heval, taqtîk!..

17 Kasım 2025 Pazartesi

ha ayşe ha eyşê

Ev serê çend roj in li ser dîroknasa Ayşe Hurê nîqaşek heye. Hin kes wê diparêzin, hin kes jî xwe ji wê aciz dikin. 
Ya rast, ez ne li her du alîyan im jî; ne wê diparêzim, ne jî xwe ji wê aciz dikim,
ji ber ku,
tenê bi kar û xebatên xwe dadikevim, difikirim, hûr dibim û li xwe/xwebûna xwe konsantre me.
Tehlîl û analîzên politîk, sîyasî, îdeolojîk kê kirîye nekirîye, ne xema min e; 
çi Ayşe, çi Eyşê…
Û meriv dikare tehlîl û analîzên Ayşeyê jî tehlîl û analîzên Eyşê jî li bêjinga mejî û mentiqa xwe bixe û bi xwe jî tehlîl û analîz bike.
Nizanim Dogû Perînçek, Yalçik Kuçuk, nizanim Îsmaîl Beşîkçî û nizanim çi!..
Heyran,
heger meriv jîr û jêhatî û zana be, meriv dikare têbigîhêje bê kî bi rastî, durustî tev digere, e, kî jî bi fen û fût û zexelî!
Lê bi min, 
ji bo “tav bide qûnê” kî çi xebat, tehlîl û analîzê bike, bixêr e, bi fêde ye;
ji ber ku,
gelek çepgir û lîberalên tirk ji kurdan bêtir qîmet didin xewn û xeyal û xebatên Ocalan;
kurd naxwînin û didin pêy wî, lê tirk dixwînin û didin pêy wî anku qîmet didin sekn û helwest û stratejîya wî,
lew…
ew rewşenbîr û sîyasetzanên tirkperest bi xwe jî dizanin îro ro sekn û helwesta Ocalan, teqtîk û stratejîya ku Ocalan dimeşîne (bi ekîba xwe) ji xêr û fêdeya kurdan bêtir di xizmeta tirkî û tirkîtîyê de ye;
loma jî…
hûn bi ya min dikin, jixwe ez dizanim hûn ê bi ya min nekin, kurd bimînin, kurdî bimînin û tenê enerjîya xwe li kar û xebat û berhemên kurdî xerc bikin.

Gotina Dawî
Hûn çi qasî kurdî bin ew qasî hên ê bikarin xwe ji wê vîrusa tirkî û tirkîtî û tîrkîyetîyê biparêzin.
Axir…

8 Kasım 2025 Cumartesi

hema hema

Ji ber sîya dagirkerên xwe rabin û xwe bispêrin zimanê xwe; veketandina li ber sîya dagirkerên xwe û bi zimanê dagirkerên xwe hûn bang rojê bikin jî, roj ê li we hilneyê û tavê nede ser we.

Qûna xwe belasebeb bi vir de û wê de nebin neynin, kurdî têra ser axê jî, têra bin axê jî dike, lew ku tu bi xwe re rast û durust bî.

Konfor, tenê ne xwarin û vexwarin û nîyhandin e; konfor, her weha bêsînorîya hest û hîs û fikrên te ye ku tu bi zimanê xwe re ne xayîn bî sînorê konfora te firehtir dike.

Gotina Dawî
Ax bi zimanê xwe bi te re dipeyive, lê te terka axê kirîye!..

7 Kasım 2025 Cuma

durustî

Li ser paskên pinpinîkekê zarokekî xeyalperest im;
ne li paşerojê difikirim, ne li pêşerojê difikirim, mîna bêjîyekî bêxem im.
Li ber sîya gunê bavê xwe zarokekî zirç û şûm û bêedeb im.
ne mizgeft li ser bala min e, ne dêr li ser bala min e, mîna serserîyekî tercal im.

Ev serê çend rojan e li ser medyaya sosyal mijar hunermend û stranbêjên kurd e; lê ji wan stranbêj û hunermendan deng dernakeve, kerr û lal in.
Ditirsin an şerm dikin?
Şerm nakeve serê min, lê bi îhtimaleke xurt tirs ê hebe, lê ne tenê tirs, bi min hin jî weha dinerin anku difikirin, dibêjin, 
“Tiştê çû hey çû, qe nebe em ji tiştê heyê nebin.”
Mîrata kapitalîzmê kirîye ku êdî her kes bi haweyekî oportunîst tev digere.
Berê zik, dû re binzik…
Û Devlet Bahçelî bi çar çavan li benda derketina Selo başqan e, lê ji Îmralîyê jî pêlên gazinan li bin guhên hev dikevin.
Dansala anku sezona masîyan jî dest pê kir, lê li welatê ku bi sê çar alîyan bi behrê dorpêçkirî masî ji goştê kahr û berxan buhatir e.
Nizanim em ber bi ku ve dibezin lê hin xwelîser berê me didin kêş.
Axir…

Gotina Dawî
Destpêka her tiştî durustî ye. 
Durust bin!..


xal û xwarzê

-Xalo, her der bûye toz û dûman, mij û xumam. Kî kî ye, kî ne kî ye em hew ji hev derdixin. 
-Xêr e xwarzê? Wer xuyaye dîsa serî li te bûye tara bêjingê.
-Ê ma çawa nebe tara bêjingê, Xwedê ji te razî! Bahçelî bûye serok Bahçelî, birêz Bahçelî; Ocalan bûye onder Ocalan, sayin Ocalan û nizanim çi!.. Kî heval e, kî gurê har e, êdî ne belî ye, bi serê xalojna min.
-Berxê min, surec û pêvajo pir hesas e û ne karê te ye. Tu bi ya xalê xwe dikî, here mala xwe, jina te wek gulokekê ye. Ji xwe re di hev nin, zarokan çêkin û bêvila xwe nexe nav vê surec murecê, pêvajo mêvajoyê.
-Ê ka te negot, çi ji vê surec û pêvajoyê dikeve serê te, xalo?
-Ma serî maye hey te xwelî li serê min kiro, berxê xalo.

5 Kasım 2025 Çarşamba

welat û dewlet

Heger mebest tenê zanîn be, jixwe teknolojî têra xwe pêş ketîye/dikeve û êdî zanîn di hundirê telefonekê de ye; meriv kengî çi bixwaze bi rêya googlê anku bi rêya hişê çêkirî meriv dikarî bi dest bixe, loma jî tenê zanîn têr nake.
Ji bo çi?
Ji bo guhertina zîhnîyetekê…
Ji bo lêvegerandina genetîka neteweyê…
Ji bo lixwevegera neteweyî…
Ji bo xurtkirina kesayetê…
Bi kin û kurdîya kurmancî, 
pêdivîya me anku hewcedarîya me bi robotan û bi hewldanên mekanîk tune ye; 
divê em ruhekî milî/neteweyî li mejîyê xwe bar bikin
yan na…
ew mejî mîna himalekî anku xulamekî, meriv dikare bibêje koleyekî, tenê ji xelkê re xizmetê dike.
Bêguman…
Em bixwînin, xwe fêrî her tiştî bikin, lê divê em ji xwebûna xwe jî dûr nekevin, li ser xwebûnê hemû huner û zanînan li xwe bar bikin.
Lê belê…
ev hemû tişt jî bi zimanê we mumkun e, loma jî zimanê xwe di ser her tiştî re bibînin, bigirin ku tav nede qûna we û di bin wê tavê de hûn nebin leylan.

Gotina Dawî
Welatê me heye, lê dewlet ji me re hewce ye.

4 Kasım 2025 Salı

piştî demekê

Îro bi hîşyarîya şopînerekî zingînî ji serê min hat ku ji zû de li derîyê vê bloga reben û belengaz naxim; erê ev bloga ku li ber diwarê dagirkeran maye sewî.
Axir…
Carinan ji xwe, carinan ji hinan û ji hin tiştan aciz dibim, lê carinan jî ji mecbûrî paşîya qûna xwe didim blogê û jê dûr dikevim.
Lê wek ku ciwamêr jî gotîye…
Divê ez bêhnê li entegrasyonîst û asîmilasyonîstan fireh nekim û her li ser pişta wan bim.
Kurdekî bi kurdî bizane, gelo çi sedem, sendrom û travma dikare bihêle li Ewrûpayê jî wî li zimanê dagirkerê wî germ bike?
Xelîserî?
Belengazî?
Bêkesayetî?
Pepûkî?
Nezanî?
Bi min, hemû…
Û bila kes xwe nespêre sedem û sendrom û travmayan. 
Madem tu kurd î û madem axa te, welatê te hatîye dagirkirin, heqê tune ye tu bi zimanê dagirkerên xwe bi xwe xweş bînî.
Dîsa axir…
Lê axir li me kirin axur û tenê qarewara pez û dewêr dikeve guhên me.
Zeman xerab e lê em jî bi zimanê zemên bi zemên re napeyivin, mixabin, loma jî em qebheta xwe dikin qebheta zemên.
Lê zeman jî dibêje ziman!
Û roj bi roj ziman di devê zemên de lal dibe.
Lal!
Lalûte!
Axavtina bi zimanê ne zimanê xwe jî lalbûn e, lalûtebûn e.
Û pirê kurdan lal in, lalûte ne.

Gotina Dawî
Spas ji Remezan re ku hişt ez li vê sêwîya li ber diwarê dagirkeran maye sêwî vegerîm.