7 Ocak 2023 Cumartesi

di serê min de pirsên qûnde

Tirkîye gav bi gav ber bi hilbijartinekê ve dibeze û ev hilbijartin ê jî guherîneke mezin bi xwe re bîne.
Kê senaryo nivîsandîye?
Di senaryoyê de çi hatîye nivîsandin?
Di vê senaryoyê de kî yê serlîstikvan, kî yê fîguran be?
Serlîstikvan û fîguran ê li dijî hev tev bigerin an bi hev re tev bigerin?
Ew ê proje Tirkîyeyê ber ku ve bibe?
Erdogan zilamê dewleta veşartî ye yan muxalefet?
Yan her du jî xizmetê tenê ji derekê re dikin?
Di navbera Erdogan û muxalefetê de wezîfeya HDPyê çi ye?
HDP bêtir zirarê dide reha kurd an bêtir fêdeya wê li reha tirk a neteweperest dibe?
HDP ne kurd e, HDP ne tirk e; naxwe derdê HDPyê çi ye?
Di hundirê serê min de pirsên qûnde xwe li hevdu diboqînin.
Lê mejîyê min pak û zelal e, lewra hemû rê derdikevin qonaxeke nuh...
Û li wê qonaxê tu tişt ê ne wek berê be.
Di vê rêwîtîya dûr û dijwar de heger em wek xwe man, pir baş e; na, heger em jî wek hevalan ji kerwên qetîyan, ker ê têkeve me.

Di temama zaroktîya xwe de min du caran mûz nexwarîye. 
Di nuhxortanîya xwe de ji şeş mehan carekê şeş mûz neketine mala me.
Û nuha jî xîyar ji mûzan buhatir in, mixabin. 
Ev şeş roj in mûzek di sinîya ser sêpayê li ser pişta hemû fêkîyan siwar bûye, stûyê xwe bi ser xwe de xwar kirîye, li min dinere û roj bi roj di ber min de reş û şîn dibe, da ku ez wê bixwim, lê guh nadimê û naxwim.
Ez naxwim, lewra
ez heyfa zaroktîya xwe jê hiltînim.

Gotina Dawî
Her tişt di zemanê xwe de xweş e.