Neteweperwer an netewepopuler!
Ji hêlekê ve,
şowalyeyê kurdî ye;
bi pênûsa xwe re dixeyide, bi kurdî dinivîse, dibe nivîskarê kurd, pirtûkên xwe bi kurdî çap dike;
bêguman bi hincet û mebesta kurd bi kurdî bixwînin, li kurdî xwedî derkevin û kurdî neyê jibîrkirin,
lê ji hêlekê ve jî,
piştî çapa pirtûka xwe ya bi kurdî bi çend mehan, vê carê jî bi dil û daxwaza xwe radibe hewl dide wê pirtûkê wergerîne zimanê dagirkerên xwe.
Ka îja ev çi nakokî ye?
Dilê te li ser zimanê te diêşe.
Te di dibistanên dagirkerên xwe de bi zimanê dagirkerên xwe xwendîye, perwerde bûyî, lê hêla te ya neteweperwerî zor daye te, bi eks û israr te xwe fêrî rastnivîsîna zimanê xwe kirîye, te pênûsa xwe xistîye xizmeta zimanê xwe û te hewl daye tu zimanê xwe ji bin zilm û zordarî û dagirkerîya dagirkeran derxî,
lê tu radibî bi dil û daxwaza xwe anku bi destê xwe pirtûkên xwe werdigerînî zimanê dagirkerên xwe.
Balkêş e!
Ez dibêjim qey ji bo meriv vê bêmentiqîyê fêhm bike hewce nake meriv feylesof be,
yan jî meriv ne xwendeyekî têr û dagirtî be jî meriv ê bizane, kesên herin wan pirtûkên ji zimanê te wergerîyane zimanê dagirkerên te bixwînin jî dîsa kurd ê bi xwe bin.
Ê heyrana wan çavên te yên ku spîka ser sor xemilîye,
ji hêlekê ve,
tu hewl didî kurdan, kurdî biparêzî, bi kurdî dinivîsî, kedekê didî,
ji hêlekê ve jî,
tu ji kurdan re dibêjî, xem nake, heger hûn bi zimanê xwe baş nizanibin û nikaribin bixwînin jî, jixwe wergera pirtûkê ya bi zimanê dagirkerê me yê çap bibe ku hûn hemû bilbilê wî zimanî ne.
De îja…
Ka ez nexweş im radibim serê naêşe kevn lê digerînim an ev heval nexweş in, nizanim.
Gotina Dawî
De were vî kerî di vî bihurî re derbas bike!