Pirê caran zarên bavan li ser bawerîya xwe kuştine, hatine kuştin, bêyî ku têkevin nav şikê û herin bidin pêy lêpirsînekê.
Mixabin, di şerê li Kurdistanê de gelek keç û xortên hêja serî danîn, mirin, lê li pêy mirina wan keç û xortan gelek kesên ji xwîna wan li ser xwîna wan bûn bazirgan û bazirganîya xwînê kirin.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
kesên ku bi qasî misqalekî kurdîtî ne xema wan e, radibin li ser xwîna kesên di ber kurdîtîyê de mirine, bazirganîyê dikin.
Heyf!
Gotina Dawî
Û ji bîr nekin…
li welatê me hûn çi qasî bi henûnî, kubarî û bi nefsbiçûkî nêzîkî kesan bibin, li cem wan kesan ew qasî hûn biçûk dibin, hûn bêqedr in, hûn bêqîmet in!...