Pirtûkên li weşanxaneya Avestayê çap dibin bikalîte tên hesibandin, lê ew kalîte bi Avestayê re tune ye ku berhemên di qalib û tabûyan de hilnayên çap bike.
Loma,
xwendevan jî her di nav qalibên “edebî”yatê de asê ne…
Zêdeyî mehekê ye ji xwendin û nivîsandinê dûr im. Nizanim çima lê vegera min a blogê bi serê Avestayê de teqîya.
De qey carinan hewce ye meriv binhişîya xwe der bike, der bike ku ew lêm û elem genî nebe, genî neke.
Axir…
Vê sibehê li ser twîtterê anku li Xê ez li nivîseke Arif Zêrevan rast hatim.
Arif Zêrevan li ser demajo û pêvajoya ku di navbera Ocalan û Bahçelî de dihere û tê de li ser hin kitekit/detayên dîrokî sekinîbû.
Qala 1071ê dikir…
Qala bandora kurd û farizan a li ser selçûkî û osmanîyan dikir ku bê kurd û farizan di warê kulturî, edebî, zimanî, hunerî de bandoreke çawa li wan kirîye.
Rast e.
Tirkên xwe tirk dibînin û ji hêla Asyaya navîn hatin, bi herikîna dem û zemên re di nav kurd û farizan de mehîyan, hilîyan anku asîmile bûn û çûn.
Zimanê farizî kurdî bûn zimanê wan ên fermî.
Şopa hunera wan nema, radestî hunera kurdî/farizî bûn.
Hest û hîsên wan li ber rîtma muzîka kurdî/farizî ji nû ve dîzayn bûn.
Li ber tehmên kurdî/farizî terka mitbaxa xwe kirin.
Rabûn rûniştin, tevger, hereketên wan guherîn, êdî cil û bergên kurd û farizan li xwe kirin, lê…
Erê lê ji bo meriv van rastbûyer û rastagahîyan têxe çavên van xwelîseran dewletek divê;
tenê dewletek dikare kurdî û kurdan li ser serê van koknedîyaran bike efendî û serdest.
Min go axir…
Gotina Dawî
Divê kurdî azad û serbixwe bibe ku kurd ji vê belengazîyê rizgar bibin û bibin xwedîyê xwe
yan na…
di çîrokên heram de tenê em ê têkevin nav hewldanekê ku xwe helal bikin.