20 Eylül 2025 Cumartesi

5 gol 5 xencer

-Ha xalo!
-Xêr e?
-Hesenê Cabdar…
-Ew kî ye?
-Du sal berê li hefsa Mêrdînê gardîyan bû. Nuha li Îmralîyê gardîyan e.
-Ê kuro, ez di jina hefsed bavên Hesen nim! Çi ji min re Hesen li ku gardîyantî kirîye, nuha li ku çi gûyî dixwe. Hela hela! Di meriv ji dîn û îmanê derdixî!
-Euww! Vê sibehê çi bêhna te teng e, Xwedê ji te razî! Weleh şûjin jî di qûna te re nare vê sibehê. Xuyaye xalojna min îşev tu pihên kirîyî, loma tu agresîf û aciz î.
-Axir, ez serê te di xalojna te kim! Te yê bigota çi? Ka bibêje bê Hesenê Quzêkerê çi kirîye?
-Na, tişt nekirîye. Doh min Ebasê me yê gardîyan dît. Go Hesen telefonî min kirîye, gotîye şeva ku Frankfûrdê 5 gol avêtin Galatasarayê, heya destê sibehê xew neketîye çavên serok. Ji bo ber dilê wî xweş bike, Dewlet Bahçelî bi telefonê seetekê pê re peyivîye heya hilma wî hatîye ber wî. Û gotîye taştê jî nexwarîye.
-Ka aqil!

19 Eylül 2025 Cuma

ji kurdî re dewletek divê

Pirtûkên li weşanxaneya Avestayê çap dibin bikalîte tên hesibandin, lê ew kalîte bi Avestayê re tune ye ku berhemên di qalib û tabûyan de hilnayên çap bike.
Loma,
xwendevan jî her di nav qalibên “edebî”yatê de asê ne…
Zêdeyî mehekê ye ji xwendin û nivîsandinê dûr im. Nizanim çima lê vegera min a blogê bi serê Avestayê de teqîya.
De qey carinan hewce ye meriv binhişîya xwe der bike, der bike ku ew lêm û elem genî nebe, genî neke.
Axir…
Vê sibehê li ser twîtterê anku li Xê ez li nivîseke Arif Zêrevan rast hatim. 
Arif Zêrevan li ser demajo û pêvajoya ku di navbera Ocalan û Bahçelî de dihere û tê de li ser hin kitekit/detayên dîrokî sekinîbû.
Qala 1071ê dikir…
Qala bandora kurd û farizan a li ser selçûkî û osmanîyan dikir ku bê kurd û farizan di warê kulturî, edebî, zimanî, hunerî de bandoreke çawa li wan kirîye.
Rast e.
Tirkên xwe tirk dibînin û ji hêla Asyaya navîn hatin, bi herikîna dem û zemên re di nav kurd û farizan de mehîyan, hilîyan anku asîmile bûn û çûn.
Zimanê farizî kurdî bûn zimanê wan ên fermî.
Şopa hunera wan nema, radestî hunera kurdî/farizî bûn.
Hest û hîsên wan li ber rîtma muzîka kurdî/farizî ji nû ve dîzayn bûn.
Li ber tehmên kurdî/farizî terka mitbaxa xwe kirin.
Rabûn rûniştin, tevger, hereketên wan guherîn, êdî cil û bergên kurd û farizan li xwe kirin, lê…
Erê lê ji bo meriv van rastbûyer û rastagahîyan têxe çavên van xwelîseran dewletek divê;
tenê dewletek dikare kurdî û kurdan li ser serê van koknedîyaran bike efendî û serdest.
Min go axir…

Gotina Dawî
Divê kurdî azad û serbixwe bibe ku kurd ji vê belengazîyê rizgar bibin û bibin xwedîyê xwe
yan na…
di çîrokên heram de tenê em ê têkevin nav hewldanekê ku xwe helal bikin.