9 Mayıs 2024 Perşembe

govenda bêaqilîyê

Ji bo hişmendîya kurdî di nav kurdan de xurt bibe, divê zanistên kurd li ser teknîkeke hişdîzaynî bixebitin.
Ango ji bo meriv bikare hin tiştên ku di binhiş de cî girtine û zirarê didin karektera meriv a kurdî jê bibe, pêdivî ango hewcedarî bi teknîkeke zanistî heye ku bi rê û rêbaza wê teknîkê meriv kodên tirkî, tirkîperestî, tirkîhezî yên şopên mayînde li serhiş û binhiş hiştine.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
heya em kurd xwe ji wan kodên genî rizgar nekin, em ê nikaribin xwe ji bayê entegrasyona ku berê me dide asîmilasyonê xelas bikin.
Lê…
hin pûşketin jî hene; çendî oportunîstîyê di xwe de bihewînin jî…
Çi ne ew pêşketin?
Hin xwelîserên ku bi salan bi qastî û bi zaneyî ji apoperestîyê re lîrandin û li çepikan xistin, nuha Kurdistan ji devê wan nakeve û xwe dikin qurbana min û Kurdistanê.
Erê, em ê kêfa xwe bînin bi vê kirasguherînê, 
lê her weha em ê ji bîr nekin û tu carî piştguh nekin ku hûn goştê ser birincê ne
û ji bo berjewendîyên xwe her û her hûn ê durû û duqûn û margîse bin;
yanî…
hûn dikarin xwe bixapînin, lê em ê nexapin bi xapînokên we,
heger rehmetîyê William Shakespeare ji gorê rabe jî!
Axir…
Min got kod mod, entegrasyon mentegrasyon, asîmilasyon masîmilasyon, teknîk meknîkên hişjêbirînê, lê dijmin û xwefiroş jî rehet nasekinin, mixabin, ew jî her li ser karê xwe ne.
Kurdên ku bi projeyên dewletê şevoquzî dibin û li hemberî taktîk û rêbazên dewletê yên entegrasyonîst û asîmilasyonîst devê wan ji hev dihere û ava heft şorbeyan ji devê wan diherike, wa ye pev ketine û hewl didin şampîyontîya Amedsporê pîroz bikin û govenda xwelîserîyê bigerînin.
Ma hewce dike ez rabim yek bi yek nav û paşnavên van xwelîserên oportunîst û entegrasyonîst ên ku ew ê bi deng ê stranên xwe sînorê vê hetiketîye firehtir bikin, binivîsînim?
Na, hewce nake.
Bila ev rûpel nelewite!..
Û hetîketîya hetiketîyan…
çendî berê bi saya serê eşîran nirx û hêjayî û jîyîn û kultura kurdî hatbe parastin jî, li pêşîya dewletbûnê eşîr dibûn asteng
lewra yekê ji ber yekê danediqurtand, şerê ezûezîyê bû û ji bo ezûezîyê, tim û daîm berê tivingên wan ne li dijminên wan, berê tivingên wan li hev bûn û li hev diteqandin;
lê îroj…
ew partî û rêxistinên xwe medenî û modern û pêşketî dibînin û bi çavê paşverûtî li eşîrtîyê dinerin li pêşîya dewletbûnê asteng in, mixabin.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
dinya û alem bi serê me sûnd dixwin, em jî radibin rûdinin bi serê hev de dirîn û dimîzin!..

Gotina Dawî
Ka aqil!