28 Nisan 2024 Pazar

amedspor

Piştî nîvro min serî avêt xewê û raketim. 
Raketim!..
Raketim!..
Raketim!..
Lê carekê min serî rakir!..
Ya star!
Ez çi bibînim!
Agir bi erdê ketîye, bibore, agir bi twîtterê ketîye, wîtewîta twîtvanan e.
Min got çi? 
Min got vê carê rast e û Kurdistanê serxwebûna xwe ragîhand ango îlan kir.
Erê bi serê şêx Hadî!
Hindik mabû ez şelwerê xwe yê reş li xwe kim û alaya rengîn li xwe bipêçim û xwe li kolanan biqewimînim, 
lê mixabin û hezar heyf, 
wek Şeytan bi min bikene; kêfa min li min qewitî.
Amedspor bûye şampîyon!
Ji apoyîyan bigirin heta barzanîyîyan, ji serxwebûnxwazan bigirin heta xweserîxwaz û federasyonxwazan, ji anarşîstan bigirin heta lîberal û dîndar û kefneşopîxwazan, ji homoseksuelan bigirin heta qûnek û qûnde û qahpik û feminîstan, ji sîyasetvanan bigirin heta rewşenbîr û hunermend û stranbêj û nivîskar û aktivîstan, hemû kurd, baskên wan li ewran ketibûn, difirîyan.
Tenê kurd?
Na.
Ji bilî Dewlet Bahçelî û Umît Ozdag, hemû çep û çepgir û lîberal û kemalîst memalîstên tirk jî bi hev re ketibûn pêşbirka pîrozbayîyan.
Amedspor û Amedspor û Amedspor!
Bêguman, 
Selahattîn Demîrtaşê serhildêr jî ji vê govendê nemabû; bi formeyê xwe yê Amedsporê xwe qup kiribû; 
ez ê bibêjim şwîr simbêlê wî nedibirî, lê di hefsa Edîrneyê de, berberê wî, her sibe bi haweyê “sînekqaydî” tiraşî wî tiraş dike.
Lê ez bawer nakim kêfa şêrê Îmralîyê hatibe, lewra ew alîgir û fanatîkekî tirtire yê Galatasarayê ye.
Ne şaş bim estarê lihêfa wî jî bi sembol û motîfên sor û zer ên Galatasarayê xemilandî ye.
Axir…
Nizanim hûn çi hîs dikin an li ser vê meseleyê çi difikirin, lê bêhna projeyeke entegrasyonîst xwe li firnikên pozê min diqewimîne.
Hîrtehîrt û himehima kemalîstan ne ji xêrê re ye, lê heger Amerîkayê Reîz terkîproje nekiribe, haa!
Belkî jî di projeyê de rola Reîz guherî, êdî em ê Reîz bi karektereke din bişopînin.
Êêê!..
Amerîka ye û Amerîka jî destê Xwedê yê li ser rûyê erdê ye; yanî çawa bixwaze, dikare bike û dike jî jixwe.

Gotina Dawî
Erê, 
Amedspor bû şampîyon, 
lê amedî yê piçekî din pê bigirin!..