31 Temmuz 2024 Çarşamba

rojev germ dibe lê sar nabe

Germ dibe, sar dibe!
Germ dibe, sar dibe!
Dikele!
Dikele!
Dipejiqîne!..
Li rojhilata nêzîk û navîn rewş û rojev eynî werê bûye; lê tenê ferqek heye; 
erê germ dibe, lê sar nabe, dikele, dikele û ew ê biteqe û bipejiqîne!
Israîl nahêle çivîkek bifire, li hêla dinyayê din jî bêyî daxwaza wan baskên xwe li hev bixe, wê çivîkê dikujin.
Lê israîlî enerjîya xwe bi çivîkan re xerc nakin; baz û qertelan dikujin.
Şeva çûyîn seet li dora duduyan israîlîyan bilêta serekê Hamasê Hanîye ya bêveger birî û ew şand hêla din nav horîyan; 
lê heger kîrê wî pê re çûbe!..
Heger na…
bi telaq ew ê pê bigire û Nûrîyên ku piçika nûrê ji rûyên wan nafûre, ew qûnê lê bikin otogara Elezîzê.
Îja qebheta kesînedîtî…
Hin kurdên xwelîser, radibin ji bo filîstîyên hevalbendên dagirkerên kurdan, xwe aciz dikin, li ber dikevin û peyamên sersaxîyê diweşînin.
Yek ji wan xwelîseran jî Selo başqan e!
Îro, bi rêya parêzerê xwe peyama sersaxîyê bi destnivîsa xwe ji bo raya giştî û çapemenîyê ragîhandîye û xemgînîya xwe anîye ziman.
Ka aqil!

Gotina Dawî
Hey xwelîserino!
Piştî komkujîya Helepçeyê, serekê Hereketa Azadî ya Filîstînê Yassar Arafat, çû serdana Sedam Husên û destek û piştgirî dayê.
Îja heyran…
wextê karekter tevizî be û kesayet pûç bûbe, meriv çi bibêjî, derew e!

29 Temmuz 2024 Pazartesi

bazo û dizîya jinan

Bazo tolazekî doxînsist e.
Rojekê li gundekî berîyê dihere dizîya jinekê; bi gotineke din ji xwe re jineke wek xwe dîtîye, ew ê here bixirpişe ser sîng û berên wê.
Jin bi mêr e.
Bêyî ku Bazo gundîyan bi xwe bihisîne, bi dizî dikeve hundirê xênî.
Jin jî bi çar çava li bende ye; bêhn û berateya mêr nexuyaye; ji sibeha Xwedê de derketîye nav gund, kes nizane bê di mala kê de bi gundîyan re bi jûkêr dilîze.
Bazo dilezîne, zû zû şelwerê xwe, goblekê xwe ji xwe dike, şilfîtazî bi çengûrê jinê digire û wê derbasî odeya dawîyê ya ku nivîn lê ne, dike.
Destên xwe diavêje delingê wê, deling jê dişeqitîne; jixwe bi tena deling e, derpî merpîyê kin jî lê tune ye. 
Binkirasê wê li nava wê dipêçe û mîna gurê bi şevan diran bi xwînê nebûbe, êrîşî can û bedena sipîboz dike.
Ronî di çav de namîne…
Şeqên wê li nava xwe digerîne, kîrê xwe li ser quz diedilîne, serê xwe datîne ser memikan û bi hêl xwe lê dixe. 
Her ku bi hêl xwe lê dixe, di bin wî de dibe axûwaxa wê; ji kêf û zewqê nefesê li wê diçikîne. 
Berî fîşeka xwe tê de biteqîne, bi gurmînîya derî re, mêrê jinikê û her çar tîyên wê bi çek û seleh dikevin hundir.
Jinik bi lez û bez xwe dide ser hev, binkirasê xwe ji nava xwe berdide, xwe dinixumîne. Bazo jî şilfîtazî destekî wî li ser kîrê wî, destekî wî li ser qûna wî, ji tirsa dikeve tev, hew dizane ew ê çi xwelîyê li serê xwe bike.
Mêr û her çar tî…
Ew dibêje tu berdê, ew dibêjî tu berdê…
Yek dispêre yekî, lê destê yekî jî naçe ser tetîk, Bazo lê dinere yek ji yekî xwelîsertir û bênamûstir e, dibêje nigo ez bi qurban û şilfîtazî xwe li nav wan diqewimîne û direve!

26 Temmuz 2024 Cuma

ka aqil

“69”
Jimareke balkêş!
Çi kîmyager çi fizîkvan çi ekonomîst çi wêjevan, 69 akademîsyenên xelatgirtî yên nobelê ji bo Apo azadî xwest!
Balkêş e!
Pirê kîmyager tam 69 akademîsyenan ji Apo re azadî xwest!
Ka îja em kêmaqilên beradayî ne yan ev kîmyager mîmyager kîrê xwe û masîyan ji hevdu nas nakin, nizanim.
Ê heyran…
çi çepgir çi sosyalîst, li seranserê dinyayê her kes di pencereya sosyalîstî/komunîstî re li Apo û PKKyê dinere; kurdî, kurdbûn, kurdîtî ne xema kîrê wan e,
loma jî…
ji bo wan Apo qehreman e, şoreşgererekî enternasyonal e, çendî li ser koka me rûniştibe û mîna qereçîyan em ji kirasekî xistibin kirasekî jî!..
Bêguman…
kîmya, kîmyager, derman, morfîn, eroîn, kokaîn, xeşxeş, kaos, tevlihevî, mij, dûman, tucar, tucaret û gelek tiştên din.
Û 69…
di nîyhandinê de anku di seksê de yek ji pozîsyonên herî bizewq!
Îja…
Kîmyager, akademîsyen, nobel, xelat, 69 û Apo!..
Gelo ev akademîsyenên bêbav dixwazin ji me re çi bibêjin?
Gelo di jimara 69an de peyameke sublîmînal tune be?
Nizanim, lê…
heger Devlet Bahçelî bi kurdî bizanîya û ev nivîsa min bigîhaşta ber destê wî, belkî bi wê zanîna xwe ya matematîkê ya feylesofane em serwext bikira!
Îja axir… 

Ez ketim marketê, min rahişt şûşeyek pepsî û petêxekî û ber bi qaseyê ve meşîyam.
Jineke bihalekî/ducanî berî min li ber qaseyê sekinîbû, lê xwe piçekî nerehet hîs kir, dora xwe da min û ew jî li miqabilî qaseyê rûnişt.
Qasîyer pepsîya min û petêxê min di qaseyê re derbas kir û bi tirkî got, “Mamoste, ew qas!”
Ez bişirîm, min got, “Çima tu bi tirkî bi min re dipeyivî, heyran? Ez kurd im û bi kurdî dipeyivim.”
Got, “Weleh mamoste, min go qey tu memûr î û ne ji vir î, loma. Yan na em her tim bi kurdî dipeyivin.”
Jin jî di ber xwe d bişirî, got, “Weleh min jî go tu  mamoste yî. Tîpa te, şeklê te, kincên te…”
Min rahişt asûkên xwe, lê berî ez li xwe bifitilim, min got, “Meriv qalikê xwe biguhere jî, hewce ye meriv hundirê xwe, hebûna xwe biparêze. Ji bîr neke! Meriv zimanê xwe, meriv nirx û hêjayîyên xwe biparêze û qalikê xwe biguhere, meriv medenîtir û moderntir dibe.”

Gotina Dawî
Heger hûn bi zimanê xwe serbilind bin, zimanê we yê jî we di nav xelkê de serbilind bike.

vîagra

Ezo û Ûso û Rizo sazbend in û wek ekîb diherin dawetan, li dawetan distirên.
Zivistan e!
Şevekê dîsa li dawetekê lê dixin û diavêjin ber hev; govend xweş gerîyaye, dê weledê xwe avêtîye.
Hevalekî wan ê şeytan heye; karê wî tevlihevî, qerf û tewtewetî ye. 
Axir, radibe diihere bi dizî hebên vîagrayê dixe nav qedehên wan ên qahweyê û dibe datîne ber wan.
Hayê sazbendên me ji bayê felekê tune ximîna wan e lê dixin û distirên.
Piştî demekê heraret li Rizo radibe û ji ber germê nema debar dike, bişkokên gomlekê xwe vedike û xwe li nav qelebalixîya berbûyan diqewimîne.
Xwedîyê dawetê lê dinere, şaş û matmayî dimîne; radibe dide pey wî û dihere bi çengûrê wî digire, wî tîne ser dikê, dibêje:
-Xêr e kuro? Te em hetikandin! Vê sermê çi bi te hatîye?
Rizo dibêje:
-Ez şewitîm, agir bi canê min ket. Nikarim debar bikim.
Hîn xwedîyê dawetê meseleya Rizo safî nekirîye, Ûso li ser kursîyê rûniştîye, qûna xwe dibe tîne û çîpên xwe kil dike, diricifîne û bi hev dide, mîna gêrîk li nav nigên wî bigerin.
Xwedîyê dawetê dibêje:
-Kuro Ûso îja çi hewalê te heye? Eyb e, çavên her kesî li ser te ye. Hişê xwe bide serê xwe, biaqil be! Te xêr e, weha tu xwe fehş û bêhawe dikî!
Ûso dibêje:
-Ez jî nizanim bê ka çi bi min hat. Nikarim bi xwe!
Ezo şipîya li paş orgê sekinîye û tilîyên wî li ser tûşên orgê direqisin. 
Ezo bala xwedîyê dawetê dikişîne. Xwedîyê dawetê nêzîkî Ezo dibe, dibêje:
-Her du hevalên te ne normal in. Çelê vê zivistanê, yek dibêje germ e, ez şewitîm, yek dibêje ez di xwe de hilnayêm, nikarim bi xwe. Baş e ku tişt bi te nehatîye gidî!
Ezo dibêje:
-Heylo!. Min jî digot çima agir û pîşo ketîye qûna min, vitevita qûna min e, dixwire!.. 

23 Temmuz 2024 Salı

dizê quzan

Got,
-Devliken, ma weleh tu wek dizê quzan î law! Ji nişka ve tu di ber meriv re derdikevî û ji nişka ve ji ber çavên meriv wenda dibî.
Min got,
-Seadet, îja te dizê quzan ji ku derxist? Ew tiştekî çilo ye û çawa ye gidî?
Got,
-Te dî berê mal û malbat tev li hev bûn, bi hev re bûn heta dereng; pirê caran sê çar bûk digîhan ser hev. Dê û bav û zaro û bûk…
Axir, dû re li gorî şert û merc û derfetan hêdî hêdî ji malê cîhê dibûn; berê lawê mezin, dû re dor bi dor ên dinê…
Min got,
-Êêê!
Got,
-Ê û quilqurt! Ka sebra Xwedê bikişîne weyy! Hêdî hêdî ez pê de têm. Nizanim çawa te neh mehan îdare kirîye?
Min got,
-Ji xwe bipirse, Seadet xanim!
Got,
-Erê, ji ber ku berê şert û merc giran bû, heta dereng bûk tev malê diman, loma jî bi şev wextê li wan radibû û dixwestin herin dizîya hev ango herin di hev nin, bi dizî û bi haweyekî bêdeng xwe li nav nivînên hev diqewimandin. Gotina “dizê quzan” ji wir tê. Te got erê, Devlikeno?
Min got,
-Wey rehma Xwedê li gora mirîyên te be û Xwedê teala min ji wê dizîyê neke heya serî datînim.


22 Temmuz 2024 Pazartesi

piştî demekê

Seet tê nîvê şevê û di serê min de meseleyek an mijarek tune ye li ser binivîsînim.
Li Qosera Mêrdînê me û bi kelekela germa tava havînê roj dibin şev, şev dibin roj…
Çend roj in min hay ji rojevê jî nîn e, çi dibe, çi diqewime, nizanim, 
lê tiştê ez dizanim, agir bi erdê ketîye; ji qewla Seadetê, hinekan ji bîr kirine derîyê dojehê bigirin!
Axir…
Ji nîvê şevê re bîst û du deqe mane û berî dem û wext bi ser nîvê şevê bikeve, hewce ye ez çend gotinan li hev siwar bikim.
Bêrî!..
Ax! 
Bêrî!
Û hew!

Gotina Dawî
Piştî demekê di rûyê her kesê de li te dihilkumim.
Ji bo te bi bîr bînim, ziq li wan dinerim; 
li xetekê, 
li şan û şahnekê…
û her jina ku piçekî dişibe te, mîna xencerekê di min re dihere;
xwîn xwe bera dilê min dide
û diêşim!..

21 Temmuz 2024 Pazar

gotinên peyvforîzmayî

Got,
-Kî çi bifikire, azad e anku her kes azad e, loma jî dikare her tiştî bifikire.
Got,
-Erê, Azad jî azad bû, lê di ber fikra xwe de serî danî û hat kuştin!

Got,
-Di nav kurdan de jî têra xwe dewlemend hene, lê tenê ji hêla bêrîkê ve dewlemend in, mixabin; mejî, mentiq, zîhnîyet wek xwe dimîne her tim.
Got,
-Rast e. Şivan jî çi qas pez li pezên xwe zêde bike, dîsa şivan e.

Got,
-Min gelek însan nas kirin, xweş dibêjin, lê xweş nameşin.
Got,
-Ji meşê re tehb û ked divê, lê gotin mîna ba ji ber meriv here; ji dev derdikeve û bi ber bê dikeve û li hewa wenda dibe.

Got,
-Berê, 
mêran simbêl berdida û ew simbêl li ser milê mêr dibû barek!
Got,
-Nuha jî,
hew maye mêr simbêlê xwe bi rûjê sor bikin.

Got,
-Qantir ê berê bizê yan tirk ê berê terka hovtîya xwe bikin?
Got,
-Her du jî ne mumkun e, mixabin.

Got,
-Ji Kurdistanê kengî azad û serbixwe bibe?
Got,
-Kurdî dizane!..

Got,
-Xweda nêr e yan mê ye?
Got,
-Kengî min pê girt, ez ê bibêjim.

Got,
-Vî zemanî mêrê bipere yan mêrê bêpere?
Got,
-Karekter û kesayet dizane.

Got,
-Jina biehlaq an jina bêehlaq?
Got,
-Jina bêehlaq te azad, jina biehlaq te kedî dike.


20 Temmuz 2024 Cumartesi

dijmin dijmin e

“Ataturk, ji bo me yewnanan qesas e/kujer e/qatîl e. Salona ku posterê wî qesasî lê be, dilê min ranagire, ez herim derkevim ser wê dikê û stranan bibêjim. Ez nikarim pê li şeref û namûs û xîreta xwe bikim û wek tiştek nebûye tev bigerim.”
Ev gotin, gotina stranbêja yewnan Despîna Vandî ye.
Nizanim pozê hinekan dişewite!
Ne bawer im…
lewra heger xîretê xatir ji kesayetê xwestibe û êdî kesayet ji nebûna xîretê kêm û qels ketibe, ew poz, ew bêvil naşewite, ew ê neşewite.
Stranbêj, hunermend, nivîskar, aktivîst û rewşenbîrên kurd ên ku berjewendîyên xwe yên şexsî dixin pêşîya berjewendîyên neteweyî, tu carî xîret ê neyê li derîyê wan nexe,
loma jî…
bi van xwelîseran ne civak diguhere, ne jî civak pêş dikeve.
Û civaka ku neguhere û pêş nekeve, ew ê her û her bindest be, belengaz be û tenê xulam û xizmetê ji civaka serdest re bike.
Û jixwe dike jî!..

Gotina Dawî
Erê, em kurd xwedan bext û ûjdan in. Û her weha dilşo û dilbirehm in, lê ne bi vê xezebê! Piçekî hay ji xwe û dîroka xwe jîî hebin ku xelk hesabê we bike,
lewra…
dijminên we xwîna we vexwin jî dilê wan ê rehet nebe.

Gotina Herî Dawî
Hûn xwe bi ava zemzemê jî bişon, di çavê dijmin de hûn dijmin in.

19 Temmuz 2024 Cuma

ziman xweda ye

Dema meriv îmana xwe bi tirkî anîbe, êdî meriv bi kîjan deterjanê bişo jî, pere nake;
ji ber ku…
li bakurê welatê min, şewba tirkî ji hemû vîrusan dijwartir e;
loma jî…
ji bo serastkirina rastnivîsîna kurdî li ser medyaya sosyal ez û hin hevalên mîna min çi qasî hewl bidin jî, ne xêr heye ne fêde lê dibe;
hîn û hîn…
hin hevalên xwende û nivîskar di şaşî û kêmasîyên xwe de asê ne/israr dikin.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
ji bo quretî û populîzmê anku ji bo berjewendîyên xwe yên şexsî yên qirêj û genî rebenê zimên bi kar neynin û xwe li ber çavê zimên kêm nexin, xwe nelewitînin;
lewra…
ziman her û her zêr e û zêr jî bi gû û gemarê ji eslê xwe tiştekî wenda nake.

Selahattîn Demîrtaş wek her car dîsa lotikeke qantirkî avêtîye. Li hemberî dadger mîna dîkê elokan sînga xwe nepixandîye, li hundirê çavên wî nerîye û gotîye:
“Îro di bin esaretê de bi we re dipeyivim, lê roj ê bê, ez ê li ser textê desthilatîyê bi we re bipeyivim û bi piştgirî û desteka milet ez ê bibim serek û vê dewletê bi rê ve bibim.”
Xewn û xeyala Abdullah Ocalan, di nav sînorên mîsak-i millîyê de dîzaynkirina kurdan bû, bêguman ji sedî nod jî bi ser ket, lê Selahattîn Demîrtaş bilindtir difire!..
Ez ê bibêjim xwelî li serê we be, lê êdî xwelî jî di bin nigên we de bûye wek we.
Axir!

Gotina Dawî
Ziman, Xweda ye; te diafirîne jî, te dikuje jî!..

18 Temmuz 2024 Perşembe

heyf

Pereyê te hebe û tu nikaribî bi wî pereyî ciwamêrîyê bikî, nahlet ne li wî pereyî, nahlet li te bê!
Îja heyran…
Li welêt kesayet têk çûye û pere êdî rişmê dixe stuyê zilaman, li sikak û kuçe û kolanên bajêr digerîne.
Ez ê bibêjim, HEYF, 
lê mixabin…
êdî heyf jî heyfa xwe tîne!

Gotina Dawî
Mêr mêran nas dike, lê heger çav li mêran bikeve!..

17 Temmuz 2024 Çarşamba

mesele kûr e

Nîyhandina jinan, out!
Nîyhandina mêran, în!
Erê, zemanê berê…
Mêran gef li mêran dixwarin û dema şerek diqewimî, ji bo çavê hev bitirsînin, bi haweyekî mêrxasane ji hev re digotin,
“Ez şipîyakî dinim zilaman/mêran!
Bi şerefa xalê me Kerodibo yê ku bi kîrê xwe nav û deng dabû, Mustafa Sarigul jî şipîyakî dine anku dikute zilaman!
Vê êvarê vîdeoyeke wî berbelav bû li ser medyaya sosyal, çendî dibêje montaj e, bêbextî ye, derew e jî, ne belî ye!
Çima ne belî ye?
Lewra zeman zemanê kasetan e û bi rêya van kasetan gelek mêr di qefesan de kedî kirin û dû re ji bo berjewendîyên xwe ev mêrên kedîkirî bi kîr û gun kirin û berê wan bi xelkê ve kirin.
Min go zeman xerab e û vî zemanî hewce ye destê meriv tim li ser qûna meriv be.
Îja heyran…
baş e ku em ne populer in û ne li ber tiştekî ne,
yan na bi elawekîl nuha ji zû de fantezîyên me li ser ekranan bûbûn fîlm û rêzefîlm.
Bêloma be!

De madem mijar bi nîyhandin û fantezîyan vebû, ez bidomînim…
Bi min bi vê mentiq û stratejîyê civak ê xweş û serast nebe.
Çima?
Yên çê û baş li pey fantezîyan in; ne dizewicin, ne zarokan çêdikin; pîs û xerab jî dizewicin û bi şev û roj dinin hev û mîna kîvroşkan ji şeş mehan carekê zarokan çêdikin.
Û ecêba ecêban jî, zarokên wan jî mîna wan pîs, xerab û ne xweşik çêdibin.
De were vî kerî di vî bihurî re derbas bike!


Gotina Dawî
Mesele kûr e, dahwe giran e.

16 Temmuz 2024 Salı

taştêya sibehê

Li ser sifreyê ez û Seadetê rûniştine, me taştêya xwe xwarîye, em çayê vedixwin.
Min qedeha xwe ber bi Seadetê ve bir, min got:
-Ka qedeha min dagire, ez çayek din vexwim bê ew Xwedayê li jor ji me ne xuya ye çi dixwaze!
Seadetê rahişt çaydan, devê wî bi ser qedeha min de xwar kir û got:
-Weleh mezin e, ji te jî xuya ye û anuha li kêleka te jî rûniştîye.
Min got:
-Ka çayekê ji Xwedê re jî dagire!

Gotina Dawî
Xweda mezin e, lê em jî têra xwe hene!..


14 Temmuz 2024 Pazar

kurdistan

Ez ketim hundir, min dît Seadet xanim li ber televîzyonê pal daye, enîşka xwe xistîye bahlîfê, kefa destê xwe yê rastê ji serê xwe re kirîye paldank, serê wê bi hêla rastê ve xwar bûye û awirên wê li ser ekranê asê maye.
Min dît li ser ekranê komek şervan, ensturemanên wan di destên wan de, stranan distirên û Seadet xanim jî bi dilekî tije xem û têra xwe bi keder guhdarî dike û serê xwe jî hêdî hêdî pê re dihejîne.
Ez fikirîm û xwe bi xwe min got, 
“Heyf û hezar heyf ku dilpakîya van keç û lawan bû sedema blokebûna mejîyê wan û çûn ji bo fantezîyên sadîstekî bûn qurban!
Û hîn jî dibin, mixabin…”
Axir!

Birayê min got keça min hat bi hêrs destê xwe li sînga min xist û bi ser min de kir gilî û gazin û hewar:
-Baba, Arîn bi zimanekî din bi min re dipeyive, li dibistanê mamoste bi zimanekî din bi min re dipeyive, li sikakê zarok bi zimanekî din bi min re dipeyivin, lê çima tu dixwazî ez bi kurdî bi te re bipeyivim?
Mixabin…
êdî tenê axaftina hundirê malê têrê nake, jê zêdetir hewce ye;
yan na…
em ê çem û çem herin!

Gotina Dawî
Bi lez û bez Kurdistan divê!

13 Temmuz 2024 Cumartesi

xwe biparêzin

Ev nifşê nuh, bala min lê ye li ser navê qerf/mîzahê qeşmerîyan dikin;
lêbelê…
qerf anku mîzah ji aqil dizê lê nifşê îro yê mîzahê dike, aqilê wan di ser kumê wan re ye;
ji ber ku…
bi xezeba bişaftinê anku asîmilasyonê hêdî hêdî em şibîyan dagirkerên xwe;
loma jî…
îro ro ew çi dikin, em jî hewl didin wek wan bikin;
em bi zimanê wan dijîn û bivê nevê meriv bi kîjan zimanî bijî, meriv dibe perçeyeke ji wî zimanî
anku…
êdî meriv wek wan difikire, wek wan hîs û hest dike, wek wan diêşe ê kêf dike.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
heger meriv xwe anku xwebûna xwe neparêze, piştî demekê meriv bi xwe de dirî û xwe û derdora xwe dilewitîne, edem dike.

Gotina Dawî
Ziman, man û neman e!..

9 Temmuz 2024 Salı

rêwîtî

Serê sibehê, seet di çar û deh deqeyan de min çenteyê xwe avêt nav milên xwe û derketim derve.
Seet di çar û bîst deqeyan de ez gîham rawestgehê, lê…
ji qewla Qado Tirşiko min xwe da benda otobusa ku dihere balafirgehê û min deng nekir; 
min deng nekirrr, erê, min deng nekir,
lê wext û zeman bi hev re ketin qayîşê, dîsa min deng nekir!..
Axir, min go derew e, ez rabim texsîyeke ticarî dagerînim û min qûna xwe ji erdê rakir. Texsî hat li ber min sekinî û jixwe barê min jî ne giran bû, min çenteyê xwe avêt dawîyê, li kêleka şofêr rûniştim û şofêr pê li xazê kir.
Heşayî haziran, lê ez di şofêrên texsîyan nim!
Bênamûs heya ez gîhandim balafirgehê pênsed lîre, bi pereyê berê pênsed hezar li ser dilê min tirş kir;
axir…
bi silametî min xwe gîhand ser balafirê û di nava seetekê de balafir bi hewa ket.
Xweda ji ajetê ne razîbe!
Bê qeza bê bela me xwe gîhand welatê yadê.
Di otobusa nav bajêr de kalekî heftê heftê û pênc salî li min nerî, nerî, nerî…
dûr û dirêj li min nerî!
Got:
-Ev tu meleyê kîjan camîyê yî, lo?
Min got:
-Xalo, ez meleyê ser meleyan im. Ez hatime meleyên welêt kontrol bikim bê çi bêehlaqîyan dikin.
Li rîha min nerî, li serê min ê zelêt î dazlaq nerî, li tîşortê min ê binçengtazî nerî, li şortê min nerî, li berçavka ber çavên min nerî, got:
-Min bawerîya xwe bi te neanî, bi telaq.
Min got:
-De ku ez nîvseetekê di ber te de rûniştim û min çend kelamên nîvehlaqî kir, tu yê ne tenê bawerîya xwe bi min bînî, her weha tu yê bibî mirîdê min jî, hecî.
Û otobus sekinî, ez rabûm peya bûm û min li paş xwe nenerî, ber bi welatê xwe ango Seadetê ve meşîyam.


7 Temmuz 2024 Pazar

dewşirme

Xwedê kirî tirk hene û carcaran radibin bi xwe de dirîn û wî gûyî bi xwe didin;
heger ne ji vê lewitandina wan bûya, bawer bikin, roj bi roj, meh bi meh, sal bi sal, bi helwest û tevger û jîyîna hin partîzanên kurd ên xwelîser ku ji xwe re dibêjin kurd lê tu eleqeya wan bi kurdbûnê ve tune ye, nuha ji zû de kurdan jî ew kirasê tirkan ê qeşmerî û teresî li xwe kiribûn û wek wan bûbûn tirekk;
îja heyran,
wek min got, xwedê kirî ev tirkên ehmeq, ker, bêehleq û gêj hene û bi saya serê wan carê zingînî ji serê me tê!..

Lê lawo!
Çê xereb, qet nebe em kurd in û hayê me jî ji bezê paş guhê bavê me heye, le hûn?
Haa! 
Ez vê jî bibêjim; 
ne şaş bim carek du carên din jî min li ser vê “le-lê” yê ta bi derzîyê ve kiribû, lê ka ez careke din jî bibêjim.
“Lê” jixwe hûn bi mahne û wateya wê dizanin, lê “le” şûna “bes”a erebî û “pekî”ya tirkî digire.
Axir…
em vegerin ser mijara xwe ya esasî.
Erê, çê xerab em kurd in û em dizanin bê bezê paş guhê bavê me ji ku hatîye, 
le hûn?
Hûn newêrin li rastîya xwe bihilkumin. Nasnameya ku hûn xwe lê dipêçin, hîn ji nasnameyên din çêbûye û di ser de jî hûn radibin xwe di ser her kesî re digirin û dibînin. 
Di esasê xwe de hûn hîç û pîç in û heq e meriv silavê jî li we neke.
Îja…
Xwedê jî, mirîşkê jî ji we re hêk kirine, mixabin.

Gotina Dawî
De îja bêjî jî di ser we re ne; qet nebe çendî bê bav bin jî, neteweyeke wan heye.

bijî netherlands

Bijî Netherlandsssssssssssssssssssssssssssssssssssszsssssss!
Û hew!

6 Temmuz 2024 Cumartesi

kûçikîstan

Tirk har bûne û ku meriv wan tev dide, hartir dibin.
Piştî wê bûyera faşîst a tîma wan a futbolê, hemûyan, çi çepgir çi rastgir, çi dîndar çi xwedanenas, çi qûnek çi qehpik hêla xwe ya faşîst kifş û eşkere kirin.
Heq e navê dewleta xwe jî biguherin, bikin Kûçikîstan.

Gotina Dawî
Qîza qereçî nabe xatûn.

4 Temmuz 2024 Perşembe

bertek û reaksîyoneke milî

Piştî vê bûyera futbolîsê tirk ê kes nizane bezê paş guhê bavê wî ji ku ye!
Na na, pardon ango biborin!
Dêya wî boşnak e, lê li ser bavê wî jî hin gotegot û rîwayet hene; 
hin kes dibêjin laz e, 
hin kes dibêjin ermenî ye, 
hin kes jî dibêjin weleh kes nizane bê ka kûçikê ber kîjan derîyî ye ango ne belî ye.
Axir…
Ev bavnedîyarê koknebelî ku çendî hewl da tilîyên xwe yên kûçikane têxe çavên me jî, negîhaşt armanc û miradê xwe; lewra rewş û tevgerên weha bêtir me li nasnameya me sor dike.
Li ser bertek û reaksîyonên kûçiknehezan UEFA ket pey lêpirsînê û wer xuya ye ew û cezayekî li vî segbavî bibire.
Lê divê em çi bikin?
Erê, madem piştî her serketina xwe ya kûçikane û faşîstane hewl didin kurdan biêşînin,
naxwe…
em ê jî hewl bidin piştî her têkçûyîna wan, bi kêf û coş û tevgereke jîrane wan har bikin, da ku bi hewtehewt û zûrezûrê dengê wan bikeve.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
şeva yekşemê, hewce ye hemû kurdên xêretkêş bibin yek û yekdeng û rabin piştevanî û piştgirîya Holandayê bikin.
Û heger wê şevê Holanda bi ser ket, bila li hemû bajarên kurdan kurd bi texsî/otomobîlên xwe bi haweyê konvoyî derkevin qad û kolanan û biqîrin:
“Bijî û sed bijî Holanda!”

Gotina Dawî
Dibe ev helwest li qada navneteweyî jî bibe sedema reaksîyoneke baş û erênî.
De bê kî berx e, kî beran e!
Deee!..

3 Temmuz 2024 Çarşamba

dîsa me pê girt

Ker di jina şens û sihûda me ne!
Em pişta kê digirin, têk dihere. Me sifreya xwe raxist, araqa xwe hazir kir, me go qey Avustûrya yê bixeritîne tirkan, lê wer xuya ye ewil avûstûryayî, dû re jî em ê pê bigirin, mixabin!
Lê jixwe ji roja em ji dawa dêya xwe ketine, me pê girtîye û em dikin nakin nikarin berdin.
Qey pêgirtin qedera me ye; erê weleh…
Lê ez di vê qederê nim!
Axir…
Ka bila nîvekê dawîn dest pê bike bê Xweda ji ca kê distîne û dide ca kê!
Tew!
Ma qedera rebena dê ji ya me xerabtir e ku bavê me tenê li ser bedena wan cot kirîye û cotê wan jî ber negirtîye.
Dîsa axir…
Na weleh xêr di vê maçê de nema. 
Ya baş ez nivîsê biqedînim û li kêfa terikê xwe binerim, lê ku piştî vê bêhuzûrî û acizîyê rebenê terik xwe ji min nexeyîdandibe!..

Gotina Dawî
Dîsa bi nav destê me de teqîya, mixabin!

1 Temmuz 2024 Pazartesi

dinya hêlan e

Dîsa şer, dîsa pevçûn, dîsa kaos!..
Şerê cîhanê yê sêyemîn dest pê kirîye yan ew ê dest pê bike,
lê jixwe li her derê şer e, çi veşartî çi eşkere.
Gelo berî qîyamet rabe em ê bigihêjin miradê xwe, azadî û serxwebûna Kurdistanê bibînin an piştî qîyametê ku kevir li ser kevir nemîne em ê dest bi avakirinê bikin?
Axir…
heger em nemirin, em ê bibînin.

Li Tirkîyeyê, bi destek û piştgirîya hêzên paramilîter tirk êrişî sûrîyeyîyan dikin.
Û dewlet jî tenê temaşe dike.
Heq e meriv bibêje birayên hev ên dîn in, loma jî xwe bi xwe bila di jina hev in, lê hewce nake;
jixwe wa ye dinin dê û jinên hev!

Gotina Dawî
Dinya hêlan e û em di wê hêlanê de ne, lê kî me kil dike, ne belî ye!
Ya bi xêr…

îşev ez ê nenivîsînim

Îşev wek ku zêde dilê min tune ye tiştinan binivîsînim. 
Nizanim çima, 
lê canê min sistopisto ye û giranîyekê girtîye ser min mîna bênamûsê kabûs ku carinan di bêdengîya şevê de dixirpişe ser dilê meriv û bêhn û nefesê li meriv diçikîne.
Belkî jî îro min xwe bi sporê zêde betiland.
Axir…
Îşev ez ê nigên xwe radim, terikê xwe ji hêla çepê biavêjim hêla rastê û ji xwe re li maça Gurcistan û Îspanyayê binerim.
Qesta min ji çep û rastê, bila tiştekî îdeolojîk neyê aqilê we, haa!
Lewra… 
kîr anarşîst e!
Ji nîvê şevê re zêdeyî seetekê heye; heger mejîyê min gon xwar û makfikirîna min avis bû, ez ê çend gotinan li hev siwar bikim û ber bi we ve bi çargavî bibezînim.
Na weleh, wer xuya ye ez ê îşev tiştekî nenivîsînim;
jixwe zemên jî singê xwe rakirîye, ber bi nîvê şevê ve dibeze.
Min go şer bi zemên re nabe!..
Axir…
Ev cara duduyan e ez dibêjim axir, lê jixwe berê jî min ji we re gotibû, ji hin peyvan pir hez dikim, mîna qehpikekê bîst û çar seetan di wan nim, dilê min rehet nabe.
Haa!..
Li vir şaş fêhm nekin. Qesta min ji nîyhandinê, ne çêr, siqêf an dijûn e, tenê hestîyane ye.
Erê, min çi digot?
Min ê bigota axir,
erê, axir…
du bîrayên min di sarincê de ji cemidandinê hindik maye sermê bigirin.
Ka ez rabim ji xwe re li ber maça Gurcistan û Îspanyayê hêdî hêdî vexwim.

Gotina Dawî
Min go îşev ez ê tiştekî nenivîsînim.