7 Mayıs 2024 Salı

amedspor

Li paytexta mîsak-i milîyê, projeya biratîyê, bi qîrîna Cengiz Çandarê
ku nuha li ser xwîna belengazên kurd li ser qoltixên çermîn ên parlamentoyê di xew re dihere û piştî vediciniqe û şîyar dibe, ji kêfa parlamenterîya bikonfor di bin simbêlan de dikene, dest pê kir.
Şampîyon şampîyon, Amedspor şampîyon!
Şampîyon şampîyon, Amedspor şampîyon!
Û amedîyên ku ji ber vîrusa tirkî virikî bûne, bi serketina Amedsporê, êdî başewala digerin û li ku zor dide qûnê, li wir rûdinin û dirîn, mixabin!
Lê ya balkêş ew e,
çendî her kes dizane proje ye jî, ne xema kesî ye; xwe dide ber vê baranê û xwe şil dike.
Axir…
Bila kes xwe nexapîne, li bakurê welêt, ruhê netewehez bi ber bayê kur ketîye. 
Û amedî, 
bi wê tirkîya xwe ya xerxote, xwe ji kesên bi kurdî dipeyivin moderntir û medenîtir dibînin.
Axira axiran…
Rengên kesk û sor ên li ser formeyên Amedsporê, ew ê tu carî xwe negihînin roja zerîn,
lewra kesk û sor tenê cebeş sembolîze dike
û cebeş jî mîna margîse ye;
carinan cebeş e, carinan zebeş e, carinan şebeş e, carinan jî li sikak û kolanên welatê min dimeşin mîna gebeş in.
De îja…
sê hefteyan li ser hev her hefte min li maçên Amedsporê nerî,
De xwezî futbola wan jî futbol bûya! Meriv li ber lîska wan di xew re dihere.
Îja heyran,
mesele ne lîsk û futbol û kalîte ye; mesele, proje ye û proje jî li gorî pêvajoyê dimeşe;
bijî kirasê misak-i milîyê!
Bijî yekîtîya kesk û sor û spîyê!
Ma hewce dike ez amedîyan û katalonan jî bidim ber hev?
Ez bi xwe re nabînim, lê kî bixwaze, dikare here wan bide ber hev; bê çi kêm e çi zêde ye?
Îja Amedsporê bibe Barselona!
Lê hûn ê çawa xwe bigihînin wî ruhê neteweyî yê bi ber bayê kur ketîye?
Lewra…
Katalan bi wî ruhê neteweyî destek û piştgirîyê didin Barselonaya xwe û wî ruhê têkoşer lê bar dikin.
Yanî…
Mîna we li ber sloganên tirkî dendikan çerez nakin!!!

Gotina Dawî
Heq e meriv Emînê Erbanî bike serokê kûluba Amedsporê, Bismillî Zeko jî bike sekreterê kûlubê.