Suphî Ozgen dibêje, bila newroz bibe cejna fermî!
Dema mejî bloke dibe, rebena mentiqê xwe reş girê dide û bi çolê dikeve, mixabin.
Ez ê bibêjim heyf, lê…
Ka aqil!
Ev Suphî jî gav û seet li ser rêyan e, çalakîyan dike, ji bo li Tirkîyeyê kurdî bibe zimanê perwerdeyîyê.
Nizanim hayê wî ji Tirkîyeyê tune ye bê li ser kîjan dînamîkan ava bûye
yan mîrata serxweşîya populîzmû zêde giran e, nizanim loo,
nizanim!..
Lê…
tiştê ku ez dizanim, aqil ketîye xizmeta bêmentiqîyê û rebena mentiqê jî tûşî erdê bûye ji ber xwendeyên tenê xwende.
Axir…
Zana Farqînî û çerxa felekê!
Rebeno bi nîv henekê dikira bibûya parlamenter û di parlamentoya tirko de xwe qure bikira, lê lê şemitî
ango pê girt û di dest de ma, mixabin.
Ji stratejîyê fêhm nake, çendî ji ser sifreya apocîyan ranebe jî…
Yan zêde kawik e û bi kawikî xwe li oportûnîstîyê diqewimîne
yan jî qilafet û qalib û potansîyel û vîzyona wî têrê nake.
Min go nizanim.
Heyf!
Meriv ferhengeke ji xwe girantir dîyarî kurdan bike- çendî bi keda sedan kesan amade bûbe, lê tenê bi wî hatibe naskirin jî- û dema sifre bê raxistin, kes nebêje, “Lo lo Zanao, hela ka kerem bike, tu jî qinek-du qin goşt bixwe!”
Mixabin, bext jî mirîye!
Nuha jî…
rebeno go qet nebe belkî li derekê min bikin namzet mamzetê şaredarîyekê, lê ew jî nebû.
Wer xuya ye,
tahba xelef çû ber telef!
De xem nake, Zana Farqînî.
Parlamenterî nebû, şaredarî nebû, lê ew qasî jî ne bêbext in, qey ew ê li gundekî Farqînê muxtarîyekê bikin qismetê te.
Lê bi çavekî biçûk li muxtarîyê nenere haa!
Îroj demançeya di ber wan muxtaran de, bi telaqên bêfitû di ber qomsêrê qereqola Qezê de tune ye.
Û muzîka kurdî…
Mixabin, roj bi roj, meh bi meh, sal bi sal, tenê ji sermîyên dixwin stranbêjên ku di navbera huner û hunermendîyê de asê bûne.
Bi navê “Hunergeha Welêt” sazîyek heye, tenê enerjîya xwe li xebatên terkîwelêt xerc dike, mixabin.
Li rojavayê welêt, wek ziman, jîyîn, kultur, huner, edebîyat, her weha muzîkê jî li gorî îdeolojîya pîne dîzayn dikin û bi vî haweyî roj bi roj hewl didin neteweya kurd veguherînin neteweyeke sosret.
Bi ser jî dikevin. Êdî di navbera me û qereçîyan de tu ferq û cudayî nemaye, mixabin.
Ez dizanim, ez peyva “mixabin”ê pir bi kar tînim, lê mixabin, tişt ji destê min nayê.
Ez çi bikim?Dermanê rewşa sosret, mixabin e.
Erê, mixabin.
Gotina Dawî
Û navê vê guherînê jî azadî û modernî ye ku mejîyê li pey vê guherînê, ji dema Muhammed jî çend sensalekî wê de ye,
mixabin.