Li Qosera Mêrdînê çêbûye. Li sikak û kuçe û kolanên Qoserê bi firê ketîye. Di zanîngeha Beykent a Stenbolê de beşa sînema û televîzyonê xwendîye. Nuha jî di zanîngeha Stenbolê de beşa erdnîgarîyê dixwîne. Ji xêndî nivîskarîyê herweha sînemager e. Bi navên Doxînsistîzm, Xwelîserîzm, Xweşzûgotinokîzm, Leylan û Peyvforîzma pênc kitêbên wî çap bûne. Bi navê ''Reş û Şîn'' û ''Mirîd'' du fîlmên wî hene. Herweha senarîstê fîlmê ''Xof'' e. Li Stenbolê dijî.
30 Eylül 2020 Çarşamba
ji rojeva qoserê çend dîyalogên şên
29 Eylül 2020 Salı
trawestî
Di şeveke zivistanê de sermê û seqemê qayîş bi hev re dikişandin.
Seet li dora yekê şevê ye.
Xortekî qert li texsîya xwe siwar hatîye, ber bi malê ve diajo.
Texsî li lambeya trafîqê radiweste.
Trawestîyek bi meşeke jinane nêzîkî texsîyê dibe.
Xwe daqûl dike, bi destan ji xort re dibêje paceyê daxe.
Xort paceya texsîyê dadixe û serê xwe ber bi wê ve xwar dike.
Trawestî bi lêvên lerzok ku ji wê sermê bi zorê li hev diketin, dibêje, "Heger ez di texsîyê de bimêjim bîst lîre, heger em herin malê sîh lîre..."
Xort deng nake.
Xwezîya xwe dadiqurtîne û hêdîka destê xwe diavêje bêrîka xwe, bîst lîreyî ji bêrîka xwe derdixe, dide destê wê û pê li xazê dike, diajo...
Xort bi qasî çend gavan jê dûr dikeve, difitile di ser stuyê xwe re li wê trawestîyê dinêre.
Trawestî li ber xwe dikeve.
Serê xwe bera ber xwe dide digirî û hêsirên xwe paqij dike...
qewmê êgir dişewite, lê her gur dibe
Çendî hewl didim ji mijarên zimanî dûr bisekinim jî, carina bêhemdê xwe meriv tê li ehmeqîya hin "kurd"an dihilkume, mixabin.
Ez gazinan ji nezanî û xwenezanîya kesên ji rêzê nakim,
nakim ji ber ku wek tê gotin, ji rêzê ne û kî berê wan bide ku li pey wan rêz dibin.
Lê ev kesên bi mejîyê xwe xwe di ser kesên ji rêzê re digirin û bi huner û qelema xwe hewl didin wê rêzê ji rêzê derxin, çi xwelîyê li serê xwe dikin?
Xwelîya ku ji ber wê xwelîya kesên ji rêzê li serê xwe dikin, dimîne, li serê xwe dikin.
Bi gotineke din em karin ji van kesan re bibêjin, "xwelîduser"
Çima xwelîduser?
Xwelîya ji ber serê xwelîsaran maye li serê xwe dikin, loma du caran xwelîser in û ji xwelîseran xwelîsertir in, xwelîduser.
Du xwelîserên ji min û we çêtir bi zimanê xwe zanin, ne eyb û ne fedî li hundirê çavên min û we dinerin û bi wî zimanê ku ew kirine xwelîser, pesnê zimanê min û we, pesnê kultur û hunera min û we didin.
Baş e, ev xwelîser çima ew qasî ji xwelîyê hez dikin?
Ji xwelîyê çêbûne, loma...
Û hûn xwelîserino!
Tu carî hûn ê nebin ji qewmê êgir.
Ji bo qewmê êgir, şewat ji hukm dikeve!
Lê hûn xwelîser ji şewatê ditirsin!
De biqeştin herin di nav xwelîya xwe de bigevizin,
lê ji bîr nekin,
ji qewmê êgir re pesnê xwelîyê nedin,
lewre qewmê êgir dişewite, lê her gur dibe...
Ji bo kesên ji rêzê jî jêrenotek:
Kes di malzaroka dêya xwe de hînî rastnivîsê nebû.
Û jixwe dema me çavên xwe vekirin, ne dewleteke me hebû, ne jî akademîyeke me...
Lê em têra xwe "serhişk" bûn û hinek ji me bi ser ketin.
Her kî bixwaze, kare bi ser keve; tenê "serhişkî"ya xwe piştguh nekin, bes e...
27 Eylül 2020 Pazar
nifira nedîtî
Li Farqînê du jin ketibûn pêxîla hev, şer dikirin.
Ji nişka ve yekê her du destên xwe vekir, li jor nerî û qîrîya:
"Hêviya min ji Xwedê ew e, tu yê şeqeşeqa gunikan li ber quzê xwe nebînî!"
Hahoo!
De were kirasê xwe neçirînin û romanan li ser vê ziraforîzmayê nenivîsînin.
Piştî vê aforîzmayê,
Arîsto di nav felsefeya xwe de can da, mir!
Sokrates qûna xwe pêşkêşî Eflatûn kir!
Ker ket dêya mezinên Zeûs!
Xwedayê dizan Hermes, kîrê xwe xwar!
Pirîapos ji mêranî ket, careke din hew lê rabû!
Afrodît bû feminîst!
Poseîdon tam dikira di behrê de xwe helal bikira, behr miçîqî, av zuwa bû!
Hades di bin erdê de dest bi çandinîya petat û tirp û binerdkan kir!
Û Xwedê teqawît bû!..
26 Eylül 2020 Cumartesi
sax bimînin kurd bimînin
Li ser vê axa ku dest dirêjî namûsa wê bûye û lewitîye, di ber mirîdên mirîdan de xwe nedin kuştin!
Ev şer ne şerê we ye.
Hûn mêr û mêrxas bin jî, hûn teres û tirsonek bin jî,
tenê mirin e para we.
Û kî dimire jî, ji kîsê dêya xwe dihere, mixabin.
Pêr jî werê bû,
doh jî werê bû,
îro jî werê ye...
Ji ber ku,
ev teresên ji teresî û qirêjîyê dixwin-vedixwin û diçêrin, bi xwîna we berjewendîyên xwe dişon.
Loma jî,
di vî şerê van bêbavên teres, bêbext, bêûjdan û bêrehm de heta ji we tê, sax bimînin, kurd bimînin.
Û...
Ho teresino!
Em bi xwe jî bixwazin xwe qir bikin,
tu carî em ê qir nabin;
ji ber ku,
çendî tirk li ser nebûna me nefesê didin disitînin jî, hebûna me jî ji bo hinekan bi qasî nefesê pêwîst e...
xaltîk
xaltîk
mîna kirasê sentatîk
wê rakşîne wek lastîk
û bawer neke ji hezkirina wê ya klasîk
Lê xalitîka min hêja ye.
Çendî ji ber rîh û por û guharê min gazinan bike jî, ez zanim ji min hez dike.
Got, "Devlikeno! De wî porî, wê rîhê jêke lo. Weleh nizanim çawa sebra te tê!
Min destê xwe li dora stuyê wê gerand, ew ber bi xwe ve kişand û mîna ewlîyayekî nûranî û pîroz min serê wê maçî kir. Wê jî ez maçî kirim, lê ji ber rîha min lêvên wê negîhaştin rûyê min. Min got, "Gulê! Pêxember mêxemberan jî rîh û porê xwe dirêj dikirin û berdidan."
Piqînî pê ket, ew her du çavên wê yên nûtikî wenda bûn, got, "Berxê min, ew pêxember bûn."
Min got, "De bi telaq, rîh û porê min ji rîh û porê wan xweşiktir û paqijtir e. Li wê çola Xwedê av tune bû xwe bişon û jixwe ev serşuştina me ya ji stu û jor ku em jê re dibêjin "erebîko"jî ji wir tê.
Di ber xwe de bû tobetobeya wê, got, "De hiş be, Devlikeno! Ji ber van gotinên te yên fahş û fiqur ew ê kevir li me bibare.
Min got, "Xaltîkê, mîna kirasê sentatîkê, her roj ez bi sabûna Hecî Şakir û sabûna qizwanan xwe dişom û çendî dua muayan nekim jî, neşuştî pê li erdê nakim. Bêhna gul û beybûnan ji vî porî û vê rîhê difûre, Xwedê ji te razî. De bi her sê telaqên bê fitû, li wê çola Erebîstanê ji nebûna avê wan pêxember û wan mêxemberan heftê rojekê jî serê xwe nedişuştin û pirê caran heram pê li erdê dikirin."
Û bû hakehaka me em keniyan...
25 Eylül 2020 Cuma
ez di romantîzma we nim
We dîtîye netewperestekî fransî bi îngilizî peyivîye-nivîsîye-xwendiye-fikiriye-jîyaye?
We dîtîye netewperestekî îngiliz bi fransî peyivîye-nivîsîye-xwendîye-fikirîye-jîyaye?
We dîtîye netewperestekî alman bi rûsî, yan jî netewperestekî rûs bi almanî peyivîye-nivîsîye-xwendîye-fikirîye-jîyaye?
Yan jî we dîtiye netewperestekî tirk-ereb-ecem peyva kurdî anîye ser zimanê xwe?
Na.
Ji bîr nekin!
Sînorê netewperestîyê ji zimên dest pê dike, li zimên disekine.
Û bi taybetî jî yên xwe wek şovalyeyên zimanê kurdî dibînin û ji hêlekê ve xwe li ser serê kurdan qure dikin, ji hêlekê ve jî ji bo dengvedana çepikan çend destên din li xwe zêde bikin, dunig lê dixin, hûn xwe baqil dibînin û me jî dixin şûna ehmeqan?
Yên ehmeq hûn in!
Tav dide qûna we, hûn çi qasî qûna xwe bi vir de, wê de bibin-bînin jî, her tişt li ber çavan e.
Bi ziman netewperest, bi emel netew-pere-st...
Yan heqê wê qelemê bidin, yan jî wê qelemê bişikînin û di qûna xwe kin.
Bi salan kurdan bi çepîtîyeke sexte bi tirkên çep re wext û enerjîya xwe xerc kirin, lê ez dinerim bi hebûna we qelemderewan bi ser ketine.
Bijî romantîzm!
24 Eylül 2020 Perşembe
derdê min ew e ez têr bîra vexwim
Wek kurdekî problemeke min bi Erdogan re tune ye
û heta bi dilekî pak ez karim bibêjim di esasê xwe de kêfa min jî ji helwesta wî re tê,
ji ber ku
dilê min li tirkan xweş û rehet dike,
lê heyran,
êdî em hew karin bi silametî du şûşe bîra vexwin yaw!
Şûşeya bîrayê bûye 14-15 lîre...
Di dema hilbijartinan de ez bawer nakim araqvexwir bi serîyekî normal diherin dengê xwe-reyên xwe didin,
yan na tenê bi dengên araqvexwiran bimîne, Erdogan kejika stuyê xwe dibîne, lê ser textê desthilatîyê nabîne.
Îja divê meriv bi awayekî rêxistinî araqvexwiran rêxistinî bike,
da ku ne bi serxweşî, bi serîyekî normal herin ser sindoqan.
Lê dû re Kurdistan dikeve bîra min û ez ji vê fikrê dûr dikevim,
lewre
têkçûyîna Tirkîyeyê bi destê Teyo ye
û divê em piştgirî û destekê bidin Teyo,
heta ku Tirkîyeyê hildiweşîne;
ji xwe li ser tayikekî maye,
ha qetîya,
ha diqete...
23 Eylül 2020 Çarşamba
mixabin
Carina bêhemdê xwe mijar û civat ber bi sîyasetê ve diherike.
Doh jî ji bo rojevê bixwînim bê çi heye çi tune ye, li ser medyaya sosyal ez derketim rêwîtîyekê.
Ne pir dûr, ne pir nêzîk piştî çend qonaxan ez li rûpela Jan Dost a twîterê rast hatim.
Mijara wî ziman û werger bû. Li ser girîngîya wergerê hest û ramanên xwe anîbû ziman. Li gorî nerîna wî:
Pêwist e berhemên kurdî wergerin tirkî û erebî.
Û vê nerîna xwe jî bi vê gotinê piştrast dikir:
Divê tirk û ereb jî berhemên kurdî bixwînin, heger berhemên kurdî tenê kurd bixwînin, eyb e.
Daxwazeke xweş e, lê bi min pir romantîk e.
Çima romantîk e?
Tirk û ereban axa te di nav xwe de par ve kirine, li ser koka te rûniştine, hemû nirxên te veguherandine kirine yên xwe.
Zimanê te qedexe ye, ji min û te û çend ciwanik û ciwamêran pê ve kes hew bi vî zimanî zane û herweha zimanê te ji zimanan nahesibînin, em rabûne qala edebîyatê dikin û dibêjin bila berhemên kurdî wergerin tirkî û erebî, da ku haya tirk û ereban jî ji edebîyata me çêbibe.
Herweha dema mijar dibe zimanê kurdî, ava reş bi çavên wan de tê, ew ê wê nijadperestî û faşîzma xwe piştguh bikin û rabin edebîyata vî zimanê ew bi xwe jî ji zimanan nahesibînin, meraq bikin û bixwînin!
Mala bavê min mala mêran e, çadira Bavê Lalo tîştîşî bûye, çirîyaye, li jor li Xweda dinerim, ew zalim jî ji min ne xuya ye.
Wey lo lo wey lo lo
Wey lê lê wey lê lê
Em bira ne
Em cîran in
Wey lo lo wey lo lo
Wey lê lê wey lê lê
Hûn goşt in
Em neynûk in
Wey lo lo wey lo lo
Wey lê lê wey lê lê
Emrê me wey lo lo
Bi qasî neynûkê wey lê lê
Kin dibe dirêj nabe
Wey lo lo wey lo lo
Wey lê lê wey lê lê
Gelî ciwanik û ciwamêran, ji xêndî tirkî-erebî-farsî, hûn berhemên kurdî werdigerînin kîjan zimanî, hûn azad in, lê tirkî-erebî-farisî, na, ji ber ku çi hatîye serê kurdî, ji ber faşîzma qewmên van zimanan û eşqa me ya li van zimanan hatîye serê kurdî û tê serê kurdî.
Çi nivîskar, çi hunermend, çi rewşenbîr, çi sîyasetvanên, her kî bi çavekî romantîk li vê meseleyê binere û ji bo tirkî û erebî bibêje, "dijmin dijmin in, zimanên dijmin ne dijmin in" romantîkên populîst û oportunîst in.
Erê, heger welatekî meriv jî yê azad û serbixwe hebûya û meriv û ev dijmin cîran bûna, rast e, meriv karîbû bigota, dijmin dijmin in, zimanên dijmin ne dijmin in.
Wê çaxê bêminetî bû.
Lê dijmin welatê te dagir kirine, li ser axa te zimanê te qedexe ye, hemû stran, destan, çîrok, metelok, hîkaye, bi kin û kurmancî kirasekî zimanî kişandine ser hemû nirxên te, ew nirx tev kirine yên xwe, tu radibî dibêjî "dijmin dijmin in, lê zimanên dijmin ne dijmin in" ne eyb e, lê ku em dibêjin yên vê zilmê dikin bi zimanî dikin û bi faşîzma zimanên xwe me dikin hîç û pîç, eyb e, ne wer?
Ji bîr nekin!
Dijminê ku li ser nebûna te hebûna xwe ava kirîye, tu carî nahêle zimanê te xurt bibe û bi wî zimanî bexçeyê edebîyatê bê avdan. Lewre qebûlkirina zimanê te hîç û pîçbûna wan e û ew ê jî ji bo daxwazên te yên romantîk û oportunîst hîç wext wek zimanekî li zimanê te nenerin û edebîyata te jî yê ne xema wan be.
Û gotina dawî:
Meraq neke, gir û rikê tirk û ereb û farisan nahêle qewmên ji wan zimanan qîmet bide ziman û edebîyata te.
Em xwe dixapînin û bi vê xapadinê, em jî bi qasî tirk û ereb û farisan xisarê-zirarê didin zimanê xwe, lewre berhemên werdigerin van zimanan jî dîsa tenê kurd dixwînin,
MIXABIN!
22 Eylül 2020 Salı
seadetê
êêê
20 Eylül 2020 Pazar
moralê min sifir sifir sifir e
19 Eylül 2020 Cumartesi
mala bavê min mala mêra ye, lê...
Vê sibehê çawa min çavên xwe vekirin, ez li rûpelên seyda Fuat Onen û Halît Temlî rast hatim.
Her du seydayên min jî li ber gotinên Sharo Garîp bi cizbê ketibûn û bi derdora xwe re jî par ve kiribûn, xwestibûn derdora xwe jî bi wê cizbê sermest bikin.
Kî zane, belkî jî nuha gelek kes bi wê cizbê ketine jî!..
"Hih! Ya Allah! Hih! Ya Allah! Hih! Ya Allah! Hih!
Ez bi xwe him di nav derdora Seyda Fuat Onen de me, him jî di nav derdora seyda Halît Temlî de me, loma jî wek cinê çav li hesin bikeve, du caran ez veciniqîm!
Min nêvîyê gotarê ji rûpela Seyda Fuat Onen, nêvîyê gotêrê yê din jî ji rûpela seyda Halît Temlî xwend.
Dest û dilê seyda Sharo sax bin, lê tiştên seyda Sharo ta bi derzîyê ve dike jixwe hewceyî gotinê nake. Êdî kerr û kwîr her kes zane mesele çi ye.
Pîrekên ser tenûran êdî hemû bûne analîst û teorîsyen. Meriv here li ser tenûrekê bisekine, him zikê meriv ê tije bibe, him serê meriv...
Axir, êdî mû bi zimanê me ve şîn hat hingî em van analîzan dikin-dipeyivin-dixwînin-guhdarî dikin.
Bi gotinên romantîk kurd ê li kurdbûna xwe venegerin û nebin kurd. Berevacî, bêtir ji kurd(î)bûna xwe dûr dikevin.
Gur ketîye nav pez û kerî teriqîye...
Emel-cahd-hewldan-berxwedan-pratîk divê.
Seyda Sharo ji konformîstan re bi awayekî konformîstî çîrokên xeyalî-efsanewî dibêje, lê di esasê xwe de rastî-realîte ne weha ye, gelî seydalerino.
Û jixwe bi vê eşq û heyranîya tirkîtîyê rewşenbîr û sîyasetvanên kurdan ji dagirkeran bêtir xisarê didin kurdan û mala wan xera dikin.
Erê weleh, xweş xeber e lê ne bawer im.
Seyda Sharo Garîp xweş analîz dike, lê tiştekî ji bîr dike...
Him reçeteya kurdîtîyê radixe pêş çavên kurdan, him jî bi desthilatdarîya zimanê efendîyê xwe kurdan pûç dike, ditevizîne, ji taqet dixe û dihêle ku ziman û kultur û nirxên kurdî li ber çavên kurdan bibin marekî reş û qudret û desthilatdarîya tirkî li ser kurdan ferz dike.
Ez nabêjim nerîn û analîzên we şaş in. Na, hûn xweş û rast dibêjin, lê divê bi sekn û helwesta xwe hûn li pêşîya civakê bisekinin, da ku civak wê hêz û qawet û wêrekîyê ji we bigirin û li pey we werin.
Sekin û helwest bi kirasekî dilsoz û durist bêtir balê dikişîne û bawerî û xwebawerîyê xurtir dike.
Jêrenot anku Têbinî:
Gelî rîhspî û seydayan, berpirsîyarî û wezîfeya we ya rewşenbîrî ew e ku hûn bi sekn û helwesta xwe ji ciwanan re bibin rolmodel û ciwanên di nav zîhnîyeta dagirkerî û îdeolojîyên îdeologên demagog de gêj bûne, bi tevger û jîyîna we bi ser hişê xwe de werin, xwe nas bikin û li xwe vegerin.
Heger ew ciwan xwe nas nekin û li xwe venegerin, ew ê li kurdî û Kurdistanê jî venegerin.
Ez têm çavên mezinan û herweha destên biçûkan jî radimîsim...
18 Eylül 2020 Cuma
xêr xêr e çi nimêj çi xîyarê mêr e
ji ku ketimê di ku re derketim
16 Eylül 2020 Çarşamba
çerxa felekê
Ciwancanikekî gaytî, lezbîyentî û bîseksuelî pênase kirine û gotîye, lezbîyen ji jinan hez dikin, gay ji mêran hez dikin, lê bîseksuel hemû însanan dihewînin û ji însên hez dikin, loma jî bîseksuelî misilmantî bi xwe ye.
Na.
Ev ne misilmantî ye,
ne xiristîyantî ye,
ne jî cihûtî ye,
ev bi serê xwe ol û îdeolojîyeke nuh e
û ji vê olê re pêxemberek divê...
Slogan jî divê ev be:
Di hev nin, ji hev hez bikin!
Heger pêxemberê vê olê, vê îdeolojîyê bi stratejîyeke jîrane belav bike, ev îdeolojî yê ji koronavîrusê bi tesîrtir be.
Û jixwe pirê însên- welatên ultra pêşketî ne tê de-, birçîyê nîyhandinê ne.
Ji bo ev ol belav bibe her kes ê bi dilxwestineke bêsînor mîsyonertîyê bike.
Lê dawîyê...
Heger ev îdeolojî bi ser bikeve?
Civak ê pê bigire
û hemû qeyde û qanûn û nirxên însanî yê ji nû ve werin pênasekirin û dîzaynkirin.
Yanî!
Li gorî teorîya rehmetîyê Darwîn a "însan ji meymûnê çêbûne" ew ê biguhere û dîsa berê însên bide meymûnê û berevacî vê teorîyê, vê carê ew ê bibe "meymûn ji însên çêbûne."
Çawa îroj em dibêjin pêşîyên me meymûn in, meymûn ê jî bibêjin pêşîyên me însan bûn û ev çerx ê her berdewam be, geh em ê bibin bav û kalên wan, geh ew ê bibin bav û kalên me...
15 Eylül 2020 Salı
yaşar kemal
argun çakir
13 Eylül 2020 Pazar
rewşenteresî
12 Eylül 2020 Cumartesi
nîşaneyên xwedayî
Seadetê rahişt sênîkekê û ber bi Reşo ve meşîya.
Sênîka xwarin tê de, li ber Reşo vala kir.
Reşo bi kêfxweşî xirpişî ser wê xwarinê.
Dû re Seadetê fitilî ser min û bi bişirîn got:
"Wê rojê ez çûm Amedê cem mala Sewdetê (Sewdetê xweha Seadetê ye).
Pismamekî min jî li Amedê rûdine. Jixwe tu nas dikî, Hecî Evdal.
Zarokên wî ji me re şîv çêkir; goştê pez avêt ser savarê.
Em li ser sifreyê rûniştin, me şîva xwe xwar.
Piştî me têr xwar, li ser sifreyê londera hestîyan çêbû.
Reşo ket bîra min.
Min got, 'Hecî Evdal, boncîyekî me heye, pir delalî ye. Heger ez van hestîyên ser sifreyê ji boncîkê xwe re bibim, hûn ê bi min nekenin?'
Hecî Evdal keniya, got, 'Na na, em ê çima bi te bikenin. Tew xêr e.'
Keçika wî rabû ew hestî ji bo min xistin kîsikekî û wexta ez rabûm, min rahişt kîsikê xwe.
Kîsikê min ê hestîyan di destê min de ez hatim li tirimbêlê siwar bûm û min berê xwe da malê. Erê weleh, ji bo Reşo min ji Amedê kîsikê hestîyan kir destê xwe û min ew hestî anîn Qoserê.
Min çawa sola xwe ji pê kir, min kîsikê xwe yê hestîyan bir li ber Reşo vala kir.
Reşo serî di ber de, bi awayekî bixwaze bibêje 'mala te ava be' terîya xwe kil kir di ser wan hestîyan de.
Jêrenot anku Têbinî:
Hezkirina heywên, yek ji elamet û nîşaneyên Xwedayî ye, heger bawerîya we bi hebûna Xweda hebe...
11 Eylül 2020 Cuma
helwesta rewşenkerî
Dîsa hin zana rewşenbîr ji belengazî û xwelîserîya xwe re li mahne û behane û pîneyan digerin.
Qaşo ji bo çêya civakê nabe tenê meriv bi kurdî binivîsîne.
Çima?
Ji ber ku her kes nizane bi kurdî bixwîne-binivîsîne...
La hewle wela û quzilqurt û nizanim çi qas bela!
Heyran jixwe pirsgirêk jî ev e, kêm kes bi kurdî dixwînin-dinivîsînin.
Divê stratejî û şerê we li ser vê hêsîrî, nezanî û belengazîyê be.
Ev civak çima xwe dikuje?
Û em zanin mirina me bi mirina zimanê me ye û zimanê me jî roj bi roj di nav vê pirika tirkî de dimehe, lawaz dibe, wenda dibe.
Di rewşeke weha dijwar de ku kurdî di ber sekratê de ye, çawa hûn fedî nakin bi pêşnîyarên weha qirêj û genî derdikevin pêş civakê û daxuyanîyan didin?
Ma çare û derman ev e?
Bi vîrusa kurd pê nexweş ketine, îja hûn hewl didin bi wê vîrusê wan tedawî bikin!..
De herin qûna xwe li avê xin!
Erê, heger kurdî ne li ber sekratê bûya, meriv karîbû heq bida we, lê di rewşeke wek îro de ku roj bi roj kurdî di nav jîyîna bi tirkî de dimehe-dimire, çawa hûn bi pêşnîyarên weha genî derdikeve pêş civakê?
Heyran, şoreş ji zimên dest pê dike û ji bo şoreşgerîyê jî sebir divê, dilsozî divê, duristbûn divê, têkoşîn divê, hewldaneke bê rawestan divê.
Kurd di vê jîyîna kapitalîst de hînî konforê bûne û tirkînivîsîn jî ji bo wan konfor e, lê ez dinerim hûn zana-rewşenbîr-sîyasetvanan jî çavê xwe bera vê konforê didin.
Heta hûn dev ji vê konforê bernedin û nekevin bin vî barê giran, li mala xwe rûnin, bi zimanê xwe karibin û doza tiştekî nekin.
Ha, ev tercîh e, meriv kare hîç bi kurdî nepeyive-nenivîsîne jî, lê divê wê çaxê meriv rêya şaş jî bi ber civakê nexe.
Meseleya qûna mirîşkê û hêka qazê!..
Kurd li ser mirina kurdî bi tirkî dijîn û em baş zanin bi geşbûna tirkî, kurdî lawaz dibe.
Gotina dawî:
Heta hûn bi çavê dijminayî li tirkî nenerin (zana, rewşenbîr, sîyasetvanan) kurdî azad nabe. Û heger kurdî azad nebe, Kurdistan azad bibe jî kurd ê her xwelîser û belengaz bin.
10 Eylül 2020 Perşembe
kenê şeytanî
9 Eylül 2020 Çarşamba
min terka vî bajarî kir
Min terka vî bajarî kir,
dema li sikak û kolanên bajar tenê navên zarokan man bi kurdî.
Min terka vî bajarî kir,
dema li ser tenûran pîrekan hew civat gerandin û zimanê kurdî ma sêwî.
Min terka vî bajarî kir,
dema gundî bûn bajarî û bajarî di bajarên xwe de bi şewba xwekuştinê ketin.
Min terka vî bajarî kir,
dema cîran hew çûn şevbihêrka cîranan û henûnî mir.
Min terka vî bajarî kir,
dema her kes li gorî pereyê xwe peyivî û teresîyê şûna maqûlîyê girt.
Min terka vî bajarî kir,
dema di civatan de nezanan hew hesabê zanayan kirin û zana ji peyvê xeyidîn, hew peyivîn.
Min terka vî bajarî kir,
dema însanan û kûçikan cî guherîn û ji dêvla kûçikan însanan dest bi hestîkojiyê kirin û bext û ûjdanê xwe bi hestîyekî firotin.
Min terka vî bajarî kir,
dema dîn bû kiras û bedenên bêehlaq û bêşexsîyet veşart.
Min terka vî bajarî kir,
dema ji bêkêrîya mêran, jin berî wexta xwe ketin menopozê.
Min terka vî bajarî kir,
dema li ser navê wekhevîyê, qedir û qîmet mirin û xatir û edebê bar kirin, çûn.
Min terka vî bajarî kir,
dema zarokên ji xwîna min, li ser vê axê li şûna xwe şopên neyarên xwe hiştin.
Min terka vî bajarî kir,
dema di şevên vî bajarî de tenê ez li kulmeke hizûr geriyam û ew jî bi destê min neket...