Nîvcomayîn û Rew-şen-bîr
Carinan ez nahletekê li çavê wî yê ji me çêtir tînim û xwe bi xwe dibêjim,
kê çi kir, guh nedê, li kêfa kîrê xwe binere; bixwe, vexwe, bigere, bixwîne, binivîsîne û heger ji qûna te hat, nîyhandina xwe bike,
lê nahêlin...
Her çi tê serê me kurdan, ji ber kesên nîvaqil û nîvkurd tê serê me.
Her tiştê wan nîvco ye;
mejîyê wan nîvco ye,
kurdîtîya wan nîvco ye,
xebatên wan nîvco ne
û ji ber ku her tiştê wan nîvco ye,
ji doza xwe re jî nîvco ne;
tu carî bi duristî, bi dilsozî, bi saxlemî nabin neferek ji neferên dozê; loma jî dawîya wan her tim toz e.
Her tim çavê wan li fen û fûtan, li dek û dolaban e
û li pey berjewendîyên xwe yên ji kesayeta xwe biçûktir bi haweyekî kone û zexel dibezin.
Kesên weha kone û zexel tu carî bi vîn û îradeya xwe tev nagerin;
tev nagerin,
ji ber ku dîn û îdeolojîyan tecawizî kesayet û karaktera wan kiriye.
Hîç nikarin bibin xwe û li ser nigên xwe biedilin, her pişta xwe didin hinekan û li pey hinekan diherin.
Şêx û serokên wan ew hînî mirîdîtîyê kirine;
bi kin û kurmancî kultur û edeba mirîdîtîyê ketîye bin hişê wan, ketîye nav xwîna wan.
Mirîdîtî jî ji pençeşêrê wê de ye anku prosesa piştî pençeşêrê ye.
Wek ku min di destpêkê de jî destnîşan kir, kesên nîvco dibînin, hemû kar û xebatên xwe jî nîvco dikin.
Pirê rewşenbîrên kurd nîvco ne.
Û ev nîvcomayîn problemeke netewî ye; rê li ber nexweşîyên sosyolojîk û travmatîk vedike.
Rewşenbîrên kurd, ji bilî civaka kurd ji her civakê re rewşenbîr in; rewşenbîrtîya wan tenê ne di xizmeta civaka kurd de ye.
Dunig lê dixin.
Ne ji civaka tirkan dûr disekinin, ne jî ji civaka kurdan,
lê bi qasî ji civaka tirkan re kubar û hesas in, ji civaka xwe re ne kubar û hesas in.
Zimanê tirkan ji tirkan çêtir dizanin.
Zimanê tirkan ji zimanê xwe çêtir dizanin.
Edebîyata tirkan ji edebîyata xwe baştir dizanin.
Kultura tirkan (di eslê xwe de ji dizîyê pêk hatîye) ji kultura xwe medenîtir dihesibînin.
Ji tirkan bêtir hebûna xwe di nav ruhekî tirkîyeyî yê entegrebûyî de dibînin û wisa bawer dikin ku bi rêya entegrebûyînê meseleya kurd û tirkan dikare çareser bibe.
Ji tirkan bêtir hewl didin wek tirkan bijîn.
Lê ne xema wan û hîç nakeve bîra wan bê ew kî ne, çi ne, ji ku hatine, zimanê wan, edebîyata wan, folklora wan çawa ye, çi qasî xurt e, çi qasî qedîm e!
Ji mêj de razî ne ji bo bi kirasekî entegreyîbûyî bigerin.
De îja ev celeb rewşenbîr jî xwedêgiravî hewl didin kurdan biparêzin, kurdan li kurdîtîya wan vegerînin.
Rewşenbîrê ku nikaribe bi zimanê xwe bipeyive, bixwîne, binivîsîne, ew ne rewşenbîr e, tenê megalomanekî sextekar ê kwîr e.
De îja...
Wî ruhê wan ê genî yê rezîl mejîyê wan pûç kiriye; di ehmeqîyê de asê mane.
Kesên weha, ne xwe ji dêrê dikin, ne jî ji mizgeftê;
di cavaka tirkan de li pey nav û karîyer û şohretê ne, di civaka kurdan de jî wek rewşenbîr tev digerin;
nanê bêxwê dixwin, tirên şor dikin.
Bi qasî kurdî ji destê kurdan kişand û dikişîne, ji destê kesî nekişand û nakişîne!
Rewşenbîr û Ziman
Doh li ser twîterê ez li twîteke Profesor Abdullah Kiran rast hatim.
Twît ev e:
"Takîpçîlerîmîz onbînî bulmuş/Şopînerên me deh hezarî dîtine."
Xwedêgiravî vî ciwamêrî jî serê xwe bi zimanê kurdî re êşandîye, gelek nivîs, nivîsar, makale û kitêbên wî bi kurdî çap bûne.
Herî dawî li ser ferhengeke onlîne xebitîye û belav jî kiriye.
Mala wî ava be!
Tenê carekê ez bi vî misilmanî re rûniştime û me bi hev re çayek vexwarîye.
Çawa ye?
Xwedan kesayeteke çilo ye?
Fikir û nerîna wî çi ye?
Nizanim.
Belkî ciwamêr ji min û we qenctir, çêtir be jî; jixwe tu problemeke min a şexsî jî bi wî re tune ye.
Doh ez li ser twîterê li vê twîta wî rast hatim û min xwe negirt.
Ma tenê min ew twît dît?
Na.
Ji xêndî min bi hezaran kes...
Jixwe wa ye wî bi xwe jî di twîta xwe de gotîye, "Şopînerên me deh hezarî dîtine."
Yanî bi kêmanî hezar kesî ew twît dîtîye.
Çima ne kesekî din, lê ez?
Heyran,
wek ku min berê jî qal kiribû;
ev civak,
bi saya şêx û serokên xwe hînî kultureke sexte, mirîdane, qeşmer bûye.
Kesên di nav peywendîyekê de bin, tu carî kêmasîyên hevdu nabînin, heger bibînin jî, nabêjin;
Tenê qûnalêsîya hevdu dikin û ji hevdu re li çepikan dixin, pesnê hevdu didin, serî li hevdu mezin dikin.
Mixabin, ez nikarim wek van xwelîseran çavê xwe bigirim û zimanê xwe di ber de jêkim!
Ev ciwamêr, ne profesor, tu dixwazî bila ordûnaryûs be, ziman şaş bi kar anîye.
Vî ciwamêrî di ber kurdîtîyê de por jî spî kiribe, ziman şaş bi kar anîye.
Bi kin û kurmancî,
ev ciwamêr, ne profesor, heger lawê Xwedê bûya jî, min ê jê re bigota, te ev ziman şaş bi kar anîye;
şaş bi kar anîye, ji ber ku bi tirkî fikirîye û hewl daye bi kurdî binivîsîne.
Jixwe piştî rexneya min ez bawer im nuha ew bi xwe jî li xwe mikur hatîye ku ziman şaş bi kar anîye,
loma jî ne li ser twîterê, ne jî li ser facebookê nehat tişt negot.
Tiştekî bibêje jî tune ye jixwe.
Lê di şûna wî de hin nezan û xwenezanên li ber araqê mejîyê keran dixwin û bêhiş dikevin hatin jê re berdevktî kirin û ew parastin.
De îja derd û kula mezin ew e ku
dema yekî baş bi qeydeyên zimên nizane tê li ser serê te dibe pispor û mamosteyê zimên û xwe dihetikîne!
Tu bersivê bidî, tu jî bi wî re dihetikî, tu bersivê nedî, xwe qure dike û xwe bi xwe dibêje, min pişta wî da erdê, li ser şaşî û kêmasîyên xwe rûnişt.
Meriv di navbera xelîl û celîl de dimîne.
Axir,
kesên weha derdên bêderman in.
Divê tu carî bi nîvaqilan re meriv nekeve nav heftûheyştan û nîqaşê.
Narsîstî, egoîstî û kompleksê mala civakê xera kiriye.
Bavê min jî be, heger şaş be, ez ê destê xwe li pêxîla wî xim û jê re bibêjim, tu şaş î.
Û min destê xwe li pêxîla bavê xwe jî xistîye;
Cemîlê ku mêran newêrîbû li ber wî ji xwe re bigota "Ez mêr im!" di wext de min jê re gotîye, "Heyfa te! Tu Cemîlê Hecî Hisênê Îsa yî. Tu maqûl û rêberê eşîra xwe yî, çawa tu li xwe datînî bi filankes û bêvankesên weha qeşmer re bigerî!"
Sar sekinîye, bersiv nedaye...
Erê, ez weha me;
serê min jî tê de bifire, ji şaşîyê re dibêjim şaş e û ji rêya rastîyê danagerim.
Tevna vê civakê xera bûye;
Ne bext maye, ne ûjdan maye, ne jî duristî û saxlemî...
Gotina Dawî
Çima ez nayêm hezkirin, hûn dizanin?
Ji ber ku tevna civakê xera bûye û ez hewl didim wê tevnê serast bikim, ji min hez nakin.
Ji ber ku ez tavê didim qûna megalomanan û wan di nav nakokîyên wan de digevizînim, ji min hez nakin.
Ji ber ku ez ne mirîd im û kurdî û Kurdistanê di ser hemû partî û rêxistinan re, di ser hemû serok û îdeolojîyan re digirim, ji min hez nakin.
Ji ber ku ez bala kesên jîr û zana dikişînim ser xwe, ji min hez nakin.
Ji ber ku jîr û zîrekî karîzma bi xwe ye û jin jî ji kesên karîzmatîk hez dikin, ji min hez nakin û dihesidin...
😉😉😉