Di meseleya Israîl û Filîstinê de serê me tevlihev e; hin ji me piştgirîya Israîlê dikin, hin ji me jî piştgirîya Filîstînê.
Di esasê xwe de her du alî jî ne neheq in; ji ber sekn û helwesteke ehlaqî, merivhezî heq in, mafdar in, lê...
Hin ji me yên nakevin nav her du alîyên li jor min kategorîze kirine jî, ji minafiqî tenê piştgirîyê didin Filîstînê,
lewra hesasîyeta wan a olî hesasîyetên wan ên din û bext û ûjdanê wan difetisîne û bi ser dikeve.
Ê mixabin, ev jî ne pir ehlaqî ye.
Axir...
Şabaş ji sekn û helwesta kesên merivhez û biehlaq re,
lê dixwazim vê jî lê zêde bikim.
Ne Israîl dikare bi vê qir û kuştinê dawîyê li vê zîhnîyeta ereban a misilman a hov û barbar bîne, ne jî ev zarokên guneh ê bikare vê zîhnîyeta hov û barbar normalîze bikin;
lewra ev zarokên ku îroj bi destê israîlîyan tên kuştin, heger bifilitin û li ber destên dê û bavên xwe yên vê zîhnîyetê diparêzin û pîrozwer dikin, mezin bibin, ew ê jî wek dê û bavên xwe bibin parêzger û piştevanên vê zîhnîyeta hov û barbar.
Loma jî çare û formuleke baqilane, ûjdane û bextane divê ji bo têkbirina vê zîhnîyetê.
Lê wek kurdistanîyekî ez dixwazim Israîl bi ser keve; heger na...
em ê nikaribin di nav vê zîhnîyeta bi dîn û îdeolojîyên beradayî hatîye sitirandin, bi aramî nefesê bidin û bisitînin.
Û wer xuya ye, heta agir bi vê pirêzeyê nekeve û serî di binî re dernexe, Kurdistan ê nezê!..
Erê, Devlet Bahçelî bi sekn û helwesta xwe, bi qîrîn û gotin û kelamên xwe pirê caran ji karîkaturekê karîkaturtir e û her weha bi min ji Mûrat Batgî û Deno û Erdal sempatîktir tê, lê hayê wî ji hin tiştên veşartî jî heye.
Ê jixwe navê wî jî belasebeb nebûye "Devlet"!
Îroj di axaftina xwe ya civîna komî de, mîna gurekî harbûyî bi ser hedepîyan de qîrîya.
Erê, belkî bi çeqelîkê xwe ango bi çetellastîkê xwe neçûbe Gazzeyê, lê bi gotin û kelamên xwe yên tesîra wan ji tesîra kevirên çeqelîkê wî xurttir êrîşî hedepê kir.
Lê çi êrîş!
Erê, belkî ez û yên wek min em her tim van tiştan dibêjin, lê dema yekî ne ji me û tew ev ê ne ji me faşîstekî tirkperest be, gotin û tehlîlên wî hîn bitesîrtir in.
Di civîna xwe ya komî de çi got, serok Devlet Bahçelî?
Ma çi negot!
Ciwamêr berê qûna hedepîyan da tavê û weha kerem kir:
"HDPKKyîno! Ka ber bi min ve werin bê çend ji we bi kurdî dizane? Hûn li ser serê kurdan bûne parlamenter lê pirê we bi kurdî nizane. Devê min venekin, haa! Heger ez devê xwe vekim û bipeyivim, hûn ê nikaribin li sikak û kolanên Dîyarbekirê bimeşin. Hûn ê bihetikin. Xelk ê tenekeyan bi qûna we ve girê bide û mîna defê li wan tenekeyan bixe."
Li ser tehlîlên serok Bahçelî hewcedarî bi hin tehlîlan heye, lê kêm zêde yên piçekî aqilê xwe li bêjinga mentiqê dixin, dizanin bê mesele çi ye û digihêje kî derê.
Îja cî ji guhê gê xweştir tune ye.
De ranebe ji wê xewê belengazo!
Min got,
Piştî vê gotinê, tenê ez dikarim bibêjim, bijî serok Bahçelî✌️
Lê ditirsim îja serokê sererd û binerd hêrs bibe û bi wê hêrs û acizîyê xatir ji girava xwe bixwaze, here xwe li nav ava wê bahrê biqewimîne û li derinan bifetisê.
Ya star, ji qewla Şivan Perwer,
lê Şivan jî êdî ne şivanên berê ne piştî oportunîstîya Şivan kifş û eşkere bû.
Ê ne sûcê rebeno ye jî, haa!
Sal derbas dibin, zeman dibihure û ji jin û pereyan hez dike, lê êdî boyaxa qunderan jî hew dikare rîh û simbêlê wî yên bûne hirî binixumîne, mixabin.
Û du sê gotin û kelam jî ji bo Nêçîrvan:
Erê, di têkilîyên navdewletî de hin tişt ji mecbûrîyetê ne û heqê we ye hûn sîyasetê bikin û politîk tev bigerin, lê hewce nake meriv xwe bihetikîne!!!
Bi kirasê dîplomasîyê meriv xwe nake pêkenînê pêkenînan.
Eyb e!
Şerm e!
Ji wê xwîna ku bi sînorên mîsakimilîyê sor bûye, fedî bikin.
Gotina Dawî
Ez dibêjim wextê nivîsandina romana nuh hat; dil weha radigihîne mejî, lê ka bê mejî yê kengî destûrê bide û wê metastazê li bedenê belav bike, nizanim,
lê bi min ne dûr e...
Û êdî gotin û kelam hew di tûr de hiltên!