Bi qasî misqalekê berjewendîyên milî-netewî ne xema Erdogan e.
Derd û xema Erdogan tenê berjewendîyên şexsî ne;
berjewendîyên şexsî di ser berjewendîyên milî-netewî re dibîne, digire,
loma jî,
ne ji Erdogan, ji teresên din bitirsin anku noqê ji teresên din vala bikin;
lewra,
Erdogan çi dike ji bo ji text neyê xwarê dike.
Û ji bo text jî pirê caran bext difiroşe.
Sibê,
heger bizanibe tifaqa bi kurdan re ew ê textê wî xurttir bike, ji xweserîyê re jî, ji eyaletê re jî, ji federasyonê re jî ew ê nebêje na.
Wek min got,
Erdogan li xwe, li berjewendîyên xwe û malbata xwe difikire û berjewendîyên xwe û malbata xwe di ser berjewendîyên milet û dewletê re dibîne, digire.
Heta vir hat fêhm kirin?
De baş e, ez piçekî din pê de herim û meseleyê veçirînim, raxim pêş çavên we.
Ji Erdogan netirsin!
Ji zîhnîyeta netewperest bitirsin
û vê zîhnîyetê jî,
ne AKP, ne MHP, ne jî ÎYÎPARTÎ temsîl dike,
temsîlkarê vê zîhnîyetê CHP bi xwe ye.
Û jixwe hûn dizanin CHP kî ye, tecrûbeyên wê çi ne...
Ji roja ev dewleta barbar ava bûye, li binê hemû fermanên komkujîyan mohra vê zîhnîyetê heye.
Kurd, ermen, suryan, rûm, cihû û hwd...
Ev zîhnîyet bi xwe dewlet e û dewletê temsîl dike;
loma jî,
hemû refleksên wê ji bo parastina hebûna dewletê ne.
Di nav sînorên mîsak-i milî de, ew anku yên bi vê zîhnîyetê jardadayî bûne, her xwedî û efendî ne, yên mayî jî hemû xulam û xulamok in di çavê wan de.
Li gorî hişmendî û zîhnîyeta wan a narsîst û faşîst, kes ne di asta wan de ye;
her kes di bin wan re ye.
Serekê vê zîhnîyetê kurdekî dewşirme ye;
jixwe ji navê wî jî kifş e...
Doh digot,
"Heger di bin çengê me de KURDISTANek ava bibe û ez bizanibim ew ê zirarê bide me, ez ê bi xwe rahêjim çekê û li dijî wê şer bikim!"
Îroj jî rabûye dibêje,
"Ez ji navê KURDISTANê aciz im!"
Û hin kurd jî hewl didin bi vê zîhnîyetê re şirîkantîyê bikin;
jixwe hûn dizanin ez qala kîjan zîhnîyetê dikim.
Ew kurd jî bi hiş û nerîn, bi sekn û helwest, bi fikr û zîhnîyet nêzîkî vê zîhnîyetê ne û bi qasî vê zîhnîyetê ew bi xwe jî ji navê KURDISTANê aciz in,
mixabin!
Di esasê xwe de ez van kurdan jî dişibînim Erdogan û zîhnîyeta Erdogan,
lê bermeqlûb!
Ez baş dizanim berjewendîyên netewa tirk ne xema Erdogan in, lê herweha berjewendîyên netewa kurd jî ne xema van kurdan in.
Erê...
Stara Erdogan di dewlemendî û xurtîyê de ye, lê stara van kurdan jî di misogerîya mîsak-i milî, entegrebûn û asîmilebûnê de ye.
Gotina Dawî
Xwe û zarokên xwe ji van zîhnîyetan ku di esasê xwe de yek in, biparêzin.
Bi stratejîya dijminê dijminê min dostê min e, tev bigerin û ji bo dewleta barbar ji doh û îroj qelstir û lawaztir bibe, destek û piştgirîyê bidin textê Reîs, çendî bextê wî kêm be jî!..