Ji bo xwe bextewar hîs bikin,
ne bedewbûn û çelengbûn li ser bala wan e, ne dewlemendbûn û xizanbûn li ser bala wan e, ne jî têrbûn û birçîbûn li ser bala wan e; her bikêf in, her bicoş in, her devliken in.
Xalê me Sîgmund Freud jî ji gorê rabe û here li ser hormonên qereçîyan/mitriban tehlîl û analîzan bike, ez yeqîn nakim bikare hormonên qereçîyan/mitriban pênase bike.
Berê, me digot "şorbeya qereçîyan"
Ka îja çi diçînin wê şorbeyê ango ew hormon bi wê şorbeyê çalak/aktîf dibin, nizanim.
Axir...
Weleh êdî kezeb û gurçik li me reş bûn; ji mecbûrî em navê xwe datînin Devliken, lê dîsa jî bi zorê ken bi ser devê me dikeve.
Min go,
xwezîya min bi dilê qereçîyan û hew!..
Di civaka kurd de hîn kultura sponsorîyê (ji bo piştgirî û desteka kar û xebatên kulturî/edebî/hunerî) rûneniştîye, lê hin ciwanik û ciwamêrên xwebexş ên ku dixwazin bi qasî hêz û qaweta xwe bibin piştgir û piştevan jî mixabin li berjewendperestên çavbirçî û bêvîzyon rast tên û ew berjewendperestên çavbirçî û bêvîzyon jî li ser navê kurdîtîyê tenê kar û xebatên qels û qeşmerane dikin û zik û binzikên xwe diçêrînin.
Ji ber van xwelîserên berjewendperest ên çavbirçî û bêvîzyon êdî meriv şerm dike here ji bo projeyeke cidî li derîyê ciwamêr an ciwanikekê bixe.
Kar û xebatên wan jî,
ji kultur û edebîyat û hunera kurdî bêtir xizmetê ji wê populîzma wan a fahş re dikin.
Û me jî xwe daye benda mirîşkê ku ji me re hêk bike,
lê wer xuya ye mirîşk jî ketîye menopozê, mixabin!..
Got:
-Devliken, dev ji sîyasetê berde, heyfa te, lo. Ew nivîs û çîrok û çîvanok û pêkenîn û pêkenokên te yên qerfî û erotîk ji serê me û sed bavên me zêde ye. Tu Freudê me yî...
Ez kenîyam û min got:
-Hinek jî dibêjin tu Haydar Dumenê me yî. Ka îja em ê Sîgmund Freud û Haydar Dumen çawa û çilo bi hevdu bidirûn an jî em ê li ser kîjan esasî wan bigihînin hevdu? Ji qewla pêşîyan, "Tir li ku, das li ku?"
Vê carê jî ew kenîya û got:
-Na heyran, na. Tehlîl û analîz û tespîtên te freudane ne. Haydar Dumen tenê dikare bibe fîguran di çîrok û çîvanok û pêkenîn û pêkenokên te de.
Vê carê jî em her du bi hev re kenîyan û berî em xatir ji hev bixwazin, min got:
-Carinan sîyaset jî di rengê masturbasyonê de hewce ye, lê...
tenê di rengê masturbasyonê de!
Pirê caran masturbasyonek ji nîyhandineke zororgazmbûyî çêtir, xweştir û bizewqtir e, loma jî,
zorê nedin kîr û quzê xwe; heger ew nîyhandin ê we bi cizbeke îlahî nexe!..
Gotina Dawî
Bêkarakter pir in û desthilat in û her weha ew bi xwe jî dizanin him pir in, him jî desthilat in.