"Divê em çi fêhm bikin ji lidijderketina Aynur Doganê? An jî lidijderketina Aynur Doganê tê çi wateyê?"
De ka du deqeyan guhê xwe bide min û li min guhdarî bike, rêzdar Alî Fikrî Işik.
Şîfreyên lidijderketina Aynurê çi ne?
Ew tirkên li dijî Aynurê derdikevin, peyameke eşkere radigihînin: dibêjin hûn kurd in, em jî tirk in; tu carî em ê we ji xwe nehesibînin û wek xwe nebînin.
Ew tirkên li dijî Aynurê derdikevin, dibêjin, hûn kole û xulam in, em jî efendî û xwedan in; ji bo konfora me hûn ê tenê bixebitin.
Ew tirkên li dijî Aynurê derdikevin, dibêjin, Tirkîye ya tirkan e û xwe bi xwe hûn xwe asîmile bikin û heta qirika we biqete û biqîrin bibêjin em tirk in jî, li ber çavê me hûn ê her kurd bin.
Lê...
Xwezî bi qasî tirk a dilê xwe dibêjin û dijminatîya we dikin, xîret bi we re jî çêbiba û we jî xwe nas bikira.
Îja ka aqil!
Wer xuya ye tirk jî êdî dibînin sêhra serokê sererd û binerd belav dibe û roj bi roj tav dide qûnê, kurd pê dihisin bê çi baloneke xapînok e, radibin hewl didin wî ji nû ve li ber dilê kurdan şêrîn bikin.
Lewra...
baş dizanin bi saya serê Evdila bi genetîka kurdan lîstin, kurd ji kurdbûnê dûr xistin.
Lê...
dibînin roj bi roj kurd ji wê xewa bindestîyê, ji wê xewa hêsîrîyê şîyar dibin û ji ser şopa Evdila vedigerin.
loma jî...
bi vê şîyarîyê hesabê wan ê malê û hesabê wan ê sûkê yê li hev dernekeve...
Gotina Dawî
Erê, berê pêgirtin para me bû, lê êdî hûn piçekî pê bigirin û sebra xwe pê bînin!..