Ne li ber sîya kesî pal bidin, ne bi sîya kesî xwe mezin bikin, ne jî bibin sîya kesî.
Rewşenbîr!
Heger tasa ava xwe û kurtêlê nanê xwe bi sifreyên dewlemendan neguherî û ji bo berjewendîyên şexsî pişta xwe neda desthilatên li ser text, ew e rewşenbîr;
na heger qîma xwe bi tasa ava xwe û kurtêlê nanê xwe neanî û li ser sifreyên dewlemendan çav berda ava di taseke zêrîn de û nanê di sênîkeke porselen de, ew ne rewşenbîr e, ew kurtêlpivîn e.
Min got,
"Seadet, tişt wek xwe nema, her tişt hat guhertin; ne eşîr eşîrên berê ne, ne mêr mêrên berê ne, ne jî jin jinên berê ne..."
Got,
"Hahew! Te dîsa kul û derdên min tev rakirin, Devlikeno. Rehmetîyê bavê te digot 'eşîr çilvirî ye.'
Ma qey ne xebera wî bû! Êdî mêr di hundirê çakêtan de req û beloq disekinin. Çakêt ji ber mêran fedî dikin.
Li sûka çakêtan xwedîyên çakêtan top avêtine; kes nema çakêtan li xwe dike; çakêtê ku tenê heqdirûna wî bi komek pere, bi 10 wereqan difiroşin lê dîsa jî kes newêre bi sî û starê wan keve..."
Min got,
"Le jin?"
Got,
"Tew jin! Tew çi xweşik devê xwe xwar dike û dibêje jin!
Çi jin û çi hal, jinkok jinkok! Weleh me gişa zarok anîn, lê ne bi vê xezebê!..
Tu di ber dibistanan re derbas dibî, ji zarokan bêtir li ber derîyê dibistanan jin hene. Li hewşa dibistanê xwe digihînin hev û li ser fesadîyê hevdu perwerde dikin.
Na na heger di wext de min jî wek van jinan bi destên we girtibûya û min hûn biribûna û anîbûna, nuha dîplomeya min a profesorîyê hebû. Ew ji zarokên xwe bêtir li dibistanê ne. Wey tufîî!"
Gelo rojekê rêya min jî bi Kurdistanê keve, Nêçîrvan Barzanî yê min jî li meqamê xwe biezibîne?
Erê, ne qûnalês û durû û berjewendperest û bazirgan im lê qet nebe min kirasê kurdî kişandîye ser ruhê xwe, lê...
ma kurdîbûn û kurdbûn xema kurmîyan e, lo te serê min xwaro!
Kî dikute kiras, kî dine ruhê kurdî û kurdîtîyê!
Dem dema şeqşeqok û hekhekok û şinek û şelafan e!..
Vî zemanî huner ne karê hunermendan e;
huner, xwebazarkirin û xwexweşfirotineke jîrane ye.
Ê weleh heyran!
Ji qewla urfayîyan, ev çito huner ji qûna min nayê!
Nîşane û Semptomên Bêxîretî û Xwelîserîyê:
- Li ser axa te navê axa te li te qedexe bike lê dîsa jî tu bi zimanê dagirkerî bijî!
- Bi hezaran gundên te bişewitînin, xanîyên te bi ser serê te de hilweşînin lê dîsa jî tu bi zimanê dagirkerên xwe biêşî, bigirî!
- Li pêş çavên te dê û jin û xwehên te tazî bikin lê dîsa jî tu rabî bibêjî ziman ziman e, çi kurdî çi tirkî!
-Di nav destên dagirkeran de bibe qareqar û warewara te, dest biavêjin namûsa te, qîrîna te here di guhên bav û bira û mêrê te de olan bide lê dîsa jî tu pesnê zimanê dagirkerên xwe bidî û xulamtîyê ji ziman û edebîyata wan re bikî!
- Bi salan ji ber kurdbûna xwe/kurdîbûna xwe dagirkerên te, te di hefs û zindanên xwe de birizînin lê dîsa jî tu rabî hemû çalakî, xebat û sîyaseta xwe bi zimanê dagirkerên xwe bikî!
Dîsa tufîî!
Gotina Dawî
Ev zêdeyî mehekê ye ji ber tiralîya xwe û bêxemîya xwelîseran min navber dabû nivîs û nivîsînê...
lê heger bayê reş bi min nekeve yan jî ez bi ber bayê reş nekevim, ji nuha şûn de wek berê pirê caran ez ê ya dilê xwe lê carinan jî ya dilê we binivîsînim û bigihînim ber çavên we.
Ka îşev bi vê quzilqurtê bi xwe xweş bînin, heta ku hêdî hêdî lê germ dibim.