“Req! Req! Req” deng bi derî ket…
Xatê, teşta mîqa danîye ber xwe, nigekî xwe li xwe pêçaye, nigê xwe yê din jî bi ber teştê ve radaye û şepeşepa wê ye, kincan dişo.
Hêdîka destên xwe ji nav ava teştê kişand û nigê xwe yê qerimî rast kir û hewl da rabe ser xwe, lê pişta wê ketibû ber wê, bi zorê rabû li ser xwe edilî û nigên xwe bi xwêr re kişkişand û ber bi derîyê hewşê ve çû.
“Req! Req!” lê Xatê nehişt cara sisêyan reqînî ji derî bê, destê xwe avêt isqateka derî, derî vekir.
Bi vekirina derî re, mêrê wê Haşim bi wî qilafetê xwe yê mîna qilafetê hirçekî devê derî zevt kiribû, got, “Surpîzz!” û di bin simbêlan de bû hîrtehîrta wî kenîya.
Xatê got:
-Ma tu dikî bixurifî, Haşim. Derî vekirîye û tu hatîyî li ber derî sekinîyî, reqereqa te ye, tu li derî dixî. Ma qey pir zor e tu destê xwe biavêjî wê îsqateka derî, hi ii? Jixwe ji sibeha Xwedê de di ber şuştina van kincan de pişta min ketîye ber min, bi ser de jî ev haweyê te. Bêlome be!
Û bû niçeniça Xatê.
Haşim got:
-Ê keçê, bi serê seyda, tu ji surpîzan jî fêhm nakî, haa! Ma ku min li derî nexista, çi mahneya surpîzê dima!
Xatê got:
-Çi çi çii ii? Surpîzz!! Îja surpîzz! Jixwe hew surpîza me kêm bû.
Haşim ji nişka ve xwe bi hêla çepê ve hop kir. Xwe ji devê derî da alî. Bi hopkirina Haşim re, Xatê û bûka serbixêlî rûbirûyî hev man.
Haşim got:
-Roja te ya xoşewîst û evîndaran pîroz be, Xatê! Û ev dîyarî jî ji bo te.
Xatê got:
-Hi ii!
Haşim got:
-Bi Xwedê ez pir fikirîm. Min got ez gurzek gul û çîçek bibim, ez fikirîm, min got weleh ev pir klasîk e. Ji bo fîstanekî min got ez perçeyekî bikirim, dû re min got jixwe tu tim li malê yî, naçî derekê; kar û sixleta malê û xwarin û vexarin û veşuştina zarokan, zehmet e. Min got ez cotek bazin bikirim, lê ew jî neket serê min, min got ew jî nabe. Ma bîst û çar seetan ji ber şuştin û veşuştina zarokan û kincên wan destên te ji nav ava gû û pîsî dernakeve; ma zêr û gû! Axir, min got a baş ez ji xwe re jinekê û ji te re xizmetkarekê bînim ji her tiştî çêtir û qenctir e.
Xatê got:
-Waa!
Haşim:
-Ê erê keçê. Ma dinya ji çi re ye? Hema tim kar û kar û kar. Ma heta kengî? Piştî emrekî hewce ye meriv li rehetî û isreheta xwe jî miqate be, wîî. Ji nuha pê ve ew ê ji dêvla te zarokan çêke. Ew ê ji dêvla te kar û sixleta malê bike. Ew ê ji dêvla te serê min bişo. Û carinan jî ziviztanan em ê bi hev re têkevin nav nivînan; kêfê li ser kêfê bikin.
Xatê destê xwe kir newqa xwe, li xwe zîvirî û xwe avêt ser teqleyan, ber bi derîyê malê ve meşîya. Berî derbasî hundir bibe di ser stuyê xwe re zîvirî, li hêla derîyê hewşê nerî.
Xatê got:
-De wa ye teşt li wir e. Min nêvî şuştibû, nêvî maye. Xwedê ji te û haziran razî be. Ez herim piçekî ji xwe re pal bidim.