Di esasê xwe de ez ji rojên sembolîk hez nakim,
lê...
dema mijar dibe Qazî Mihemed an Mîr Celadet an jî Qasimlo, mixabin ez nikarim bi xwe û xwe mecbûr û berpirs hîs dikim çend gotin û kelaman li ser wan bibêjim, binivîsînim.
"Bixwînin! Bixwînin! Bixwînin!" gotibû û em temî kiribûn,
lewra baş dizanîbû tenê xwendin û zanîn dikare derîyê serketin û serfirazîyê li ber miletekî veke û wî miletî bigihîne qonaxa xwezanîn û xwenasînê.
Dîzanîbû xwenasîn ji xwendinê dest pê dike
û ji bo zarok û nevîyên wî li ser ruhê wî welatekî azad û serbixwe ava bikin, di wesîyeta xwe de ji wan re got:
"Bixwînin! Bixwînin! Bixwînin!"
Wî dixwest bi xwendinê zarok û nevîyên wî xwe nas bikin û bi wê xwenaskirinê li wî zêde bikin; wek hin barûteyan çavê xwe pîs nekir û ji bo li ser textê xwe genî nebe çavê xwe bera nezanîn û xwenenasîna miletê xwe neda.
Ferqa wî ji yên nuha:
Wî dixwest zarok û nevîyên wî bixwînin, bi xwendinê xwe nas bikin, xwe zana bikin û bi wê zanînê jî xeyalên wî yên nîvcomayî nîvco nemînin; him zarok û nevîyên wî bigihêjin miradê xwe, him jî ruhê wî şad bibe.
lê yên nuha...
Tenê li pey nav û textê xwe ne.
Zarok û nevîyên Qazî çi qasî ji xwendinê dûr bisekinin, ew qasî bi kêrî van barûteyan tê,
lewra...
Ew li ser zîhnîyeta mirîdîtîyê diçêrin û hebûna xwe weha diparêzin.
Qazî koç kir, çû, li pey xwe bi dehan partî û rêxistin hiştin.
Lê tu carî ew partî û rêxistin ji Kurdistanê re nebûn derman û çare;
Dagirkeran Kurdistan di nav xwe de kir çar perçe, lê heyf û xebînet, partî û rêxistinan her perçeyek kir çar perçe.
Û...
"Kurdistan bar kir, çû û nema!"
Şêr di qefesê de jî şêr e!..
Piştî rehmetî ji alî bêbavên faris tê girtin, wî derdixin mahkemeyê.
Heyeta mahkemeyê bi haweyekî veşartî- qesta wan Mistefa Barzanî ye-, ji rehmetî re dibêje, "Bêyî destûra dewleta Îranê çima te bîyanîyek derbasî nav sînorê dewleta Îranê kiriye?"
Rehmetî bi wî dilê xwe yê kurdistanî dibêje:
"Kurdistan mala her kurdî ye, dilê kê bixwaze, dikare ji odeyeke wê derbasî odeyeke wê ya din bibe."
Ev gotin dibe xwîn û dadiwerive nav mejîyê heyetê...
Erê, zemano!..
Dagirkerên Kurdistanê, tirk û ereb û ecem in û her sê qewm jî di esasê xwe de misilman in, lê teva ku kurd bi xwe jî çûne ser dînê wan, rehmetî ji qewmê xwe re dixwaze bibêje bi dîn û dîyaneta wan bawer nebin, loma vê gotinê ji zar û nevîyên xwe re dibêje:
"Heger dijmin hezar carî destê xwe li quranê bixin û bi quranê sûnd bixwin jî, hûn ji wan bawer nekin."
Lê hezar mixabin, em hîn û hîn jî di nav rûpelên quranê de qewmekî mirî ne.
Gotina Dawî
Ji dêvla em guharên zîv û zêr dixin guhên xwe, di wext de me çend gotin û şîretên Qazî kiribûna guhên xwe, îroj em ê ne li bin text, li ser text bûna.
Gotina Herî Dawî
Xwezî bi Qazîyan!..