Li Qosera Mêrdînê çêbûye. Li sikak û kuçe û kolanên Qoserê bi firê ketîye. Di zanîngeha Beykent a Stenbolê de beşa sînema û televîzyonê xwendîye. Nuha jî di zanîngeha Stenbolê de beşa erdnîgarîyê dixwîne. Ji xêndî nivîskarîyê herweha sînemager e. Bi navên Doxînsistîzm, Xwelîserîzm, Xweşzûgotinokîzm, Leylan û Peyvforîzma pênc kitêbên wî çap bûne. Bi navê ''Reş û Şîn'' û ''Mirîd'' du fîlmên wî hene. Herweha senarîstê fîlmê ''Xof'' e. Li Stenbolê dijî.
30 Ekim 2020 Cuma
ji civata min û seadetê ya vê nîvrojê
29 Ekim 2020 Perşembe
li ser krîtîka çîgdemê
28 Ekim 2020 Çarşamba
manîfestoya xwelîserîyê
Manîfestoya Xwelîserîyê:
Êdî mû bi zimanê min ve şîn hat, lê xuya ye ehmeq ê ji ehmeqîya xwe rizgar nebin.
1-Ez Devliken im û bi tena serê xwe me.
2-Ne endamê tu partî û rêxistinê me.
3-Ne pişta xwe didim bakur, ne didim başûr, ne didim rojava, ne jî didim rojhilat.
4-Kî ji kê re dibêje "serokê min" kare bibêje û ne xema min e. Çawa ez ne endamê partî-rêxistinekê me, herweha ez ne mirîdê serok merokan im jî.
5-Ez deve me û bi serê xwe me. Dilê min çi bixwaze wê dikim.
6-Îdeolojî û sîyaseta we serê we bixwe. Ne îdeolojîst im, ne jî siyasetmedar; loma neyên di rûpela min de masturbasyona politîk nekin.
7-Ne mecbûr im wek we bifikirim. Herweha hûn jî ne mecbûr in wek min bifikirin.
8-Bi wî mejîyê xwe yê di qûna mirîşkekê de hilnayê bi sî û starê min nekevin, hûn ê bixesirin.
9-Zimanê min tûj û çepel e. Bi zimanekî nerm û hênik serhişkîya vê civaka bi kompleks jê nare. 10-Şêwaza min ev e. Her kî ji vê şêwazê aciz e, min bi destê wî negirtîye, bila strana "berçem berçem diçûme, benîştê xwe dicûme" bibêje û bêyî ku bi wî bihisim, biqeşte here.
11-Ez qebûl im, terza min, jiyîna min bi we ecêb tê, lê terz û jîyîna we jî bi min ecêb tê, loma jî ev ne problema min e, ev problema we ye.
12-Kî çi ye, kî çi dike, ew e û ji xwe re dike. Bila tu kes xwe li ser serê tu kesî xwe neke tiştek. 13-Kurdbûna xwe û hewldanên xwe yên di ber kurdîtîyê de nekin serhevdayî. Heta derekê erê, lê hûn zêde ji ser xwe herin, mafê min û mafê yên wek min heye em ji we re bibêjin, "Kurdbûna we serê we bixwe!"
14-Xwendin û zanîna we têra we dike nake nizanim, lê têra min nake. Her kî bi xwendin û zanîna xwe bajo ser min û quretîyan bike, ez ê bi ser mejiyê wî yê ku bi xwendin û zanînê terbiye û perwerde nebûye de masturbasyonê bikim.
15-Qûna we qûna mirîşkê ye, ji bo hêka betê zorê nedin qûna xwe, heger ew hêk di wê qûnê re were jî, ew qûn ê êdî doza tiştine din bike. Li xwe, li qûna xwe miqate bin. Ew qûn ji bo qirêjiya hundirê we yê genî ji we re lazim e, ne ji bo fihêlên fahş.
16-Bixwînin, lê ne ji bo zimanê we çend peyvên xemilî bike, bixwînin ji bo asoya we fireh û kesayeta we jî bibe xwedan sekin û helwest.
27 Ekim 2020 Salı
ger û geşt
24 Ekim 2020 Cumartesi
dil
Wênesaz tabloyek çêkirîye.
Mêrekî navosere li ber derî sekinîye, ji bo derî veke û têkeve hundir, destê xwe avêtîye çemlê derî, lê çemil tune ye.
Rexnegirekî hunerê ji wênesaz dipirse:
"Tablo xweşik e, lê ez tênegîhaştim bê te xwestîye tu di vê tabloyê de çi bibêjî. Çima çemlê derî tune ye? Bi bawerîya min te ji bîr kirîye çemlê derî çêbikî. Qey ev derî yê hîç li vî ciwamêrî venebe?"
Wênesaz bi bişirîn lê vedigerîne:
"Ev ciwamêr ne li ber deriyekî ji rêzê ye. Ev derî dilê însên sembolîze dike. Ji ber ku tenê ji alîyê hundir ve vedibe, pêdivî bi çemlê derveyî derî tune ye." û berdewam dike, "Heger ew derî ji alîyê hundir ve li we venebûbe, hûn nikarin têkevinê!.."
Bi kin û kurmancî,
her tiştî bi dilê xwe bikin, da ku hûn bibin dil...
23 Ekim 2020 Cuma
xwebûn
22 Ekim 2020 Perşembe
piştî evîneke mirî-name 2
Berxê min!
Şadî û jana min!..
Ka tu?
Ka dengê te?
Ka pêjna te?
Ka çima tu li berxa xwe napirsî?
Tu li ku yî, çi dikî, di çi rewşê de yî, haya min ji xwe çêbike...
Tenê gotineke te yê bes be ji bo kirasê bextewarîyê li jana xwe bipêçim.
Min bêrîya te kir, pir!
Ez bêrîya te dikim!
Min bêyî xwe nehêle.
Derkeve derve û çend gotinên xweş bi ber bê de berde, bila xwe bigihînin dilê min...
Tu zanî, doh xwişka min hat.
Piştî bi mehan min xwarin xwar.
Min ji wê re qala çîrokên te kir, ew çîrokên ji kena hêsiran di çavên me re diavêt.
Ji doh şev vir de em dikenin.
Min ji wê re qala Hecî Remo jî kir.
Êdî ji ken mecal tune bipeyive.
Tê bîra te, carekê te ji min re gotibû,
"Me çi guneh kiribû em bi agirê vê eşqê şewitîn?"
Berê ez jî wek te difikirîm, lê dû re dema ez fitilîm û min li pey xwe nerî, min şukurîya xwe anî.
Ji bo ez vî ezabî heq bikim, min çi guneh kirin, nizanim, lê ev eşq ji bo min xelateke xwedayî bû, ez werê qebûl dikim.
Êş û jan û ezabê wê bi xwe jî taybet bû. Diêşim, lê bextewarî difûrê ji vê êşê.
Wê şevê destê sibehê min tu di xewna xwe de dîtî.
Li qiraxa bahrekê tu rûniştîbûyî.
Ez dimeşîyam,
piştî çend gavan ez dizîvirîm min li te dinerî.
Di bin awiran de bi xezebekê te li min dinerî, nikarim pênase bikim...
Ji janê ez çeng bûm ser xwe.
Ka bê canê min, dilê min, kezeba min bi çi xezebê şewitîye, min serê xwe danî ser bahlîfê, demeke dirêj ez girîyam, ji îskeîska min banga melê fetisî di wê berbangê de.
Ji hêsirên min ên belengaz bahlîfa ber serê min şil û pil bû.
Û wê kêlîyê dilê min bi min û te şewitî...
Erê, berxê berxa xwe,
di vê jîyanê de bi haweyekî bû qismet min tu dîtî, kin an dirêj hîç ne xem e, ev bi xwe jî hêjayî zir emrekî ye û anuha ez serî deynim û xatir ji vê jîyanê bixwazim jî, hîç ne poşman im, berevacî ez ê xwe bi siûd û bextewar hîs bikim....
Heger li vê jîyanê em careke din hew bi rû hev bikevin û nebe qismet careke din em hevdu bibînin, hêvîya min ji yezdan ew e piştî mirinê li jîyana nuh berî her kesê herî zû ez te bibînim,
lê dîsa bibe dildarê min,
bibe hezkirîyê min,
bibe berxê min.
Min bêhna te hîs kir...
Hebûna te...
Sîya te...
Her cara tu dihatî mala min bi bêhna toprihanê mest dibû hundirê mala min.
Tu dildarê min î,
tu yê her dildarê min bimînî,
wê rojê destê sibehê dema tu hatî xewna min, min fêhm kir.
Heta hetayê, careke din bi sî û starê min nekevî û ez rûyê te nebînim û herweha dengê te nebihîzim jî, sîya te yê her li ser vê malê kon vegire.
Û di dilê min de hebûna te yê hîç kêm nebe.
Pir şad im ku di vê jîyanê de ez li te rast hatim, hêja bû...
Piştî ew qas êş û jan ku ji êş û janê wê de ezabekî dojehî bû, çawa dilê min nesekinî, ez li xwe şaş û cêbmayî dimînim.
Dema difitilim, li pey xwe dinerim, heger zemên em paş ve bibira, ez ê nefikirîyama û dîsa min ê bi destê te bigirta...
Tu welatê min,
tu zimanê min,
tu dildarê min,
tu her tiştê min bûyî!...
Tu di hundirê canê min de canekî veşartî bûyî.
Tu aîdî min, aîdî rabirdûya min bûyî...
Ruhê min î tu.
Berxê min, ya herî xerab çi ye, tu zanî?
Evîn û evîndarekî ew qasî ji bo te hêja û bi qîmet mixabin jîyan jî neheqîyê lê dike û dest û nigên meriv girêdayî ne û tenê bi haweyekî bêçare meriv lê dinere,
li bêçaretîya xwe...
Li ser rûyê vê erdê me bihuşt jî dît,
dojeh jî!..
Êdî ez ji qederê bawer dikim, ji her tim bêtir.
Axir...
Çû, çû qedîya...
Em şîyar bûn.
Ji henûnîya tavê xuya ye wê rojeke pir xweş be...
Gaveke din em ê herin ji firnê nanê germ bikirin,
te dît ew firneya ku her sibeh me bi destên hevdu digirt û em diçûnê...
Piştî taştê em ê herin behrê.
Û berêvarî jî himam,
belkî bi lûfikê wê jana xwe li bedena in pêçaye sivik bibe.
Ji dêvla me ez ê bi pêlên behrê re bipeyivim.
Êdî ji berê çêtir im
û roj bi roj baştir dibim.
Hay ji xwe hebe, berxê berxa xwe!..
21 Ekim 2020 Çarşamba
ji amedê ber bi mêrdînê ve
piştî evîneke mirî-name 1
Berxo!
Piştî ew qas rojên xweş û bîranînên xwedayî ku zû bi zû nabe qismetê kesî, qonaxa em hatine lê sekinîne û rewşa îro em tê de, hîç ne bi dilê min e û zora min dihere, diêşim.
Heger heta talîya emrê xwe em careke din bi rû hevdu nekevin jî, ez naxwazim her tişt bi carekê bibe kulmeke hîç û ez ê nehêlim ew qîmetê me dida hev û ew bîranînên xweş î xwedayî were jibîrkirin.
Ez bawer im bi qasî em vê yekê heq dikin me hez kir.
Heger bi dilê te be û tu destûrê bidî, heta mirinê ez dixwazim li eşqa xwe xwedî derkevim û vê eşqê ji hemû qirêjîyan biparêzim.
Dema ez li xwe zîvirîm û min li pey xwe nerî, ne gir û rik û nefretê, ez dixwazim bêrîyê hîs bikim.
Û ku ez tengijîm û dilê min hew di qefesa sînga min de hilat, dixwazim du gotinan binivîsînim û dilê xwe ji te re vekim.
Eşqeke bêsiûd bû, mixabin!
Lê çendî bêsiûd be jî, eşqa rasteqîn bû!
Berxê min!
Dildarê min ê bi qasî min bextreş!..
Tu nizanî bê çi qas gotin kom bûne di dilê min ê di qefesa sîngê de hefsî.
Û ji kîjanê dest pê bikim, ez nizanim.
Roja min vê nameya ji te re bi rê kir, ez ne şaş bim, tu ketibûyî kezeba rêyeke ne dîyar, rêyeke bi mij û dixan...
Qederê!..
Belkî jî mîna evîna di ''Sîya Evînê'' de derbas dibû, ne eşq bi xwe, sîya wê bû ya bûbû qismetê me.
Carina jîyan mîna girêkekê dikeve qirka meriv, ne wisa?
Ne meriv kare daqurtîne, ne jî meriv kare derxe.
Gelo jihevdûrketin çi ye?
Di qirka te de girêkek e, yan diltepîna dil e, jihevdûrketin?
Ka bibêje dildarê min ê bextreş, tu di çi halî de yî?
Rewşa te çi ye?
Hêvîya min ji Xweda ew e tu baş bî, lê ez ji rewşa xwe zanim, ez çawa bim, tu jî mîna min î, ne kêm, ne zêde...
Çi wexta ez te meraq dikim, ka bê tu çi dikî tu çawa yî, her tim ez berê xwe didim dilê xwe, li rewşa xwe ya ez tê de dinerim.
Min ji xwe re digot, ez çawa bim, nuha ew jî weha ye.
Li vî bajarî, li vî xanîyî tu der û dever nema ye ku şopa te lê çênebûye, zalim lawê zaliman.
Dema ez vegerîyam malê, bi vê hîsê ez li êş û xezeba vê eşqê hilkumîm û mîna mirîşkeke serjêkirî perpitîm.
Dîwar...
Mirêk...
Mitbex...
Şaneşîn...
Komputer...
Asansor...
Perav...
Rê...
Bexçe...
Hawiz...
Rojên ewil dil û bedena min bi êş û êşkenceyeke ecêb jan da, lerizî.
Min bi xwe re şer kir.
Min xwe perîşan kir.
Min çav û guhên xwe ji her tiştî re girtin, lê ez carekê li hîsên xwe hilkumîm ku jîyîna bi te re di binê hişê min de hêlîn çêkirîye. Ne tenê li ser dil û mejîyê min, li ser canê min, li ser dîwarên xanîyê min, li nav bexçeyê hewşa min, li hundirê mala min û li ser ruhê min kon vegirtîye, te...
Piştî demekê ez ketim rewşekê, êdî ruhê min hew di bin barê wî ezabî de rabû, li ber wî ezabî min çong da.
Berxwedana min têk çû, ez radestî "me" bûm.
Ez dibêjim ev qonaxa ez gîhaştimê, qonaxa herî dawî ya êş û janê bû.
Piştî wê nameya wê rojê, ez wê sibehê bi rengekî din şîyar bûm, êdî ez ne ya berê bûm.
Êş veguherîbû dilşadîyê.
Min xwe bi xwe biryar da ku ez ê bi bîranînên xwe re, bi eşqa xwe re, bi bîra xwe re, bi bedena xwe re û bi mal û bexçe û dîwarên xwe re û bi perav û rê û bi te re li hev werim.
Piştî wê nameyê min tovên aştîyê li ser dilê xwe reşand, ez bûm xwe, xweya berê.
Eşqeke wisa bû qismetê min ku di gerdûnê de zû bi zû nabe qismetê kesî.
Bi bedena xwe û bi ruhê xwe...
Ez vê eşqê ji alîyê Xwedê ve wek xelatekê qebûl dikim, xelateke îlahî.
Û ez li kîjan devera dinyayê bim, piştî mirinê ez nizanim, lê heta mirinê pêwîst bû ez bi bîranînên xwe re di nav aştîyê de bûma û ez ê wer jî bikim, ez ê te û bîranînên xwe biparêzim, ji ber ku jîyîna bi te re pîroz bû.
Piştî vê xelata îlahî nedibû min berê xwe ji te û bîranînên xwe biguherîya.
Belasebeb bi rojan min ev ezab kişandîye. Ji dêvla min şukurîya xwe anîbûya, min di navbera xwe û wê bihuşta bîranînan de bendek lêkir.
Erê, ezab!
Tiştê min anî serê xwe ezab bi xwe bû.
Û ji bo ez vê bêhuzûrîya xwe çareser bikim, pêwîst bû heta mirinê ez li eşqa xwe, li wê xelata îlahî xwedî derketima...
Piştî min ev name bi rê kir, ez ketim rêwîtîya bîranînan, min hemû bîranîn ji binê bîrê derxistin; wek nuh ji dawa dêya xwe bikevim, min xwe bi huzûr hîs kir. Û ji nû ve min hemû bîranîn mîna meriv li fîlmekî binere, anî bîra xwe.
Yek bi yek, ji serî heta binî...
Xwe bi xwe min got, "Evîn ji ya min e, evîndar jî yê min e û wê heta mirinê jî yên min bin!.."
Ji nuha şûn de tu li ku bî, tu bidî pey kê, heta hetayê ez careke din te nebînim jî, heta mirinê tu yê berxê min bî, tu yê yarê min bî û ez ê xwe yara te bihesibînim, ez ê nehêlim ev hîs bimire.
Bi başbûn û dilşadbûna te bêhna min ê fireh bibe.
Ez ê her tim ji te re binivîsînim.
Heta ez hebim bi haweyekî nivîsên min ê xwe xwe bigihînin ber destê te.
Berxê min!
Hêla min a herî stemdar.
Baskê min ê şkestî.
Bêçaretîya min!..
19 Ekim 2020 Pazartesi
hema wilo
Di fîlmê "Lovîng Vîncent-Ji bo Vîncent bi hezkirin" de karakterê fîlm weha dibêje:
"Di çavên gelek însanan de ez kî me gelo?
Ne tu kes im.
Hîçek im, kesekî hîç ne hêjayî hezkirinê me.
Yekî di vê civakê de ji xwe re cîyek nedîtîye û wê hîç nebîne, bi kin û kinayî, pîsekî dera hanê me.
Baş e naxwe, heger em bibêjin ev hemû rast bin jî, wê çaxê rojekê ez ê di berhemên xwe de nîşanî we bidim bê vî netiştekî, vî zirhîçî di dilê xwe de çi dihewand..."
Anku,
bi kurmancîya em ji hevdu fêhm dikin, karakterê me xwestîye bibêje, li hember nivîskar û hunermendên xwe bi haweyekî pêşhukmî tevnegerin.
Dema bi hêza mejîyê xwe xeyal û fantezîyên xwe li berhemekê bar kirin û ew berhem hat ber destê we, ne nivîskar û hunermendên xwe têxin nav qaliban, ne jî xwe di nav qaliban de bifetisînin.
Nivîskar û hunermend bi haweyekî hosteyî başî û xerabîyê, xweşî û nexweşîyê radixin pêş çavên we û ji we re dibêjin, kesayeta xwe biçêrînin,
li gorî zanîn û tecrûbeyên xwe...
Lê dema bi haweyekî hosteyî ji we re dibêjin kesayeta xwe biçêrînin,
di helwest û şêwaza wan de şîret tune ye.
Kesayet zane, yan jî nizane çi jê re hewce ye-çi jê re ne hewce ye.
Min got,
heger nivîskar nivîskar be, hunermend hunermend be...
Gotina dawî:
Heger we li vî fîlmî nenerîbe, lê binerin, hûn ê poşman nebin...
Û qaliban di hundirê qaliban de asê nekin.
18 Ekim 2020 Pazar
erê
17 Ekim 2020 Cumartesi
dendikên cebeş mebeş zebeşan
16 Ekim 2020 Cuma
hêvî û daxwazên seqet
15 Ekim 2020 Perşembe
kurd û îslam
Tu kesî bi qasî kurdan dînê îslamê bi însanetîya xwe xweş nekirîye.
Însanetîya kurdan îslam bi haweyekî henûn û rehmanî nermijandîye
û bêhna xweş, tenê li cîyê kurd lê dijîn ji îslamê difûre...
Kurdan kirasekî henûn î rehmanî li îslamê kirine.
Rojekê emojina min û lawê xwe yê biçûk li hêwanê rûniştine, li ser meseleyekê dipeyivin.
Ji bo lawê xwe li ber xe û wî qanih bike, emojina min qirikê li xwe diqetîne, lê lawê wê yê fiqur her li ser a xwe ye, ji ya xwe danayê.
Emojna min xwe acîz dike, bêhn lê teng dibe û bi hêrs destê xwe ber bi jor ve bilin dike, dibêje, "Bi wî Xwedayê jor!.."
Lawê wê hîç xwe naêşîne, li jor dinere û di dev de dibêje, "Jora me beştên xanî ne, Xweda meda ne xuya ye..."
Jixwe emojina min li ber derîyê hêwanê yê derdikeve derve rûniştîye.
Ku lawê wê wer dibêje, hebikekî din xwe bi xwêr re dikişkişîne, serê xwe di derî re derdixe û destê xwe ber bi esîmanan ve bilind dike, dibêje, "Ha bi vî Xwedayê jor!.."
zîhnîyeta belawela
Nizanim Kurdistana Başûr,
Kurdistana Bakur!..
Nizanim Kurdistana Rojhilat,
Kurdistana Rojava!..
Nizanim Kurdistana Marsê,
Kurdistana Qersê!..
Nizanim Kurdistana Elo,
Kurdistana Welo!..
Û û û û...
Me hîn Kurdistanek safî nekirîye, we li ber me kir çar Kurdistan.
Ka kerem bikin werin em li ser Kurdistanekê li hev bikin,
dû re em karin wê Kurdistanê di nav xwe de bikin hezar û yek Kurdistan.
Bi zîhnîyeta dagirkeran ne çar,
hûn nikarin Kurdistanekê jî rizgar bikin.
Berî her tiştî divê hûn di bin hişê xwe de zîhnîyeta dagirkerî bikujin û vê jargonê biguherin.
Ne Kurdistana Başûr û Bakur,
ne jî Kurdistana Rojhilat û Rojava...
Rastî ev e:
Başûrê Kurdistanê, Bakurê Kurdistanê, Rojhilatê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê.
Sîyasetmedar û rewşenbîrên vê axê, nivîskar û hunermendên vê axê,
heger bi zîhnîyeta dagirkerên xwe tevbigerin û bi jargona dagirkerên xwe bipeyivin,
ew ax ê tu carî nezê
û welatek ê jê newelide.
14 Ekim 2020 Çarşamba
de bixwe ha
13 Ekim 2020 Salı
bêdewletîbûna xwe bi dewletbûna wan nadi
12 Ekim 2020 Pazartesi
taştêya vê sibehê
Piştî xwendina hin helbestan, derûnîya min dibe êşkencexane
û herf di bin hişê min de ber diavêjin.
Di wê navberê de telefonek ji min re tê.
Xwedîyê deng bi dengekî li dengê xwe digere
û ji min dipirse ka ev deng dengê kê ye.
Xwe bi xwe dipirse,
xwe bi xwe bersivê dide
û xwe bi xwe digihêje wê bawerîyê ku bi şaşî telefon kirîye.
Li deng difikirim,
li xwedîyê deng difikirim
û deng dide dengê bin hişê min:
bû vîzevîza bê,
di nav porê min re çû û hat,
teyrek firîya,
ji dengê baskên wî sê mêş gêj bûn!..
vîqevîka ambûlansekê ji dûr hat,
xwe negîhand ser,
her sê mêş jî mirin!
di rê de ambûlans li pîreke peloxwarî qelibî,
zarokeke du serî û bi nigekî ji ber çû,
taximê devê wê pengizî
diranek jê şkest,
û heft doktor
sî û du rojan xebitîn ji bo wî diranî bi wî taximî ve bicebirînin.
li qiraxa çem masîyek bi avê bêhiş ketîye,
dengê girî tê ji taxa jêrîn
û zimanek mirîye,
malbatek li ser digirî,
derî û pencereyên cîranan girtî ne
û şer derketiye,
di nava gumgumok û marmarokan de...
li ser teriyên jêkirî porê xwe radikin çend jinebî!
her perpitandinek nifirek e,
nifir dibare bi ser qewmekî de.
berê ziman mir,
dû re ew,
û her dawî jî,
ax bi ser xwe de girîya!..