Çûriskên agirê şomîneyê li ser çavên keske direqisîn.
Bi tena binkirês, berê wê li êgir, çarmêlkî rûiniştibû, hêdî hêdî ji qedeha destê xwe şerab vedixwar.
Peyayê wê jî, bi maşeya destê xwe pilingên agirê şomîneyê tev dida, agir gur û har dikir. Û tîna wî agirî tevzên harbûnê li bedena wan bar dikir;
jixwe ji atmosfera mekanê arezû û şehwet difûrîya.
Mêr, piştî agirê xwe têr tev da, maşeya destê xwe danî ber şomîneyê, rabû ser xwe, çû li ber çongên jinê rûnişt, rahişt qedeha şeraba xwe û qurtek lê xist.
Bi lêxistina wê qurtê re çavên xwe girtin û hêdî hêdî ew qurteşerab di zengeloka xwe de dawerivand; ew şerab sivik sivik dawerivî hundirê wî,
xwe sist û sermest hîs kir.
Hîn çavên xwe ji ser hev ranekiribûn, bi germayîya lêvan bi xwe hisîya.
Sorekî şerabî xwe li dewsa wan lêvan danî;
mêr hartir bû.
Mekanê romantîk...
Tîna agirê şomîneyê...
Tîna şeraba sor...
Tevza erojen a li ser bedenan xwe tev da...
Û her du bedenên birçî...
Mêr qedeha şerabê ber bi devê jinê ve bir û bi nermî qiraxa qedehê di nav lêvên wê de bi cî kir
û hêdîka qûna qedehê ber bi jor ve bilind kir, lê jinên her du lêvên xwe li qedehê şidandin û ew şerab di qiraxên lêvên wê re bi ser sîng û bersîng û pêsîran ve herikî.
Mêr ew qedeh ji dev nekişand, heta binê qedehê xuya bû,
mêr ew qedeha şerabê bi ser devê wê de dewisand;
şerabê xwe gîhand nav berzikê û ji berzikê berjêr daket;
serê gilikê jî ew şerab tahm kir.
Dû re...
Mêr ew li ser wî eyarê bihirî li ser piştê vexist û mîna gurekî tahma xwînê hilanîbe çû li ser wê edilî.
Ewil bi zimanan ew şeraba ku li dora lêvên wê nîvzuwa bûbû, alast û lêvên xwe li lêvên wê dewisandin;
mêt û mêt û mêt...
Mîna erdekî beyar ê bi salan niquta baranê lê nebûbe, lêvên wê zîpîzuwa bû, bi wê mêtinê; nefes li xwe û wê çikand.
Û pê de çû...
Stu... gerdan... sîng... pêsîr... serê pêsîran... navik... berzik... û gilika di nav şerabê de sermestbûyî...
Bi dor her li deverekê emrek bihurand û di emrê nizanim çendbare de serê xwe xist nav şeqên wê û qurisî quz;
vexwar, vexwar û vexwar;
jin di nav lepên wî de diperpitî, lê ew jî mîna çîyayekî volkanîk dihejîya;
dihejîya lê xwe girt,
nehişt biteqe.
Axûwaxa jinê olan dida; hew Xweda dizane bê ji ezmanê çendan dihat bihîstin ew axûwax.
Jinê xwe ji nav lepên mêr xelas kir û ew bi paş ve dahf da,
pişta mêr çû li dîwêr sekinî.
Jin rabû ser xwe, çû di dawa wî de rûnişt û serê wî bi pêsîrên xwe ve dewisand.
Her du jî dîn û har bûbûn, êdî hew dikarîbûn xwe kontrol bikin.
Jinê destê xwe avêt kîrê mêr, ew bir di quzê xwe de bi cî kir û xwe li ser bir û anî, bi haweyekî aheng dans kir, reqisî.
Çav li her duyan jî qulipîn û axûwax û qîrîn û barebara wan di hundirê xênî de olan dida.
Û ji nişka ve jinê got,
-Ya Reb!
lê reb wek rep ji nav lêvên wê pekîya.
Ku jinê çavên xwe vekirin, li kêleka sobeyê di xew re çûye, gupegupa agirê sobeyê ye û misînkê wê yê avê yê ji bo çayê li ser e jî, xupexupa wî ye dikele.
Bişirîneke bextewar li ser lêvên wê kon vegirt. Rabû ser xwe, çû çaya xwe dem kir, şekir û qedehên xwe anîn û dîsa rahişt Leylanê,
lê berî dest bi xwendinê bike, di ber xwe de bi devlikenî got,
-Ez di te nim, Devliken! Zivistanan bi vê sobeyê re kezeba me reş bibe û hûn jî rabin li ser vê rewşa me ya bijan romantîzmê bikîn!..