"Çi tifaqa cumhûrê çi tifaqa miletê, her du jî di bin kontrola dewlata kûr de ne."
Bêguman HDP jî dûvikê tifaqa miletê ye...
Sînan Ogan dibêje:
"Bi saya serê Selahattîn Demîrtaş HDP bi her haweyî bûye tirkîyeyî."
Beşîr Atalay dibêje:
"HDP ji alî MÎTê ve hat damezrandin."
Êêê?
Madem tiştekî veşartî tune ye û her tişt kifş û eşkere ye, ev qûnqetandin û qûnçirandin ji bo çi ye?
Di dîroka kurdan de çend malbatên kurd hene, mîna dewleta kûr in, meriv kîjan kevirî radike, ew li wir in.
Loma jî...
Tehlîl û analîzên sosyolojîk divê,
yan na em ê nekarî ji nav vê tevlihevî û kaosê derkevin.
Bi kin û kurmancî,
destê kê di bêrîka kê de ye, ne belî ye.
Êêê?
Kî yê van tehlîl û analîzan bikin?
Dîsa endamên van malbatan bi xwe...
Tew!
De were safî bike!
Heger sibê Kurdistan serbixwe û azad bibe, Xwedê yê jî bibêje ez kurd im.
Lêbelê...
dîsa ez û tu yê bimînin li ber dîwaran;
stûxwar,
belengaz,
bêxwedî,
bêxweda!..
Gazinan ji kurdan nekin; kesî bi qasî kurdan bedel neda.
Li ser navê kurdîtîyê kê berê wan da ku, texsîr nekirin, dan pey wan û çûn.
Lê...
Serek û serok û rêber û rêvebirên nekurd enerjîya van reben û belengazan di rêya nekurdîbûnê de xerc kir, mixabin.
"Yê zane zane, yê nizane dibêje qey baqê nîskê ye."
Lê em ne ji wan mejînîskan in.
Çi legal çi îlegal ango çi fermî çi nefermî li başûrê welêt bazarek heye û bi wê bazarê gelek "kurdistanperest"ên bazirgan (Xusûsî jî yên paşnavên wan Barzanî û nêzîkî wan û yên paşnavên wan Talabanî û nêzîkî wan) bûne karûn ango ûltra dewlemend.
Em çavê xwe ji wan re digirin û em ê çavê xwe ji wan re bigirin jî...
Çima?
Şert û merc, dem û zeman vê dixwaze, lewra ax avis e û em li hêvîya Kurdistanekê ne,
loma jî,
em ê erênî binerin, em ê erênî bifikirin û ji xwe re/ji hev re bibêjin,
"Ev pereyê ku bi rêya legal/îlegal ango fermî/nefermî kom dibe, ew ê ji bo pêşketin û vîzyona Kurdistanê xerc bibe."
Mimkun e?
Hêvî û daxwaz ev e,
lê...
heger wek em hêvî û daxwaz dikin dernekeve?
Ma em ê çi bikin!
Yan em ê kejika stûyê xwe bixwirînin
yan jî em ê pê bigirin û herin.
Gotina Dawî
Vî zemanî zarokên kürt ên dê û bavên wan kurd li bin guhên hev dikevin.