Martin Heidegger dibêje:
"Ziman mala hebûnê ye."
L. Wittgenstein jî dibêje:
"Sînorên zimanê min herweha sînorên hebûna min in."
Her du ciwamêr jî pisporên perwerdeyî û pedagojîyê ne.
Divê em çi ji gotinên van ciwamêran fêhm bikin?
Ciwamêr dixwazin bibêjin, meriv bi kîjan zimanî bijî, meriv dibe perçeyek ji wî zimanî û bivê nevê meriv di nav hebûna wî zimanî de distewe, digihêje, fêhm dike û ew ziman ruh dide wê axa meriv li ser dijî; li gorî ruhê wî zimanî meriv wê axê nas dike, lê guhdarî dike, pê re dipeyive û fikir, nerîn û mentalîteya meriv li gorî zimên rûdine, şekil digire.
Erebî ruhê Erebîstanê ye; meriv li ser axa Erebîstanê bi erebî bipeyive, meriv ê wek erebekî Erebîstanê bifikire, hîs bike, tev bigere, binere, bipeyive, binivîsîne û li gorî mentalîteya ereban bijî; di navbera meriv û ereban de tu cudayîyek namîne.
Herhewa meriv li ser axa Tirkîyeyê bi tirkî bijî, li ser axa Îranê bi farisî bijî, li ser axa dewleteke Ewrûpayê bi zimanê wê dewletê bijî, heman tişt e; meriv ê ne li gorî mentalîteya kurdan, meriv ê li gorî mentalîteya zimanên wê axê bifikire, hîs bike, tev bigere, binere, bixwaze-nexwaze û bijî.
Kodên zimên hene û ziman wan kodan li axa li ser dijî bar dike.
Meriv jî pê li wê axê dike û wan kodan li xwe bar dike û êdî li gorî mentalîteya wî zimanî difikire, hîs dike, tev digere, digirî, dikene, dixwaze, naxwaze, dijî.
Loma...
Ez dibêjim divê meriv di navbera xwe û zimanên dagirkeran de dîwarekî, ne dîwarekî zir dîwarekî mîna bircên Çînê lê bike.
Yan na,
piştî demekê bêyî ku meriv li xwe hayil bibe, meriv êdî wek dagirkerên xwe difikire, hîs dike, tev digere, dijî û bi mentalîteya wan meriv her tiştî dinirxîne.
Di sîyasetê de,
ji ber ku sîyasetvanên kurd bi zimanê dagirkerên xwe difikirin, hîs dikin, tev digerin û sîyasetê bi zimanê dagirkerên xwe dikin, tu carî di hiş û dilê xwe de ne azad in û ji ber ku ne azad in, ji fikra serxwebûnê dûr in; her hewl didin problemên kurdan di nav sînorên dagirkeran de û bi zîhnîyeteke nêzîkî zîhnîyeta wan çareser bikin.
Û mixabin ji vê mentalîteyê jî tu carî wê fikreke kurdistanî nezê.
Di hunerê de,
ji ber ku zimanê hunermendan jî zimanê dagirkeran e, hunera wan jî teqlîd e,
yan jî tenê ji milkê miletê xwe didizin, kirasekî dagirkerî lê dikin û xwe jî pê re wan nirxên xwe difiroşin dagirkerên xwe; xwe tune, dagirkerên xwe jî xurt û qewîm dikin.
Di edebîyatê de jî heman gûxwarinî ye.
Jixwe hewce nake ez qala yên bi eslê xwe kurd, lê tu carî nebûne kurd bikim.
Yên bi qelema xwe kurd, lê bi fikirîn û tevger û jîyîn û mentalîteya xwe tirk edebîyata kurdî dilewitînin.
Hin ji wan bi tirkî difikirin û bi kurdî dinivîsînin; ji vê hişmendîyê mentiqeke seqet dizê.
Li ser meselê:
Pirê berhemên ji soranî wergerîyane kurmancî bi vê mentiqa seqet hatine wergerandin.
Bi soranî xwendine, bi tirkî fikirîne û bi mentiqeke fahş wergerandine kurmancî.
Di hevoksazîya van berheman de meriv li mentiqa tirkî dihilkume. Ji ber wergêr ne hakimê zimên e, ji bo hevokên dirêj biafirîne serî li "ku"yan xistîye û bi "ku"yan hevok bi hevokan dirûtîye.
Hewce nake ez nav û mînakan bidim; jixwe yên ji soranî werdigerînin kurmancî sê çar kes in.
Hema herin ji nav wan kitêban rahêjin yekê, di her rûpelî de herî kêm hûn ê li du sê seqetîyên weha rast werin.
Wexta mejîyê wan bi kurdî diweste, diherin ji hêla mejîyê xwe ya tirkî dipirsin; hêla bi tirkî difikire jî berê wan dide kêş.
Wek nimûne:
"Tu çirra ÎŞÊ MIN HAL NAKÎ pêzeweng!"
"Ezê paşê we hevdu NASKIRIM BIDIM lo!"
"Piştî çandina wê şitlê "KU Nesîm dibêje ji baxekî sêhrî anîye" rojekê di dema gera wî li gîyayên bijîşkî ji bo zarokê xwe yê kor du zilamên dewletê yên nêçîrvanên mirovan, ên KU bi qasî hejmara serîyên KU nêçîr dikirin û dixin tûrikekî pere werdigirtin, Nesîm digirin û dikujin."
"Nebî fam dike KU tiştên derî aqilê însên qewimîne, belê tam jî nizane KU çi bû ye û çi qewimîye."
"Gava ji bajarê xwe diçe taxa KU mala wî lê ye, bala xwe didê KU kesekî nas tune ye."
"Ew kêlîka dawî ya çûna wê wisa xemgîn kiribû heta wê radeya KU hêstirên kevirî di her çar çavan de hişk û lal mabûn, bê KU libek jî biherike."
"QOD NAVÊ gardîyanê qawîşa jinan..."
“Girtina bajarê Dîyarbekirê, nedişibîya girtina cîyên din. Bi êrîşên çekdaran ENCAM NEDIHAT STENDIN."
Hin ji wan jî bi mentalîteya tirkî bi kurdî dinivîsînin.
Rewşa van kesan ecêbtir e. Piçekî jî mîna zarokên nuhbalix anku ergen tev digerin.
Kenê guran bi wan tê.
Ji bo wek xwe xuya nekin û civak bi çavekî cuda-anarşîst-dînoke li wan binere, di qalikên xwe de hilnayên, çi tiştên komîk û qeşmerane hebin, texsîr nakin, dikin,
lê haya wan ji tavê tune ye, ew tav dide qûna wan û her kes wê ecêbê dibîne.
Û ya din jî,
ji ber ku ya dilê wan û ya ji zimanê wan diherike, ne yek e, di civatan de wek Şeytan bi wan bikene, xwe dicivînin ser hev.
Di nivîs û berhemên wan de aforîzma û metafor xwe li hev diboqînin; ji dilqê wan populîzm difûre û tenê hewl didin zû bi zû, heta hîç neyên fêhmkirin.
Jixwe ew bi xwe jî ji wan aforîzma û metaforan fêhm nakin; derdê wan ew e tenê nivîs bi hevokên ecêb bifelişin.
Ev xwelîser ji nezanîya kurdan diçêrin û baş dizanin çi qasî şolî binivîsînin, kesayeta wan a şolî yê zû bi zû zelal nebe.
Rebenên kurdên zimanê wan li ber çavê wan mîna marê reş xuya dike, di erênayê de dimînin; ji zimanê berhemê û ji naveroka berhemê zêde fêhm nakin, loma jî nabe mirûzê xwe tirşotahlî bikin.
Ji bo li derdora xwe, xwe wek kurdekî têgihîştî rê bidin, îja dest bi pesndayîna nivîskêr û berhemê dikin, serî li nivîskêr dikin kundir û êdî nivîskar bi xwe jî hew dikare di bin wî kundirî de bimeşe; li serê xwe jî, li serê civakê jî dibe bela.