Mala tirkan (ne)ava be!
Heger ne ji vî gir û rikê tirkan be, em ê hîç li xwe, li kurdbûna xwe, li netewperestîya xwe hayîl nebin.
Carinan xwe bi xwe dibêjim, gelo tirk bira jî ji dil dixwazin koka me bînin û me qir bikin?
Dû re ez difikirim, serê min tev li hev dibe, mejîyê min disekine.
Heger ji dil bixwestana kurd qir bibin, rê û rêbazeke pir hêsan heye.
Û jixwe ji doh de em hazir in...
Çi ye ew rê û rêbaz?
Tenê deh salan, erê tenê deh salan dev ji dijminatîya me berdin û ji me re çîrokên biratîya gelan û fantezîyên îslamî bibêjin, di nava van deh salan de em ê tenê kurdek jî li ser xeta kurdî nemînin û di nav wê pirika tirkî de ruhê xwe radestî tirkan û tirkîtîyê bikin û zîhnîyeta "Eşme" yê bi ser keve
û jixwe rewşenbîr û sîyasetvanên kurdan ne dûrî vê zîhnîyetê ne.
Îja "ka aqil" ji qewla dêrikîyan!
Bi xêra vê ehmeqîya wan, her cara em li kurdîtîyê sist dibin, em dihilkumin û ji nû ve em xwe dişidînin û li xwe, li kurdbûna xwe vedigerin.
Divê Şeytan tim di ezêb de be.
Ev sê çar roj in rojeva me ew rêzefîlmê tirkan e; ew rêzefîlmê heqaretê li vîn û îradeya me kurdan dike.
Bertek û reaksîyonên kurdan cîyê kêfxweşîyê ne,
lê tenê bi vî haweyî mesele safî dibe gelo?
Na.
Kurdên xwe nêzîkî xeta PKKê dibînin û bi çavê feylesofane li Apo dinerin, ji hêlekê ve xwe aciz dikin û dibêjin, "Ev çi hetiketî û teresî ye! Barzanî û rêvebirên Kurdistanê çawa ranabin li dijî vê hetiketî û teresîyê dernakevin, tiştekî nabêjin û serê wan di ber wan de tenê diponijin?"
Ji hêlekê ve jî di bin simbêlan de dikenin û dibêjin, "Ox xweşş! Çavê kul derman dikin. Dilê me li barzanîyan rehet kirin."
Kurdên xwe nêzîkî xeta PDKê dibînin û bi çavê serek û rêberekî neteweyî li Barzanî dinerin jî, di kozikên xwe de cîyê xwe xweş kirine û ji hêlekê ve li dijî bertek û reaksîyonên apocîyan derdikevin û dest bi parastinê dikin, ji hêlekê ve jî dibêjin, "Hewce nake meriv asta xwe nizm bike û bi kûçikan re bibe kûçik! Ma Barzanî li xwe datîne bersivê bide van toltahjî û deyûzan!"
Her kes di pencereya xwe de li meseleyê dinere û jixwe her kes li pey firsendekê ye ji bo reqîbên xwe pê kêm bixe...
Werê jî dikin.
Her kes li gorî xwe heq û mafdar e, lê...
Ez ê jî ya xwe bibêjim.
Erê, wek apocî dibêjin, bertek û reaksîyon hewce ye.
Erê, wek barzanîcî jî dibêjin, ne hewce ye meriv asta xwe nizm bike û bi kûçikan re xwe bike kûçik,
lê...
Erê, lê hin kûçikên hînî hestîkojîyê bûne jî, tenê ji avêtina keviran fêhm dikin.
Û ji bo hewtehewta kûçikan hewce ye meriv destvala negere.
Loma jî...
Him ji bo apocî di bin simbêlan de nekenin û qebheta serok û rêber û sîyasetvanên xwe veneşêrin, him jî ji bo tirk nigê xwe zêde ranedin, lidijderketinek hewce ye.
Bînin bîra xwe...
Şahan Gokbakar di beşeke fîlmê xwe yê bi navê "Recep Îvedîk" de li ser azerîyan sehneyek kişandibû.
Di wê sehneyê de qerf û tinazên xwe bi azerîyan û zarava û şêwaza azerîyan dikir.
Lê...
Berî ew fîlm têkeve vîzyonê, bi haweyekî d-î-p-l-o-m-a-t-î-k azerîyan Şahan Gokbakar hîşyar kir, Şahan Gokbakar ji tirsa qûna xwe rabû ew sehne ji fîlmê xwe derxist.
Ez nabêjim bila Barzanî asta xwe nizm bike û xwe bi wan toltahjî û teresan kêm bixe,
lê rê û rêbaz hene.
Hûn dikarin him bi haweyekî dîplomatîk û veşartî têkilîyên xwe yên dewletî bi kar bînin, him jî bi haweyekî eşkere û vekirî hin rêvebirên we dikarin ford û gefan li produktorê vî fîlmê teresane bikin/bixwin;
heger hûn ji pişta bavên xwe bin, haa! Ew bavên we yên bi mêr û mêrxasîya xwe navên xwe li ser rûpelên dîrokê nivîsandibûn...
Gotina Dawî
Hewce ye meriv kûçiktîya kûçikan bi kûçikan bide hîskirin an na kûçik ê hesabê meriv nekin û ji meriv netirsin.
Gotina Herî Dawî
Gotineke pêşîyên me heye, pir kêfa min jê re tê:
"Dema mirina bizinê tê, dihere nanê şivên dixwe!"
Ev zûrezûr û hewtehewta van teresan jî nîşane û semptomên têkçûyînê ne.
Heger Xweda hebe û ew Xweda ji jor de dakeve jî, êdî tu hêz û qawet nikare xwe li ber serxwebûna Kurdistanê bigire.
Û bi serxwebûna Kurdistanê re jî, Tirkîye yê di navbera Xelîl û Celîl de bimîne.
Berê qûna xwe bide Xelîl nabe, berê qûna xwe bide Celîl nabe...
Ya bi xêr!