Çardeh salî bû dema dilopa eşqê dawerivî dilê wê. Bi ber bayê hestan ket di çardehsalîya xwe de.
Erê...
Dema bû bûk temenê wê ji tilîyên her du destan piçekî zêdetir bû. Nuh balix bûbû; ne zarok bû ne mezin, ne keçik bû ne jî jin...
Di şeveke wek temenê xwe kin de ji nişka ve mezin bû;
ji keçikbûnê ber bi jinbûnê ve, ji zarokbûnê ber bi mezinbûnê ve gav avêt.
Di şazdehsalîya xwe de bû dê, bû dêya zarokeke ku tenê bi çend salan jê mezintir. Berî bizewice bi du salan bi holîkan dilîst bi hevtemenên xwe re.
Û pêlîstoka wê jê stendibûn berî bizewice bi kêlîyekê.
Kêfa wê bi çêkirina zaroka wê re hatibû; pêlîstoka wê lê vegeriyabû.
Her şev bi dizî û di tarîyeke ku çavan çav nedidît diçû nav nivînên mêrê xwe.
Xezûr, xesû û tîyên wê çend gavekî ji wan wê de radizan, loma jî wê kêlîyê nikarîbû bi dilê xwe hest û hîsên xwe li ser per û baskên wê arezûya dijwar û hovane bar bikirana û bi mêrê xwe yê reben û belengaz re bifirîyana pişt ezmanê heftan, ji hemû kes û kûs û kulan dûr.
Di kêliya herî xweş a şehwetê de dev li qozîka lihêfê dikir;
ji bo dengê wê nebihîzin.
Eyb bû, şerm bû, hewce bû veşartî û bêdeng bi hev şa bibûna…
Sibê zû,
berî her kesî şîyar dibû.
Û berî banga dîkê sibehê û azana melê jî.
Av germ an cemidî mecbûr bû xwe helal bikira berî xesû û xezûr û tîyên wê şiyar bibûna. Eyb bû nedibû bi porê şil derketa pêş wan.
Di temenê xwe yê herî ciwan û evîndar de bi dizî nerî li tahma evîna xwe.
Tenê carekê jî bi çavê ronî nepeland bedena evîndarê xwe û maçî nekir bi dil û can dev û lêv û rûyê mêrê xwe…
Zarok li piştê; geh heywan êm dikirin, geh diçû avê, geh tevir dida mişarên hewşê, geh diçû dida hev mişmiş û zeytûn û încazên dahlê, geh jî zîz dibû ji bo çêkirina taştê û firavîn û şîvê. Û nimêja wê jî lê nediçû di nav ew qas kar û xebat û sergêjayîyê de, tenê rojekê.
Zarok birçî, ew ji zaroka li pişta xwe birçîtir, nedibû rûnê li ser sifreyê heya xezûr, xesû û tîyên wê ranebûna.
Daturizandin, bêhnvedan, xwerehetkirin, rûniştandin tune bû di ferhenga wê de;
her li ser nigan, her dixebitî, her amade bû ji bo fermaneke nuh guhê wê tim li xezûr û xesûyê...
Ji hêlekê ve zilma xesûyê, ji hêlekê ve kar û barên çolê û xizmeta mêr û her çar tîyan, ji hêlekê ve jî zaroka wê ew dimêt ji pêsîrê.
Di şazdehsalîya xwe de dişibîya jineke çelsalî, rebenê.
Ew zarok û li ser serê hev çêkirin yek bi yek zarok.
Ew û zarokên xwe bi hev re mezin bûn.
Carinan bi hev re kenîyan, carinan bi hev re girîyan, carinan jî li ber dengê dilên hev serê xwe danîn ser bahlîfan û ketin nav xeyal û hêvîyan.
Di şazdehsalîya xwe de zaroka xwe ya ewil, di çel û çar salîya xwe de zaroka xwe ya sêzdehan çêkir;
yên mirin ne tê de haa.
Dema nixwirîya xwe zewicand, bi sê tilîyan bi ser sîhî ketibû.
Nixwirîya wê piçekî ji wê bisiûdtir bû. Salekê zêdetirî wê zaroktî tahm kiribû.
Keça wê hevdehsalî bû, dema ji mêrê xwe re bû jin û ji xesûya xwe re bû bûk.
Pişt re wê û keça xwe, yanî nixwirîya xwe dor bi dor dest bi welidandin û çêkirina zarokan kir.
Car caran çelê wan ketin hev, car caran jî çend meh ket navbera welidandina wan.
Mêr û xezûr û xesû û tîyan li hev nekir, bar kirin çûn li bajêr cîwar bûn.
Xanîyê ku ji xwe re girtin, sê qul ode bû; sê qulodeyên ne biçûk, ne jî pir mezin; yek jê jî kirin salon.
Xanî bi kerpîçan lê bûbû, loma jî belengazîya wê li bajêr jî dev jê neqerîya.
Zivistanan; geh yek di malzarokê de, geh yek bi şalikê li piştê girêdayî, gundor di dest de, gêre kir, ji bo xanî dilop neke. Havînan jî; di kelkela germa dojehî de ji bo ardûyê çend tenûran werîs û termox û misînkê wê yê avê di dest de pirêze bi pirêze geriya.
Di bin wan piştiyên ku du caran ji xwe girantir de geh ji xwêdanê çav lê şewitîn, hew ber xwe dît, geh jî çongên wê hew şixulîn, mecbûr ma, di bin piştî de rûnişt,
lê tenê carekê jî ne got ax, ne jî got wax!
Tu carî li gor mahdê xwe xwarinek neneqand û nexwar rebenê. Çi bidîta û çi hebûya ew dixwar.
Car caran tasek dew û kurtêlek nanê tisî, car caran pîvazek û du firingî, car caran jî dims an jî şorik û zilopî;
heke ne ji zaroka xwe ya berşîr bûya, ew jî nedixwar bawer bikin.
Li bajêr esas û temelê zarokên xwe li ber serê zarokên xwe avêt;
car caran bi dizî, car caran jî ew bi xwe hisandin, ji bêçaretî û mecbûrî.
Teva ew qas karesat, belengazî, bêderfetî, bi eşqeke mirîdane û nedîtî ji zilamê xwe hez dikir rebenê.
Jixwe ji zarokan bêhna eşq û hezê difûrîya.
Ew xanî û jîyana bajarî jê re pir hat dîtin gelek caran. Derfetên gundan ên perwerdeyîyê kêm bûn, loma jî pirê caran dêtî kir ji zarokên tîyên xwe re ku dihatin ji bo xwendina dibistanan. Tenê rojekê jî mirûzê xwe tirş nekir û negot "ev çi hal e ya Yezdan."
Her bêhnfireh bû, her dilgerm bû, her rûken bû…
Sixlet giran bû, mêr tenê nikarîbû di bin vî barî de rabûya, loma jî rabûn bi hev re di hewşê de xanîyekî din ê biçûk zêde kirin li miqabilî xanîyê xwe û dest bi xwedîkirina çêlekê kir, ji bo mast û şîrê zarokan.
Lê ne hêsan bû lênêrîn û xwedîkirina çêlekê. Êm dixwest, av dixwest, paqijkirina rêxê ya bin wê çêlekê dixwest, lê negot ax serê min jî tenê rojekê.
Wek ferzên nimêjê, tenê dahnekî jî ne ji bîr kir êm û ava çêleka xwe, ne jî hişt ew çêlek vekeve li ser rêxa xwe; nigekî wê li hundir, nigekî wê li derve, bi vir de û wê de zîz bû gav û seet...
De îja ew ne bes, rêxa ku ji bin çêlekê dida hev jî ji xwe re dikir tepik û sergîn û dibir radixist li ber tavê.
Piştî ku ew tepik û sergîn hişk dibûn, him pê gur dikir agirê tifikê, him jî di zivistanan de disitirandin zarok ji seqem û sermê.
Tew ez qala kilskirin û seyandina xênî, çêkirina dahno, şuştina hirîyê û xwedîkirina kîvroşk û mirîşkan jî nakim, haa!..
Tevî ew qas zor û zehmetî, ne rojekê ji nimêja xwe ma, ne jî rojekê bi qastî rojîya xwe xwar, tenê car caran ji ber çelê xwe yan jî ji ber bênimêjîya xwe rojîya xwe xwar û hew.
Serî li ser şujdeyê her di rêya Xwedê de bû, lê dimeşîya nedimeşîya, nedigîhaştê!..
Jin bû, dê bû, xweşnimêj bû, lê ji kurdbûna xwe re jî esîl û jineşêr bû.
Hemû zarokên xwe bi zimanê xwe, li ser esas û bingeheke kurdî û kurdewar mezin kirin û ew bi firê xistin.
Di çelsaliya xwe de êş û şewata ewil dît, belengazê.
Dema dewletê lawekî wê yê wek berxekî kuşt, hîn nuh bi jintî û dêtîya xwe hisîya.
Hîn nuh jîna ku tenê jê re bûbû jan, xwe bi wê da naskirin.
Hestên wê li hev qulipîn wê rojê.
Dem sekinî, jiyan sar û bêdeng ma.
Rehek ji dilê wê qetîya
û ji wê rojê şûn de hew kenîya.
Heger bikenîya jî, bîbikên çavan ew dida dest; lewra şewta kezebê xwe li bîbikên çavan girtibû, hew berdida!..
Û ew roj ev roj e,
ji kenê wê hêsir barîya.
Kulekê li ser dilê wê kon vegirt û ew kon her vegirtî ma.
Hestan ji bedenê bar kir. Çav bikeder, beden westîyayî, dil bişewat…
Digirîya, lê kesî hêsir nedidît.
Diqîrîya, lê kesî nedibihîst.
Gilî û gazin dikir, lê Xwedê ji ber kirin û kiryarên xwe şerm dikir,
loma jî qul bi qul jê direvîya, bi heft ezmanan ji ezmanên xwe wê de.
Panzdeh rojan xwe reş girê da, şîn gerand bi xwe re.
Ne rojekê dengê girîyê wê bihîst tu kesî, ne jî niquteke hêsir ji çavên wê;
girî lal, hêsir zuwa diherikîn.
Piştî şwîn belav bû, hestên wê nuh lê hatin xezebê. Roj bi roj kêm kir û kêm kir û ket. Li erdê bû wek pepûkekê, te karîbû ew bi şalikekê li pişta xwe bikira û bi seetan bigeranda, mîna zarokeke berşîr; tenê hestî û çend kîlo çerm mabû.
Wek mirov mû ji mêst bikişîne, diran ji pidan diweşîyan.
Dema li nexweşxaneyê çavên xwe vekirin, her kesî destê xwe jê şuştibû. Çendî Ruhstîn xwestibû wê ji vî ezabî xelas bike jî, Xwedê li dijî vê fermanê derketibû û nehiştibû xatir bixwaze ji kul û derdên mayî re…
Ji nişka ve bîst sal li temenê wê zêde bûn. Êdî bi taximê devê xwe, bi qermîçekên rûyê xwe bûbû pîreke heftêsalî, di pêncî salîya xwe de. Mixabin Xwedê lê hatibû xezebê carekê, mirin ew çend ne hêsan, ne erzan bû û fermaneke nuh da.
Hîn nuh birînên wê dicebirîn, mêr jî hew ji hesreta lawê xwe debar dike û dide ser piştê, berî dide hêla dinê.
Ewil perçeyek ji kezebê jê dibe, dû re jî dilê wê disekine, bi carekê...
Piştî wê êşê, rabû ser xwe, serê xwe bilind kir, li jor nêrî, destên xwe ber bi ezmên ve vekirin û bi ser Xwedê de qîriya.
Û Xwedê xwe kuşt!