1-Dilsojî/Dilşewatî
2-Serwextî
3-Fikirîna zêde/Fikirandina zêde
Bêguman xalê me Sîgmund Freud pispor û hosteyê psîkanalîzê ye û ji van hestên delodîn ên binhiş û derhişa me li bin guhên hev dixin, pir baş fêhm dike.
Loma jî gotin û kelamên wî ji bo me ji ayetên kitêb mitêbên ku kes nizane bê kê ji bo kê û çi nivîsandine, pîroztir in.
Lê berevacî vê tehlîlê, ev her sê xal û têgehên xalê me Sîgmund Freud ji bo têkçûyîna ciwanîya însên gotîye, dikare ji azadî û serxwebûna neteweyekê re bibin hîm û esas jî her weha.
Çawa?
Dilsojî û dilşewateke jidil, meriv bi nirx û hêjayîyên meriv ve girê dide, meriv bi axa meriv ve girê dide û hest û hîs û daxwaza azadîyê li meriv bar dike.
Serwextî, dihêle meriv dersekê ji dîrok û serpêhatî û tecrûbeyên xwe derxe û bi wê hişmendîyê pêşîya xwe bibîne û bi projeyên neteweyî/milî esas û temelê siberojê deyne.
Fikirîna zêde ango fikirandina zêde jî, nahêle meriv zû bi ser avê bikeve û dihêle meriv çê û xerab, dost û dijmin ji hev derxe.
Bi kin û kurmancî ev her sê xal û têgeh vîzyonekê ji meriv re çêdike û ew vîzyon jî meriv ber bi azadî û serxwebûna axekê/welatekî ve dibezîne.
Heger ev her sê xal û têgehên xalê me Sîgmund Freud destnîşan kirine, neyên terbîyekirin û kedîkirin, ciwanîya însên jî ji dest dihere, qedera neteweyekê jî dikeve nav alozî, xetere û tehlûkeyê.
Ji bo têgihiştinê...
Ma hewce dike ez jî rabim bi teknîk û taktîkên xalê me Sîgmund Freud binhiş û derhişa we der bikim?
Hîs û hest meriv bi nirx û hêjayîyên axa meriv ve girê dide û dihêle meriv li xwe vegere, bibe xwe, lê...
Azadî û serxwebûn ji hîs û hestan dûr, karê aqil e; heger aqilê meriv ne ji kîsê xelkê be, haa!
Îja ka aqil!
Axir...
De berî ku ruhê xalê me Sîgmund Freud bê li ser can û cesedê me yê ji tîna êqil dûr, sar û cemidî bûye, bisekine û biniqurçe me, em rabin ji xwe re derkevin nêçîra aqil;
heger hinekan ji xwe xistibin ango li şûna xwe ji bîr kiribin, lê vî zemanî aqil ji zêr buhatir e, loma jî her kes ji zêr bêtir feqîrê aqil e.
Aqilê sivik, barê giran.
Bi min ev biwêj ne hewce bû, lê heger peyv ji ser zimên şemitî û ji dev filitî, veger nabe, mixabin.
De bila ew jî xeml û şemla gotarê be...
Hilbijartin ango enerjîya badilhewa.
Ha tu çûyî te dengê xwe daye Elo Melo Welo, ha jî te rahiştîye moxilê û av tê werdaye...
Ax ax!
Ji ber vê qoltixperestîya teres, boykot ji her tiştî çêtir e, lê kî dide kê jî ne xema min e.
Jixwe kî dixe kê jî ne kifş û zelal e.
Heta...
Em dikarên navê vê qonaxê yan jî vê pêvajo û surecê-wextê meriv dibêje pêvajo û surec meriv bêtir xwe sîyasî û politîk hîs dike û dikeve çav xwe-erê, em dikarin navê vê qonaxê bikin qonaxa "kêkirkê"yê jî.
Lê ya sosret û ecêb, kî li kê rep bike, sor û germ û xweş bike, xwir û şewteke dijwar dikeve qûna me û ji dêvla her kesî em diherin xwe didin ber wî terikê rep û germ û sorbûyî.
Erê, em miletekî nîyhandokî/erotîk in û ji nîyhandinê jî hez dikin, lê şertê nîyhandinê ne ev e, heyran.
Di nîyhandinê de du kes dinin hev, lê li vir tenê yek dine yekî ango yek dine te.
Dû re...
Ew bi xwe xweş tînin, em jî diherin dikevin serşokê û xwe helal dikin.
Eşheduenlaîlaheîllellah!
Gotina Dawî
Ya Reb!
Yan jî, ya Rep!
"Berî te em hebûn...
Dû re te xwe çêkir û ji te hacûc macûc zêde bûn."
Ji ayetên kitêba nexwendî