Hin kes di xew de dinin dêya xwe, hin kes jî bira jî rasterast dinin dêya xwe;
de îja ew kîrquzdêyên bira jî rasterast dinin dêya xwe, bi qasî yên di xew de dinin dêya xwe li ber xwe nakevin û fedî nakin.
Bi kin û kurmancî,
xewn û xeyalên xwe nespêrin kîrquzdêyan;
lewra ew kîrquzdê, li hundirê çavên we dinerin û xwe li hemû nirx û hêjayî û hêvî û bawerîyên we diceribînin!..
Necat Zivingî, xortekî jîr, zîrek û jêhatî ye,
lê...
Doh li ser medyaya sosyal ez li vîdeoyeke wî rast hatim; bang raya giştî dike, dibêje, "Ji bo guhertina nav û paşnavên xwe li ser e-dewletê serî lê bidin. Heger li ser e-dewletê encamek jê dernekeve jî, ew ê rêya dadgehê li ber we vebe..."
Heyran!
Bi min hewce nake em serî li qanûn û dadgehên wan bêeslan bidin û wan têxe şûna însanan;
bila her kes li cem xwe, xwe bi xwe nav û paşnavên xwe biguhere û dest bi jîyîna bi kurdî bike, ev serhildan berberî hemû şer û şermezarî û protestoyan e.
Lê ka aqil!
Necat, gotina "ka aqil" ne ji bo te ye, haa!🙂
Mesele xwezî tenê bi nav û paşnavan çareser bibûya,
lê mixabin...
rewşa em tê de ji vê rewşê gelekî wêdetir û dijwartir e.
Ev kesên ji bo guhertina nav û paşnavan em ji wan rica û daxwaz dikin, ji zimanê xwe ew qasî dûr ketine, ev gilî, rica û daxwazên me ji bo wan wek çîroka "Kelmêşê û Saz e." Çîroka "Ha li defê bixe ha li defê bixe" jî dibe.
Ji roja min bîr birîye û heta nuha kêfa min ji tiştik miştikên sembolîk re nehatîye;
ne pîrozkirina cejnan, ne qîrîna sloganan/dûrişmeyan, ne jî pîrozkirina rojbûyîn û mahr û nizanimçiyan!..
Jixwe ji me bêdewletan re hewce nake ez qal û behsa fermîyetê bikim.
Lê dîsa jî hewldana Necat hêjayî pesindayînê ye, çendî di meseleya dewlet û fermîyetê de em wek hev nefikirin jî...
Li ser twîtterê jî di navbera min û wî de nîqaşeke devlikenîk qewimî, bêyî ku em hevdu kelogirî bikin.
Necat Zivingî:
"Na. Teqez divê li ser kaxez û ewraqan em biguherînin. Bi min ya giring guherandina fermî ye. Hem dibe helwesteke îstatîstîkî, hem di karûbarên resmî de tim dernakeve hemberî te, hem jî etîketa tirkî ji zar û zêçên te re namîne. Tu Kelogirî jî bî, divê zarokên te ne Bozkurt bin :)"
Ez:
"Xema fermîyeta wan nexwe; fermîyeta wan serê wan bixwe. Ez wan nahesibînim û ez ê wan tu carî nehesibînim. Heta ji min bê ez ê ji wan û fermîyeta wan dûr bisekinim, heger tenê nanê cehî jî bixwim!🙂 Û her weha bi vî haweyî tu dibêjî û pêşnîyar dikî, em bi xwe hebûn û dewletbûna wan li ser xwe ferz dikin.
Necat Zivingî:
"Abê kimlika wan ne di berîka te de ye?"
Ez:
"Tu bikutî kîmlika wan! Ji mecbûrî bi xwe re digerînim🙂Ew jî dema polîsek pê derdixe ez kurd im û dest bi lêpirsînê dike lazim dibe; lê jixwe min jimara kîmlikê jiber kiriye, pirê caran hewce jî nake ez destê xwe biavêjim bêrîkê û derxim."
Necat Zivingî:
"Tu naxwazî wê kimlikê hêdî hêdî bike Kurdî? Ji paşnavê xwe dest pê bike. Peyveke Kurdî di singa wê kaxezê de biçikîne. Li xwe nefikirî jî, li zarokên xwe bifikire, etîketên tirkî li du xwe nehêle."
Ez:
"Di demeke nêzîk de ew ê nemîne, meraq neke, lê ne bi wan, bi min. Jixwe Kurdistan azad û serbixwe bibe pêdivî yê bi vê guhertina wan nemîne; her kes û her tişt ê bi xweber vegere ser esl û resenîya xwe.😉"
Necat Zivingî:
"Xwezî wisa hêsan ba. Xwezî niha me bigota hokus pokus û ji me re Kurdistan. Lê ka! Yaw li başûr hê jî navê jinan
Delal Abdulgafur
Eyşe Şêx Hesen,
Zelal Evdilcebbar
dinivîse :))
Kurdên me yên neteweperwer ku deh hezar km dûr çûne û welatîyên Ewrûpa ne hê jî Bozkurt û Öztürk in!"
Ez:
"Mesele perwerdeyî, kultur û zîhnîyet e.
Heta bi perwerdeyîyeke xurt ev zîhnîyet veneguhere kultureke hêja û milî, em ê bi Zozan û Zinar û Egîd û Kawayan jî tiştekî safî nekin.
Loma jî divê em vê genetîka genî bûye, baş bikin😉"
Axir...
Bêguman guhertina nav û paşnavan girîng e, lê jixwe navên nifşê nuh bi piranî kurdî ne; yên em acizî û gazinan ji wan dikin ên mîna min temenê wan bi ser çelî ketine.
Ev nifş jî,
yên xwe xelas kirine, jixwe xelas bûne, yên xelas nebûne jî, piştî vî temenê xîret hew bi hewara wan de tê û hûn sax.
Gotina Dawî
Bi hêvîya kurdî bibe kîrek û têkeve qûna kurdan...