Bîlanço mîlanço û çend gotinên qutûgilover li ser zîhnîyeta encambûyî...
Erê, heger zîhnîyetek biencam bûbe, êdî vegera ji wê zîhnîyetê zor û zehmet û pir ne mimkun e.
Zîhnîyet biencam bûye,
lewra...
Piştî vê qonaxê tenê mirin dikare di şûna vê zîhnîyetê de zîhnîyeteke din biafirîne.
Ne tenê ji bo tirkan, her weha ji bo kurdan jî rewş ev e û ji qewla rehmetîyê bavê min ku digot,
-Bereketa Xwedê li zanebûnê be.
-Rehma Xwedê li zanebûnê be.
Mixabin, yabo!
Ne bereket ma, ne jî rehm; her du jî bi desthilatîya Xwedayan têk çûn.
-Bereketa Xwedê li aqil be.
Erê, bereketa Xwedê li aqil be, lewra heger aqil xwe nas neke, tu hemû agahîyên googleyê lê bar bikî jî, ew aqil ê ne bi kêrî xwe bê, ne jî bi kêrî kesî bê.
Bi kin û kurmancî, ew aqil ne tu aqil e û tenê ji wî aqilî yê qirêj û gemar û neheqî biherike.
Hûn ê nikaribin pişta Reîz deynin erdê,
lewra...
ev serê sîh salî ye Reîz li ser vê axê çandinîya mejîyan dike û ew mejî êdî li seranserê Tirkîyeyê di bin kontrola Reîs de ne.
Ne ew, Reîz çi bixwaze, ew mejî li gorî kêf û daxwaza Reîzê xwe difikirin,
heger Reîzê wan ji reş re bibêje spî jî, ew reş êdî nema dikare reş bimîne.
Ka werin em mijarê berevacî ango bermeqlûb bikin û cîyên tirkan û kurdan biguherin.
Heman quzilqurt e.
Apo jî ev serê çel salî ye li ser vê axê çandinîya mejîyan dike û ew mejî êdî li seranserê Kurdistanê (Bakur û Rojava) di bin kontrola Apo de ne.
Ne ew, Apo çi bixwaze, ew mejî li gorî kêf û daxwaza Apoyê xwe difikirin,
heger Apoyê wan ji weletperwerekî re bibêje xayîn jî, ew welatperwer nema dikare welatperwer bimîne.
Encama Hilbijartinan:
-Reîztîya Erdogan wek şîrê dêya Erdogan li Erdogan helal e,
lewra...
Reîz ji qewmekî kerîyekî pez çêkir.
-Bi wî kerîyê pez dewlet kir çêrgeheke bê ser û ber.
-Reîz ji tirkan modeleke wisa çêkir ku mejîyên wan tenê dema tî û birçî dibin li alarmê dixin.
-Hemû refleksên wan ên însanî têk birin û ew birin di dema berî evrîmê re derxistin.
-Kemalîst modeleke cuda ye. Heger zikên wan têr bibin, ji xwe pê ve kesî li dora xwe naxwazin. Ew cureyeke din a pez in.
Tenê rastîyeke wan heye:
Faşîzm!
Zimanek, netewek, alayek, dewletek...
-Her du kerî jî ku têr bin, li ber çavên wan kurd dibin gur.
-Lê kurd jî ne kurdên berê ne; bi saya serê kur-dewar-an kurdîtî pûç bû, tenê qalikê wê hiştin, mixabin.
Bi kin û kurdîya kurmancî, ji qewla Mistefa Aydogan (Bijî Seyda. Weleh kurdî û kurmancî bi hev re kurdîtîyê li karakter û kesayeta meriv bar dike)
Erê, bi kin û kurdîya kurmancî:
-Reîz bi ser ket.
-Ji xêndî Kiliçdaroglû, muxalefet jî bi ser ket.
-YSPyê jî erk û wezîfeya xwe pêk anî. Jixwe ji roja roj de wek projeyekê di bin kontrola dewleta kûr de karê xwe dike. Bi saya vê projeyê kurd kirin tirkîyeyî û hundirê dozê pûç û vala kirin; êdî kurd bi xwe jî hew xwe nas dikin; tenê carinan wextê peyv tê peyvê xwe qûre dikin û bi tirkî dibêjin, "Ez kurd im."
--Ji 50-60 milyon "tirk" dîndarên wan bi ser ketin, netewperestên wan bi ser ketin, nasyonalîstên wan bi ser ketin, lê ji 30-40 milyon kurd tenê partîya ku xwedê giravî kurdan temsîl dike, ew jî bi zorê xwe li ser bendê/berajê hişt. Û jixwe yên di bin sîwana wê de bi ser ketin jî xizmetkar û dewşirmeyên nasyonalîzma tirk bi xwe ne, mixabin.
Gotina Dawî
Dilê Kemalê sazbend di bûkê de ye, lê Reîz bi pere û zêran bavê keçikê qanih kirîye, ew ji xwe re xwestîye û dawet e...
Govend xweş digere.
Berbû bi dengekî diqîrin:
-Kî zava kî zava?
-Reîz zava!
-Kî zava kî zava?
-Reîz zava!
Kemalê sazbend bihêl tilîyên xwe li têlên tembûrê dixe û dibêje:
-Ne belî ye.
10-12 rojên din hilbijarin ê xwe nuh bike, xelk ê dîsa herin dengên xwe bidin.
Reîz an Kemal?
Ne belî ye, lê tiştekî belû heye, ji qewla Rîhsipîyekî mêrdînî:
Reîz jî bi ser keve, Kemal jî bi ser keve, ker ê di me keve!..