Min got,
"Tu çi dikî?"
Min got,
"Ka were, tu gayekî ji min çêtir nabînî; pişta min ji pişta Xwedê xurttir, arezû û daxwaz û lîbîdoyên min ji yên wî zêdetir in."
Got,
"Heger pîvan ev be, li min negire, lewra min hîç Xwedê bera ser xwe nedaye loma jî ez ê nikaribim tê bigihêm bê tu xwedan hêzeke çawa yî û daxwaz û arezû û lîbîdoyên te bi çi xezebê te bi dîwêr ve radipelikînin!.."
Min got,
"Ya rehet ev e. Ka navnîşana xwe ji min re binivîsîne û ez ê rabim, rahêjim şûşeyek şerab û têkevim kezeba rê; tu li ku bî, ez ê lê ximê werim xwe bigihînim te."
Got,
"Hû hûû! Tu pir bi xwe bawer î."
Min got,
"Heger min ga li ber çavê te nekir mêşek, bi soza mêrê berê, ez ê kîrê xwe di ber de jêkim û lîrelîra quzan lê qedexe bikim!"
Likelik û hakehaka wê ya qûnde di guhên min de tofana arezûyan rakir; daxwaz û xwesteka wê kêlîyê lîbîdoyên min li hev qulipandin.
Û zeman sekinî...
Roj ber bi ava ve diçû; lê berî biçûya ava, li pişt wî çîyayê bajêr xwe spartibûyê, kêlîyekê bajar di nav ronayîyeke romantîk de dihişt.
Otobusa min dagerîya otogara bajêr û li perona jimar-45 sekinî. Min xwe giran kir heya hemû rêwî yek bi yek peya bûn.
Di camê re min li derve dinerî. Jina ku ji bo wê ez di ser çend bajaran re qulipîbûm û hatibûm nig wê, bi kirasekî rengsor û kin û tenik bi heyecan û meraq çav li derîyê otobusê li hêvîya min bû.
Di bin wî kirasê kin û tenik de şehwet ji bedena wê difûrîya;
bejneke ne kin ne dirêj, porekî zere û li ser rûyekî genimî pozekî findiqî, çavên rengzeytûnî, du lêvên stûr...
Li ser wê bejna ne kin ne dirêj, du çiçikên mîna du şimamokan û qûneke gilover di bin wî kirasê sor de bang dikir.
Dema çav li çavan ketin, heyecana wê kêlîyê ji nişka ve veguherî coşekê û mîna du pêlên avê me xwe li hev girt û min ew himbêz kir. Wê jî her du destên xwe li nava min pêçan; kêlîyekê em werê sekinîn. Pozê min di nav porê wê de, min ew bi xwe ve dewisand, hindik ma ji her du çiçikên wê yên şimamokî şîrê ter bipijiqe.
Di bin teperepa dilê wê yê bi çargopalî lê dida, nefesa wê ya tîngerm li dora sînga min tovên erojen belav dikirin.
Bi qasî çavên me lêvên me, bi qasî çavên me sîng û berên me jî bêrîya hev kiribûn.
Du gurên har û birçî...
Destên me di destên hev de em di rê de dimeşîyan; lîbîdoyên me jî bi esmanan ve radipelikîn.
Havîn bû lê bêhna gul û kulîlkên hewşên sîteyan xwe li firnikên me diqewimand.
Bêhna gul û kulîlkan şehwet û arezûya me bêtir ditehenand.
Me rêya xwe bi firneyê xist; ji bo taştê me nanên germ kirîn.
Hest germ...
Dil germ...
Beden germ...
Nan germ...
Lê arezû har û sersem!
Li devê derî, berî em solên xwe ji pê bikin, lêvan xwe li hev girtin û bi xezebeke tî û birçî xwe li hev pêçan.
Çav li hev qulipîn, beden perpitîn û hew me xwe dî li ser qenepeya salonê em di ser hev de ne; şeqên wê li nava min gerandî, helkehelk û nalenal e...
"sînem keçika gundî ye kinika efendî ye
kinik a efendî ye kirasê wê meqsî ye
min bi çavê xwe ditîye serê memkê wê xweş e
binê wan deqdeqî ye xweştir e ji sêv û hirmîya
ere lê were lê sînemê
were lê were lê de were sînemê"
Arezû bû kulmek xwê û ji bedenan herikî!..
Berzika xwe bi haweyekî estetîk çêkiribû, tenê li ser pişta quzê xwe bi qasî çengrîha xortekî nuhgihîştî tûmek mû hiştibû;
zerî...
û bi xwêdanê dibiriqî
Ez qurisîm ser...
Her ku min alast, ji min jî çend niqut xwêdan herikîn nav wî tûmê şil î zerî.
Ewil min tîna xwe şikenand,
dû re li ser sîng û berên wê ez bûm sofîyekî bicizbêketî;
geh min destmêj girt, geh min destmêja xwe şikenand;
geh min destmêj girt, geh min destmêja xwe şikenand.
Di nav lepên min de mîna serçeyeke birîndar şeş caran perpitî.
Û piştî perpitîna şeşan, pişta min jî hat, qîrîna tebayekî hov ji min çû.
Beden li min lerizî, ji derzika pişta min xwêdan herikî qelîşteka qûna min û bi ser wê de ez hatim xwarê; pêsîrên wê di bin defa sînga min de eciqîn.
Bi çavên sist min devê xwe bir ber guhê wê, serê lêvên min gîhaştin nermika guh û bi dengekî têrşehwet min got,
"Şeş, navê Xwedê û pêxember xweş!"