Dibêjin, ku meriv bi helbestekê jî dikare bibe helbestvan! Ev helbesta nivîskarê malpera me Devliken Kelogirî îzbata vê yekê ye. Û meriv dikare bi dehan berevokên helbestan çap bike, lê ne helbestvan be, ji ber ku di wan berevokan da helbestek jî tune.
Ji vê helbestê hîsek dixuliqe, ku kê ji zimanê xwe hez bike, wê ji hemû hezkirîyên xwe jî hez bike û hemû hezkirî jî wê jê hez bikin. Vêca dema asta bikaranîna wî zimanî wek zimanê Devliken Kelogirî ser dereceya bilind be, helbest jî têra xwe dagirtî û kûrfikir be, êdî ji qalibê helbestê dertê û dibe hunermendî.
Têmûrê Xelîl
Vê sibehê
Piştî banga melê
û azana dengê çend dîkan,
hîn ro hilnehatibû,
ji nişka ve şiyar bûm.
Û tu niqutî dilê min, yabo!
Ne ku tu hatibûyî xewna min,
hema weha bê sebeb,
tu hatî,
te li deriyê bîra min xist.
Erê, tu niqutî dilê min,
lê girêkekê xwe li qirika min li hev bada.
Ne çû xwarê,
ne jî kela min rijiya.
Tengînefes bûm wê kêliyê!
Bêyî ku ez bigirîm,
hew min dît nîvniquteke hêsir diherike
ji qiraxa çavê min ê rastê.
Lê te ez çep çêkiribûm,
çima ji çavê min ê rastê?
Gelo eksê berê min dida rêyeke çep,
hişyariyek bû ev?
Nizanim.
Cemîlê Hisênê Îsa!
Mêrxasê dema xwe!
Hazircewabê civatan!
Lehengê xewnên jinan!
Wê rojê bi qasî bejnekê
min li wî wêneyê te yê li odeya yadê lê radikeve, nerî.
Te dî şipiya ye ew wêne.
Ne şaş bim,
hefsî yî tu di wir de.
Bejn û bala te ya egîdî,
awirên fêrizî,
temberîka te ya bi hêla rastê ve şikinî,
simbêlê te yê mîna simbêlê aktorên sînemaya wê demê têra xwe cidî,
bedlê te yê modela îtalyanî
û wek her tim ew sekna te ya qure û bixudî...
Careke din min fêhm kir,
bê çima bi xezebeke bêhudûd Seadetê dil xistiye te lehengî!
Ma hew Seadetê?
Hew Xwedê zane kî û ne kî...
Erê, Cemîlo!
Bavê mino!
Bi qasî dêya min e,
hîn jî dilketiya te ye ev jin.
De Xwedê bi xêr bigerîne, Cemîlê Hisênê Îsa,
mêvantiya te ya vê sibehê.
Piştî bi salan heger tu hatibî,
û te li deriyê vê bîrê xistibe,
yan av li bîrê şolî bûye
yan jî bîr ji bîr ketiye.
Hîn zû ye, ne wextê taştê ye.
Hîn şiyar nebûye ji xewê, Seadetê.
Lê bira tu zanibî,
piştî her banga melê,
di bin wê çavdêriya te ya mêrane de,
serî dihere sicadê.
Nuha di xew de ye.
Belkî di xew de bi te re ye...
De ka ez jî serî bavêjim xewê,
bê çi derdikeve ji vê bîrê,
bê çi derdikeve ji mêvandariya te ya vê sibehê...