Li Qosera Mêrdînê çêbûye. Li sikak û kuçe û kolanên Qoserê bi firê ketîye. Di zanîngeha Beykent a Stenbolê de beşa sînema û televîzyonê xwendîye. Nuha jî di zanîngeha Stenbolê de beşa erdnîgarîyê dixwîne. Ji xêndî nivîskarîyê herweha sînemager e. Bi navên Doxînsistîzm, Xwelîserîzm, Xweşzûgotinokîzm, Leylan û Peyvforîzma pênc kitêbên wî çap bûne. Bi navê ''Reş û Şîn'' û ''Mirîd'' du fîlmên wî hene. Herweha senarîstê fîlmê ''Xof'' e. Li Stenbolê dijî.
30 Ağustos 2020 Pazar
êdî mû bi zimanê min ve şîn hat
29 Ağustos 2020 Cumartesi
de bila îşev jî weha be
27 Ağustos 2020 Perşembe
evrîm
Çawa bi demê re meymûn veguherîn însanan, bi demê re mêr ê jî veguherin asta herî bilind a însanîyetîyê; heger temenê dinyayê têrê bike.
Û belkî wê çaxê evrîma jinê jî ji nû ve dest pê bike...
Bi xêr heger roj hat û jin û mêr têgîhaştin jin nêvîyek e, mêr jî nêvîyek e û her du nêvî bi hevdu re dibin yek û tam, îhtimal e problema wekhevîyê jî çareser bibe.
Hetero metero, lezbîyen mezbîyen, bîseksuel mîseksuel, homoseksuel momoseksuel hemû tercîhên zewq û kêf û dilxweşîyê ne. Kî çawa dixwaze, weha dijî-wê bijî, lê divê mêzîn xera nebe û yek yekê danequrtîne, yan na ew ê tevna civakê xera bibe û kaos ê dest pê bike.
Bi kin û kurmancî, "kê kir kê" nabe. Her tişt di tahma xwe de xweş e. Lê heqê kesî jî tune ye gilî û gazinan li "kê"yan bike.
Dazwaz mîna lehîyê ye û her bendê xera dike, loma belasebeb bendan nedin ber daxwazan.
Gotina dawîn:
Ez dîsa vegerim serî, lê bi meqamekî din û berevacîyê destpêkê.
Çawa bi demê re meymûn veguherîn însanan, bi demê re însan ê jî veguherin meymûnan.
Loma "kê kir kê" heta evrîm temam nebe, wê berdewam be!..
26 Ağustos 2020 Çarşamba
we got namûs
Zemanê berê,
êşîrên kurdan fedî dikirin gilî û gazinên xwe bibin ber devê derîyên qereqol û dadgehên dewletê;
şerm dikirin gilîyê hevdu bikin.
Dadgeh, wan bi xwe diatanîn
û di wê dadgehê de şexsîyet û xîret û şeref bi hev re dibûn dadger.
Heq û neheq li ser heqê xwe rûdiniştin
û dahwe safî dibû.
Ma hewce dike ez ji we re qala namûsê bikim?
Ku mesele dibû namûs û namûs dilewitî, tenê bi tiştekî paqij dibû ew namûsa lewitî;
bi xwînê,
erê, bi xwînê!
Axir, doh doh e, îro îro ye.
Û îro ro,
kurd li ber derîyên qereqol û dadgehên dewletê destê xwe vedigirin mîna parsekan ji bo namûsê,
namûsa ku bi destê dewletê lewitîye.
Em karin ji bo du mirîşkan,
em karin ji bo şerê du zarokan,
em karin ji bo şerê du pîrekan,
em karin ji bo nîv metro erd ku ew dibêje sînorê te bi nav sînorê min de hatîye, yê din dibêje na sînorê min heta vir e, mêran ji hevdu bikujin,
lê em nikarin serê xwe ji bin cilika bênamûsîyê derxin û ji eskerekî pîç î teres re bibêjin, gû lawê gû û kîrê wî di ber de jêke û têxe qûna wî!
Jêrenot an jî Têbinî:
Herweha baş tê bîra we, zemanê berê dema şervanan cahş dikuştin, bi dîregên ceriyanê ve dadiliqandin û pere dixistin devên wan!
Ma qey ev namûs hema ne wek wê namûsê ye jî!
De min got, hûn jî nigên xwe radin, bixwînin û li romantîzma berê bifikirin.
25 Ağustos 2020 Salı
k-u-r-d-m-a-n-c
24 Ağustos 2020 Pazartesi
ez bikutim sosyal deneyên we
Ez bikutim sosyal deneyên we!
Li ser axa me hûn ê zimanê me li me qedexe bikin, hûn ê bi zimanê xwe yê pînekirî zimanê me li me bike marekî reş û me jê bitirsînin û dû re werin li welatê me pesnê humanîzm û ciwamêrîya me bidin.
Ez bikutim sosyal deneyên we!
Di bin navê biratîyeke pûç û derewîn de hûn ê her tim bi çavê "biçûkê malê kûçikê malê" li me binerin, çi karê pîs û zor hebe, hûn ê me bidin pêş û bi me bidin kirin, dû re werin li welatê me pesnê merdî û jêhatîbûna me bidin.
Ez bikutim sosyal deneyên we!
Dema em li kuçe û kolanên we dimeşin, ji tirs û xofa faşîsîzm û barbarîya we em newêrin bi zimanê xwe bi hev re bipeyivin, ku em li straneke xwe guhdarî dikin, çavê we bar nabe, hûn nabêjin biçûk e mezin e yan jî jin e, mîna meriv di şer de be û êrişî dijminê xwe bike, hûn êrişî me dikin, dû re wek tiştek nebûbe werin li welatê me pesnê ciwanmerdî û mêvanperwerîya me bidin.
Ez bikutim sosyal deneyên we!
Hûn diz in!
Hûn barbar in!
Hûn hov in!
Hûn pîç in!
Û kurdino!
Hûn jî dev ji vê belengazîya xwe berdin û bes bi wê hestîyarîya xwe ya teres bixapin.
Neyarên we, ji hêlekê ve bi alîyê we yê însanî-dilovanî pesnê we didin, ji hêlekê ve jî bi neînsanbûna xwe pê li serê we dikin.
Heta hûn ji van neînsanan xelas nebin, hûn jî nebin însan;
însanetî û dilovanî û rehma xwe taloq bikin.
Û bi neînsanan re bi neînsanî şer bikin.
Stuyê xwe bi ser xwe de xwar nekin.
Yan hûn ê li ser xwe biedilin û dijmin û neyarên we yê ji sekn û helwest û heybeta we biricifin,
yan jî hûn ê cilika bênamûsîyê heta hetayê bidin serê xwe û hew gazinan bikin.
nok û bîra, bayern û psg
22 Ağustos 2020 Cumartesi
microsoft
bayê reş û çongên hinekan
20 Ağustos 2020 Perşembe
mejîsistî-çeqilmastî-şîzofrenî
19 Ağustos 2020 Çarşamba
rêxistinek divê
18 Ağustos 2020 Salı
korona
Li Mêrdînê korona bi çargavî dibeze.
Ez telefonî kê dikim, bi koronayê ye.
Û bi awayekî cidî kes hew li vê kîrquzdêya koronayê dinere.
Ne xwe ji hev vedigirin- Doktor Eser, ji dêvla navbera civakî vê peyvê bi kar bîne û têm çavên te-, ne jî hev distirînin.
Bi qedehekê avê vedixwin...
Di mesefekê de xwarinê dixwin...
Sê kevçîyan şeş kes bi kar tîne...
Hevdu maçî dikin...
Hevdu himbêz dikin...
Bi hevdu diqurincin...
Dinin hevdu...
Û koronavîrusê diwelidînin.
Etehyato,
korona lê siwar hato!
Dewleta ku ji bo kurdan qir bike, çi qas celebên qirkirinê bi kar anî jî bi ser neket, hêvîya wê maye korona; ji Xwedayê bertîlbûyî re dua dikin, da ku kurd bi ber pêlên koronayê kevin û nefilitin.
Lê wer xuya ye,
ne xweda,
ne dewletên dagirker,
ne jî korona,
ew ê nikaribin kurdan qir bikin...
Kurd ji koronayê, biborin, kurd ji mirinê mezintir in!
Û jixwe kurd, bi şirîkantîya tîpa "K"yê dişibin koronayê.
Heger ew xwe bi xwe xwe qir nekin, tu hêz û nexweşî yê nikaribe wan qir bike!
17 Ağustos 2020 Pazartesi
mîrato
16 Ağustos 2020 Pazar
xalê hesîp (hesîp kaplan)
Xalê Hesîp:
"Ne Joe Biden, kurd ê xwe bi xwe-bi qaweta pîyên xwe bi ser kevin."
Xalê Evdî:
"Bi saya serê we, ev serê çel salî ye, em di navbera Xelîl û Celîl de şevoquzî bûn. Du gavan pêş de diherin, sê gavan paş ve."
Muxtarê Çizaviza:
"Heger di şûna Hesîp de min ev gotin bikira, ne muxtar, kesî yê ez nekirama gavan ji dewarên xwe re."
Haşimê Xaltîka min Şeha:
"Qafê xalê Hesîp pir xweş e, nizanim her şev berî rakeve çi dikişîne-çi vedixwe? Ka ji kerema xwe re li ser twîterê bila daxuyanîyekê bide, em jî wek wî bikin. Li ser van rêyên dûr bi serîyekî normal şifêrtî nabe."
Evdirhîmê Hecî Emîn (Evdirhîmê Dîn):
"Gelo kî kare bi xêra xwe dengê min bigihîne xalê Hesîp? Piştî hefteyekê li gundê me daweta Fexrî heye. Em ê di qûnê kin yekê ji Fexrî re bînin. Bila xalê Hesîp were beşdar bibe, bi wî qafî em ê govendeke xweş bikişînin."
Hisênê Şêxê:
"Bi telaq, babayekî wek xalê Hesîp ji vê pêyasê re hewce ye. Xwezî nuha li vir bûya, me yê bi saya serê wî xeraca Qezê giş bixwara."
Emîna Sadûno:
"Xwedê min bike qurbana serê te, Hesîbo! Ka ew mêrên berê loo! De îja were piştî van gotinên te, here bibe jina xwelîserekî!.."
Ez:
"Xalê Hesîp, te pirça jêr û jor di serhildan û berxwedanan de spî kir, lê îro ro kurd mîna sîh sal berê, bi dizî bi zimanê xwe dipeyivin li kuçe û kolanên demokratîk-ekolojîk Tirkîyeyê."
15 Ağustos 2020 Cumartesi
ax mesî, ax! almanan tu, te jî em kirin teres û merezî
bextê xwe neavêjin
Çi çep çi rast,
çi oldar çi xwedanenas,
çi feminîst çi lezbîyen,
çi heteroseksuel çi bîseksuel çi homoseksuel,
hemû tirk in, tirkperest in.
Xwe ji Tirkîyeyê nehesibînin, heta ji pêşîya Tirkîyeyê peyva tirk-tirkî neguhere-jênere,
lê ev jî ne mimkun e.
Yanî, bila tahba Xelef neçe ber telef!
Bi kurdmayîn û kurdîmayîna xwe jî hûn karin bibin hêzeke mezin û gelek tiştan pêk bînin.
Tenê dilsoz bin,
durist bin
û bextê xwe neavêjin!
Pirê kesên di sazî û dezgehên kurdan de rêvebirîyê dikin, ne bi ruhê xwe kurd in, ne jî bi zimanê xwe kurdî ne.
Û para me belengazan jî, tenê gilî û gazin in!..
Çima?
Zimanê me rep e!
Zimanê me tûj e!
Zimanê me çepel e!
Ê wele heyran, em nikarin ji bêkêrî û xwelîserîya we re li çepikan xin û halanan hildin.
14 Ağustos 2020 Cuma
televizyon
7 Ağustos 2020 Cuma
nifş hêsîrê nefsê
Ne ev nifş,
ne nifşê piştî vî nifşî jî,
nifşê ku bi me re ranebe-rûnene û bi me re hevaltîyê neke, wê bi berhemên me me binirxîne û qîmet bide me.
Hêvîya min ji vî nifşî û ji nifşê piştî vî nifşî tune ye.
Sedem:
Ev nifş, nifşekî durû, şinek, şelaf, qûnalês û populîst e.
Û em ji durûtî, şinekî, şelafî, qûnalêsî û populîstîyê hez dikin.
Nifşê piştî vî nifşî jî ew ê di bin bandora vî nifşî de mîna vî nifşî ne xwedan helwest be,
ji ber ku,
hîn em ê sax bin û ji mecbûrî carina em ê bi rû hev kevin.
Lê heger welatekî azad û serbixwe bibe qismet û nifşê sêyem xwe ji xwelîserîya partî-rêxistinan, xwe ji nezanî û ehmeqîya sîyasetnezanan rizgar bike, mîna projektorê tav ê bide qûna me.
Û wê çaxê qûn ê serîyan kifş bikin,
ka kî berx e, kî beran e.
Loma,
ez bi mejîyê xwe re şer dikim
û hûn ne li ser bala min in.
Ne çepikên we,
ne halanên we,
ne jî gotinên we yên tije pesin û durûtî ji wan difûre,
belika guhê min jî xwê nade ji we û bêkêrîya we
heger siberojek hebe...
De ku hebe, jixwe ew ê hebe; na, ku tune be,
em ê bi hev re nan biçînin şorbeyê.