Hasîp Kaplan
Kuro Hesîbo, li ser xwîna kurdên belengaz bi salan te bin xwe dagirt; qesr, qonax, pere...
Dema meriv çav li wî qilafetê te dikeve, orta havînê meriv xwe di dema dermaleyan de hîs dike; stûyê te ji stûyê ciwangeyekî dusale stûrtir/qalindtir, bigoşttir xuya dike.
Sê tenûr nan ji wan nanên Seadeta Emîna Eshed dihere binê wê teşta zikê te.
Te pirça ser û qûna xwe di nav wê qirêjîya sîyasetê de gewr û spî kir lê hîn jî ne pozê te dişewite, ne jî xîret bi hewara te de tê.
Hey xwelîser!
Te xwar, xwar, qet nebe xwe bêdeng bike û here li bin sîya darekê vekeve û wî êmê zikê xwe biferidîne.
Hîn û hîn tu radibî vê zilma tirko bera stûyê Erdogan û AKPyê didî û hewl didî qûna tirkan bişoyî û paqij bikî.
Yanî li gorî wî qafê serê te yê pirç hew li ser disekine û hew ji kêç û spîyan re dibe hêlîn, tu gunehê tirkan tune ye, ev hemû zor û zordarî û zilm ji terefê Erdogan diqewime.
Tu dixwazî bibêjî heger ne Erdogan û AKP bin, em û tirk ê wek bira û çêlikên guran bi hev re di nav sînorên mîsak-i mîllîyê de bi şîrê Asenaya qûnde bijîn.
Weyla min xwelîya CHPyê li serê te kiro!
Weyla min xwelîya ÎYÎPARTÎyê li serê te kiro!
Weyla min xwelîya DEVA mevayê li serê te kiro!
Hîn jî te fêhm nekirîye neyar neyar in, yar tenê Kurdistan e!
Lê ez ê vêya jî lê zêde bikim û tu jî vê gotina min bikî guhar û têxî guhê xwe; lê têxe guhê xwe yê rastê, ji ber ku hêla te ya çepê îflas kirîye.
Bi wî serê te yê êdî pirç jî jê direve, tu jî û hevrêyên te jî di nav de, Erdogan ji "muxalefet"ê muxalefettir e ji zîhnîyeta dijkurdistanî re!..
Ji qewla me mêrdînîyan, "çer bû?" Ceryan neçû ser mejîyê te? Ango zingînî neanî ji serê te?
Piçekî bifikire tu yê fêhm bikî bê ez li ku dixim û li çi dixim, heger fikir mabe!
Erdogan ji tirkan û zîhnîyeta dagirkerî bêtir xizmetê ji siberoja kurdan re dike. Û Erdogan dizane Kurdistan nêzîk e, ne dûr e.
Loma jî,
ji bo kurd bigihêjin dêya xwe (Kurdistan) hewce ye li Tirkîyeyê desthilatî ji destê Erdogan dernekeve û nekeve destê wê muxalefeta dijkurdistanî ya teres.
Erê, rêyeke tarî ye lê piştî tarîyê ronayî tê.
Her kê gotîye, rehmet li gora mirîyên wî û "hûn sax" ji qewla seydayê min Laleş Qaso.
Pars û tirk
Piştî vê tevlihevî û kaosa li Îranê, careke din ez tê gihaştim bê tirk çi neteweke qeşmer, nezan, hov û beradayî û teres e.
Li dijî zilm û zordestîya dewleta Îranê, pars jî bi kurd û belûcî û azerîyan re li qad û kolanan li ser nigan in, çalakîyan dikin, ber xwe didin. Hunermend û nivîskar û rewşenbîr û sporvanên parsî jî tevî protestoyan dibin.
Doh li Qatarê di lîstika Îngilistan û Îranê ya futbolê de, futbolîstên îranî sirûda "netewî" nexwendin û kaptanê tîmê piştevanî û destek da berxwedêran.
Lê li Tirkîyeyê,
jin mêr, biçûk mezin, çepgir rastgir, komunîst dîndar, lîberal sosyalîst, hunermend nivîskar, qûnek qûnde, ji bo hemûyan dewlet pîrozwer e û dema mesele dibe kurd jî hemû li rex hêzên dewletê bi ruhekî milîteralîst cî digirin û dibin yek.
Loma jî,
em kurdên bakur jî bi demê re bûn wek tirkên qeşmer; ew zîhnîyeta wan a teres di me de jî gerîya û êdî em jî wek wan xwe li teresîyê datînin;
kerê ceh li ber...
Ew berxwedêrîya kurdên rojhilat ji zîhnîyeta wê axê tê, lewra ji wê axê zanîn, huner, şaristanî difûre û ew zanîn û huner û şaristanî ji hevîrê civakê re bûye hevîrtirş.
Selo Başqan
Tew ev eşqa Selo ya Tirkîyeyê!
Ji ber ku ew bi xwe jî çêkirî ye, wek xwe ew jî ji tiştên çêkirî hez dike.
Selo takekesekî çêkirî ye, dewleta tirko dewleteke çêkirî ye...
Li welêt bi navê çêkirîxerakirî xwarinek heye û ez bextê xwe navêjim, xwarineke xweş û têra xwe neteweyî ye çêkirîxerakirî,
lê çêkirîyê me ji xelkê re çêdike, ji me re xera dike, mixabin.
Fûad Onen
Ma hewce dike ez rabim nerîna xwe ya di heqê Fûad Onen de bi haweyekî kitekit ji we re ta bi derzîyê ve bikim?
Fûad Onen, ji bo min ne tenê rewşenbîr û berxwedêrekî kurd e, her weha ji bo min mam e, hevrê û yar e jî, lê...
hewce ye rewşenbîr û zana û berxwedêrên bindest li dijî serdestan û ziman û kultur û zîhnîyeta serdestan jî xwedan sekn û helwesteke neteweyî bin.
Çi ye ew sekn û helwest?
Çi dibe bila bibe, hewce ye bi tu haweyî kirasê serdestan li xwe nekin.
Zimanê serdestan kirasê wan e û dema te ew kiras li xwe kir, êdî tu serdestan dabelihînî û bi diranan bihêrî jî, bi min jidil û samîmî û durist nayê.
Nivîs û dosyayên sîyasî/politîk ên Fûad Onen çendî bi naveroka xwe têr û tije û dijdagirkerî bin jî, ne kurdistanî ne û bêhemdê xwe biçûkbûna xwe û mezinbûna serdestan bi xwe dide qebûlkirin.
Loma jî,
Mam Fûad, ez bi te re rûniştime, li ser sifreya te min nan xwarîye û bi qasî misqalekê şik û guman tune ye ji sekn û helwesta te re, ji bext û ûjdanê te re, ji kesayet û kurdîtîya te re,
lê...
Erê, lê ev nivîs û dosyayên te yên bi zimanê serdestên te çap dibin, helwesteke şaş e!
Gotina Dawî
Bibin qehpik, bibin qûnde, bibin qûnek lê nebin dîndar;
lewra dîn nahêle hûn bibin tiştek!..