Erê, sersal e, lê naxwazim li ser sersalê binivîsînim; jixwe îşev heta destê sibehê ew ê mijara her kesî ev be.
Şûşa min a şerabê hat li nêvî sekinî, lê hîn jî tesîr li mejîyê min nekirîye; ew ê bike neke, ew jî ne belî ye.
Hevalekî min digot, "Devliken, min tu serxweş nedîtîyî. Ez dixwazim şevekê bi te re vexwim heta em serxweş dikevin; jixwe bi halê xwe yê normal tu ne kêmî serxweşan î, gelo ku tu serxweş bibî, tu yê têkevî çi halî?"
Ez kenîyabûm û min jê re gotibû, "Piştî ez serxweş dikevim, ez jî dibim wek we."
Ditirsim îşev ev şerab li min bê xezebê û her ku ez vexwim ez ji xwe dûr bikevim.
Û jixwe ku ez ji xwe dûr bikevim jî, ez ê bibim wek we.
Yanî?
Yanî ev e!..
Ez ê bibim wek we û ez ê jî wek we li ser sersalê binivîsînim.
De ka ez qedeha xwe ya nîvco maye biqedînim, ku wek xwe mam, ez ê li ser mijareke balkêş binivîsînim; na, heger bûm wek we, li min negirin lê ez ê jî ji mecbûrî wek we bikim..
Piştî nîvseetekê...
Qedeh vala bû, lê mixabin ez serxweş nebûm, loma jî divê ez li ser mijareke balkêş hûr bibim, lê hîn jî li dora mejî pêjna qolincan nayê!
Axir...
Mêr mêr e, ker ker e; lê mêrê ker ji kerê ker bêkêrtir e!..
Mêrek, serê sibehê ji malê derdikeve, ber bi cîyê kar ve dihere.
Li ser rê li kerekî rast tê; ker jî rep kirîye, li bin zikê xwe dixe, mîna meriv du bacanên reş bi ser hev ve bidirû.
Mêr li xwe dinere, li wî dinere, dibêje:
"Erê, ma xema kîrê te ye! De kero bila nan û xwê ji te bihata xwestin, bê te yê bikarîya ew kîr weha rep bikira û li bin zikê xwe bixista?"
Îja heyran,
nan û xwê ji nivîskaran tê xwestin bêyî ku ji nivîskarîya xwe çend qurişan qezenc bikin.
Dû re...
hinek heval ji ber nebûna nan û xwê, diherin xwe dikin xulamê hestî û kurtêl.
Nahlet li bêderfetîyê bê,
lê dîsa jî,
hewce ye meriv zêde xwe kêm neke, lewra heger karekter hat û şikest, êdî hew dicebire, mixabin.
Û karektera şikestî jî ji dijmin dijmintir e ji xwedîyê xwe re.
Gotina Dawî
Serê salê binê salê, Xwedê karekterekê bar bike li vê civakê.