Li Îrana îslamîfaşîst, mele Ahmed Hatemî di xutba înîyê de, ji minafiqên wek xwe re gotîye zimanê dojehê yê fermî kurdî ye.
Ê heyran!
Jixwe li gorî nerîna we, li bihuştê hewceyî bi axaftinê tune ye; ji xêndî xewê dema meriv ê tenê bi kêf û zewqê derbas bibe. Ziman ê tenê li ser fêkîyên qedexe bisûrike û kîr ê xwe de hêlîna bihuştî de veşêre...
Lê dojeh?
Li dojehê hewceyî bi axaftinê heye û ji bo axaftinê jî zimanek divê.
Û dîsa û...
Ji ber ku zalim ê bên mahkemekirin ango darizandin, divê dozger û dadger jî kurd bin.
Erê weleh mele Ahmed Hatemî, ker ket ca te û te pê girt!
Got:
-Tu dizanî du cure êş hene; ya ewil êşa canê meriv e, ya din jî êşa hêvîyê ye, ew hêvîya ku ji zaroktîya me de ji me hatîye stendin.
Te dî şûna hin tiştan nayê dagirtin, eynî tiştekî wisa...
Min got:
-Me navên zarokên xwe kirin Hêvî jî ew hêvî bi sî û starê me neket. Û xuya ye emrê me yê bi hêvîyan bibihure...
Got:
-Meriv herî pir dema li xwe digere diweste. Û meriv pê dihise ku dema meriv li xwe digere, ne mimkun e meriv xwe bigihîne destpêka emrê xwe.
Min got:
-Û jixwe meriv li xwe negere, meriv nikare xwe nas nake. Û dema meriv xwe nas jî dike, emir diqede.
Hewce nake meriv her tiştî bizane.
Lê çend tişt hene, nabe meriv nizanibe.
Çi ne ew?
Xwenaskirin.
Û dîsa xwenaskirin,
lewra heta meriv xwe nas neke, meriv çi nas bike jî, ew tişt kêm e...
Kesên di tirkî de hîn nizanin "de/da"yan bi kar bînin, em dibêjin çima xwe hînî rastnivîsandina kurdî nakin?
Rastnivîsandin, her weha yek ji nîşaneyên sekn û helwestê ye jî...
Li cem me ji kesên bisiûd re dibêjin, "Ma quzê gurê bi te ve ye?"
Bi rastî jî quzê gurê bi hin kesan ve ye û Kawa Nemir jî yek ji wan kesan e.
Dema berhemekê werdigerîne "kurdî" ji xwedîyê wê berhemê bêtir xwe qure dike, lê ne neheq e; lewra derdor serî lê mezin dike;
biçûk mezin, jin mêr, kal pîr, kurdîzan kurdînezan li ser wî dilîrînin û halanan tê de hildidin.
Ew jî wa ye per û bask pê ve şîn nabin û nafire!
Xwezîya min bi dilê wî, lê ne ku dilê xwe dibijînim wî, xwezîya xwe tînim bi wê siûda wî.
Vê havînê heger bû qismet, ez ê jî herim li Çîyayê Mazî bigerim bê ez ji xwe re dêlegurekê nakujim...
Xelk û alem di mejîyê xwe ne, bi şev û roj bixebitin, kedê bidin, lê ew rabe bi wergerandina wê berhemê ji xwedîyê berhemê bêtir bê naskirin û pesnê wî bê dayin.
Xweş bazar e weleh.
Axir…
Kawa Nemir, piştî Soneyên William Shakespeare , wa ye berhema James Joyce ya bi navê "Ulysses" jî wergerandîye "kurdî".
Tilîlîlîlîlîlîlîlîlî!
Erê erê, ji îngilizî wergerandîye "kurdî"
Lê hêja ye meriv jê re li çepikan bixe û bibêje "Şabaş û sed şabaş!"
Ê heyran!
Hîn îngilizan bi xwe baş ji îngilizîya Shakespeare fêhm nekirîye, wa ye mêrê bi sed mêrî Kawayê Nemir ew îngilizîya rehmetîyê Shakespeare wek qurtek av daqurtandîye û di ser de jî wergerandîye ser zimanê bav û kalên xwe;
lê...
ji min derew,
dibêjin zimanê bav û kalan bi bav û kalan xerîb û ecêb hatîye!..
Ji pêr de ye li ser twîtterê, kes nema ku ev nûçe par ve nekir.
Ka nizanim gelo Kurdistan serbixwe û azad bibe, ew qas kes ê bi serbilindî peyaman belav bikin?
Min got siûda mêrik heye loo.
Heger Shakespeare û James Joyce sax bûna, piştî vê lîrelîr û şabaş û halana kurdan, ew ê bi xwe jî biçûna nig Kawa û bejna xwe li ber wî bitewandana.
Û belkî kitêbeke bi îmze jî jê bixwestana...
De hêvî dikim ev werger ê jî nebe wek wê sosreta Soneyên Shakespeare.
Ji bo xwendin û têgihiştina wan soneyan hîn jî ez ji xwe re li zimanzanekî digerim, zimanzanekî ku bi kawakî-kurdî dizane, lê mixabin hîn jî ez negîhame miradê xwe û ew kitêb di refên kitêbxaneya min de bi ser kitêbên din de her roj hêsiran dibarîne.
Ji Soneyên Kawa, bibore, ji Soneyên Shakespeare soneyek:
“Bê zar im ji dinyaligê, dilzar, bimirama,-
Dibînim, merd kirin parsek li Kuçe-Kolanan,
Rûtik û Behle bi xeml û xêz, nabêjî çima?
Baweriya pak kuştiye şerê xwarze-xalan,
Şerm çûye, şoreta bi xeml û xêz hatiye cî,
Xamatiya dilpakî bir zorê dane amê,
Serpaki peymale kir qanûna axa hecî,
Hêz bû Kurdecehş, bi biratî derket ji Tehmê,
Zordest zimanê Hunerê best bir heft werîsan,
Hişsivik hefsar kir Şarezatî bin ezanî,
Te got, Rastiya saf, gotine te, Dilsaf, dîsan,
Pakî dîlê nepakiyê, Binzîn bû'b hêsanî:
Bê zar im ji dinyayê, lê xim herim mirinê
Lê ez ê dildarê xwe çawa bihêlim tenê."
Gotina Dawî
Yanî min got ez ê li ser HDPyê û kampanyaya wê ya hevdana pereyan jî çend gotin û kelaman bikim, lê nivîs zêde dirêj bû.
Û kurd jî ji xwendina nivîsên dirêj re qels in, mixabin.