Kurdên ku bi Kurdî najîn, lê xwe Kurd his dikin, tenê ji bo
wê hiskirinê, xwedêgiravî doza kurdayetiyê dikin û dixwazin welatekî ava bikin.
Ji bo tahba Xelef nere ber telef,
hûn bi ya min dikin, rûnin li mala xwe, belasebeb xwe neêşînin û me jî aciz nekin.
Em doza Kurdistanê dikin, ne doza Hisistanê…

Min go:
Edaleta eşîrên berê ji edaleta eşîrnezanên îro ku xwe li ser serê xelkê zana-modern-medenî-pêşketî û nizanim çi dibînin çêtir-baştir-moderntir-medenîtir-pêşketîtir bû.
Xwe qure bikin heta qûn li we diqete.

Wek Nimûne:
Dema bûyerek diqewimî, serokeşîr ligel çend rîhspî û maqûlan
diçûn li ser wê meseleyê digeriyan û li her du helan guhdarî dikirin.
Piştî wê mahkemeyê jî, kî heq, kî neheq li hember wê civatê diyar dibû û bêyî îtraz û lidijderketin ew biryarên di wê mahkemeyê de dihat stendin û ji alî her du hêlan ve dihat qebûlkirin.

Em dîsa vegerin serî…
Kurdên ku tenê xwe Kurd his dikin, ew bi xwe jî nizanin doza
çi dikin.
Ziman ne girîng e ji bo van ciwanik û ciwamêran, lê doza nirxên netewekê dikin, yan jî bi me weha didin xuyakirin.
Nizanim!

Ziman nebe, ew nirx jî ne yên te ne, mixabin.
Lê ew ciwanik û ciwamêr xwe dixapînin û dixwazin me jî bixapînin.

Xapanistan!
Min go:
Hûn bi kîjan zimanî bijîn, hûn qebûl bikin-nekin, hûn aciz bibin-nebin, hûn dibin perçeyeke ji wî zimanî.
Bila şaş neyê fêhmkirin; ew ziman nabe zimanê we, hûn dibin xelkê wî zimanî.

Tu bi kîjan zimanî binivîsî, tu xizmetê ji edebiyata wî
zimanî re dikî.
Tu bi kîjan zimanî stranan bibêjî-bistirêyî, tu xizmetê ji muzîka wî zimanî re dikî.
Tu bi kîjan zimanî fîlman çêbikî, tu xizmetê ji sînemaya wî zimanî re dikî.

Kurdî ye, ya Kurd û nekurdan ji hev vediqetîne.
Û axa ku Kurd li ser dijîn ji ber rengê xwe yî Kurdî dibe Kurdistan.

Û
...
Nahlet li wê hisa we bê!
Ez jî car caran xwe pêxember his dikim.
Lê dû re li xwedêtiya xwe vedigerim.
Xelk pêş ve dihere, ez ê çima paş ve herim?
Heger rojekê ji bo Xwedayê Xwedayan rê li ber min vebû,
çima na?
Ez karim bifikirim.
Xwedayê Xwedayan!
Haho!
Çi xeyaleke xweş.
Bi rastî jî, heger rojekê bêhemdî ez bibim Xwedayê Xwedayan, karê min ê ewil, ez ê dest têxim qirika Xwedayê Tirk-Ereb-Eceman û wî bikujim.
Lê nizanim...
Wek ku hevalekê digot,
Xwedê jî dimire!
Û her kes, her tişt dibe zirhîçek.