Apocî, bi armanca serxwebûn û azadîya Kurdistanê rabûn, dest bi şer kirin, lê îroj qonaxa em hatine lê sekinîne, hêz û qawet û enerjîya kurdan nemaye tenê gundekî jî azad û serbixwe bikin.
Bi daxwaza çi xewnê me serî danî ser bahlîfê û bi çi xewnê em şîyar bûn!
Heyf!
Mixabin vê zîhnîyeta teres, kurd ji kurdîtîyê dûr xistin û hiştin li ser axa xwe, kurd bibin xulam û parsek û bûn jî...
Û nuha,
parsektîyê bi me şêrîn dikin.
Em dizanin destê we ji konfora we nabe.
Em dizanin konfora we di nav fisgenîtîya we de weşartî ye;
konfora we bi entegrebûyîna pergalê ve girêdayî ye.
Hûn çi qasî xweş entegreyî dewletê anku hûn çi qasî xweş entegreyî tirkîyetîyê bibin, sînorê konfora we yê jî ew qasî vezele, fireh bibe.
Kurdbûn anku kurdîbûn kirasekî ji êgir e; zû bi zû kes newêre wî kirasî li xwe bike.
Ji bo meriv vî kirasî li xwe bike,
hewce ye meriv bibe "XWE"
Xwebûn hewce ye.
Xwebawerî hewce ye.
Wêrekî hewce ye.
Duristbûn û jidilbûn û rastgoyîbûn hewce ye.
Bext û ûjdan hewce ye.
Sekn û helwest hewce ye.
Bi kin û kurmancî,
qûn hewce ye ji vêya re, qûn qûn!
Doh, wek hûn dizanin mijara bloga min dersa kurdî bû.
Ê te dî meriv nikare dilê her kesî xweş bike; her kes bi haweyekî dinere, dibîne, loma jî mijara bi deh kesan xweş, dibe bi bîst kesan jî ne xweş be; herweha ji bo rexne û gazinan jî heman tişt e.
Heger hevîrtirşê civakekê dîn û îdeolojî bin, mixabin fikr û nerîn, sekn û helwest jî li gorî qaliban dîzayn dibin.
Û heta em ji nav wan qaliban dernekevin, hin ê ji tahl re bibêjin şêrîn, hin ê ji şêrîn re bibêjin tahl, hin ê jî him bibêjin tahl, him bibêjin şêrîn.
Piştî hevalekî min vê nivîsê dixwîne, radibe ji min re peyamekê dişîne:
"Bi ya min ji tunebûnê çêtir e. Û xwestekeke werê bi çi awayî be jî rojeveke xweş e. Jixwe em dizanin bê çi xwelîya kuçeyan li serê me ye, lê ev nivîsa te jî li gorî min xwesteka însên a daxwazê dişikîne. Yanî em jî dizanin çi mesele ye, lê dilopek jî dilopek e."
Dibêje ji tunebûnê çêtir e.
Carinan,
yan ez baş xwe nadim fêhmkirin yan jî hin heval ji bo ji min fêhm nekin, çi ji destê wan tê, texsîr nakin.
Heyran!
Xwezî tirk miletekî medenî bûya û dewleta wan jî bi normên demokrasîyê xemilî tev bigerîya, lê ne werê ye.
Tirk hov in û mekanîzmaya dewleta wan jî bi zîhnîyeteke hovane dimeşe.
Loma jî,
peyv bi serê hovan de nare û bi hewldaneke medenî û demokratîk hûn nikarin rêya medenîbûn û demokratbûnê pêş hovan bikin;
lewra,
xwestek û daxwazên we yên medenî û demokratîk ne xema hovan in; hov hov in û tenê ji hovîtîyê fêhm dikin.
Heger sibê di dibistanên xwe de destûrê bidin dersa kurdî jî, ji bo ev hewldan bi ser nekeve, çi ji destê wan bê, ew ê texsîr nekin.
Ji dîndarên wan bigirin heta xwedanenasên wan, ji demokrat û lîberalên wan bigirin heta nijadperest û netewperestên wan, ji komunîst û sosyalîstên wan bigirin heta qûnek û qûnde û qewadên wan, ji lezbîyenên wan bigirin heta bîseksuel û nêromêyên wan hemû dibêjin:
Zimanek!
Netewek!
Alayek!
Dewletek!
Û yek yek yek!..
Xwezî me bikarîba ev hov ji hovîtîyê xelas bikirana û bi haweyekî medenî me xwestek û daxwazên xwe bi wan bidana qebûlkirin, lê nabe nabe nabe.
Dev ji van daxwazên parsekane berdin; enerjîya xwe li tiştên heqê we ye û wek şîrê dêya we li we helal e, xerc bikin.
Axir, piştî min peyama wî xwend, ez jî rabûm, min bersiveke weha jê re nivîsand û şand:
"Na na, meraq neke. Ew ên tu dibêjî li hemanan in û zû dişikên, nivîsên min naxwînin. Û yên pozê wan naşewite jî, jixwe wê hîç neşewite!
Hesab bike ez ji xwe re xwe bi xwe dipeyivim."
Bêguman gotina dawî wî got:
"Ez bi xwe hema hema hemû nivîsên te dixwînim û bi piranî jî dikevin serê min, lê li gorî min pirê caran tu dubareyan dikî. Û carinan jî li cîyê ne hewce ye tu rexneyan dikî, yanî pirê caran tu bê rexne û bê gazin binivîsînî, bi ya min kêrhatîtir û xweştir dibe. Ev fikrên min in.
Hesab bike ez xwe bi xwe dipeyivim."
Lê birako!
"Hesabbikeya" min û "hesabbikeya" te ne heman hesabkirin e.
Erê, min gotibû gotina dawî wî got, lê hewce ye ez vî hesabî piçekî ji hev veqelêşim, veçîrînim û pê kevim, ji nû ve vehûnim.
Erê birako, çendî tu dizanî kêfa min ji sekn û helwesta te re tê jî, hewce ye ez bi çend gotinên dêrikî û qoserkî vê meseleyê zelaltir bikim.
Te gazin kiriye; xwedêgiravî carinan di hin "MIJAR"an de ez xwe dubare dikim.
Ew mijara te ji xwe re kiriye kul û derd û xem jî kurdî û kurdîtî ye, mixabin.
La hewle...
Ka vê carê ez "bela"yê pê ve nezeliqînim û tenê bibêjim "la hewle!"
Erê weleh, la hewle!
De îja ji vir û pê ve ez ê berê xwe bidim civakê; ji ber ku baş dizanim ji xêndî te jî nuha pir kes weha dinerin, weha difikirin.
Weleh hevalino,
bi dilê we be, ne bi dilê we be, wextê mijar bibe kurdî û kurdîtî, ne dubare, hewce bike ez ê xwe dehbare, sedbare û hezarbare jî bikim;
ez ê bikim, ji bo dilsoz û dilbimoz ji hevdu veqetin;
ez ê bikim, ji bo rast û derew kifş bibin;
ez ê bikim, ji bo tav bide qûna fisgenîyan û kes bes bi zexelîyên wan zexel bikeve.
Û ez vê jî bibêjim,
ew xwedubarekirina min ne ji bo we ye, ji bo min bi xwe ye; ji bo ez ji bîr nekim, xwe dubare û dehbare dikim.
Bîra me şolî ye û em zû tiştan ji bîr dikin;
loma jî,
tiştên wek namûs û xîretê, tiştên wek sekn û helwestê, tiştên wek bext û bêbextîyê, bi kin û kurmancî, tiştên wek kurdî û kurdîtîyê hewce ye em tim û daîm ji xwe re bibêjin, bînin bîra xwe; yanî ez ji xwe re dibêjim anku ji bo xwe ez dubare û sedbare dikim, da ku bîra min şolî nebe.
Gotina Dawî
Heger derd û xema min "like"ek bûya, heger derd û xema min li lîsteya xwe zêdekirina çend hevalan bûya, bawer bikin min ê tenê bi haweyekî romantîk li ser şoreşa kulî û şakulîyan, kurmik û kêzikan, çîçek û kulîlkan binivîsanda û wê çaxê jî ne ez dibûm Devliken, ne jî ez dibûm Kelogirî...