Pîrozbayî
Nahlet li bêdewletîyê bê!Heger wek xelkê dewleteke me jî hebûya, bawer bikin di qada futbolê de, navê me yê jî bi Brezîlya û Îtalya û Fransa û Portekîzê re bihata bilêvkirin, lê qeda bi dinyayê keve û Xweda, ewil ji xwe, dû re jî ji mezin û rîhspîyên me ne razî be!
Lewra...
Ka ji axê ye, ka ji germê ye, nizanim; hin xusûsîyetên me dişibin hev.
Û futbol jî yek ji van xusûsîyetên hevpar e.
Ev ne quretî ye, lê yê bixwaze, dikare wek quretîyê jî bihesibîne; IQya me kurdan li gorî cîranên me ne xerab e, çendî ji ber bêtifaqîyê îroj em bindestên van ehmeqan bin jî.
Axir, îroj mijara me ne futbol e, lê mîna huner û edebîyatê, em bixwazin nexwazin futbol jî êdî bê sîyaset nameşe û her weha ji bo neteweyan bûye qada lobî, dîplomasî û danasînê; bi kin û kurmancî, çekeke xurt e.
Li ser meseleyê:
Heger Messî yan jî Ronaldo kurd bûya, ew ê di qada navneteweyî de tesîreke çawa li dîplomasî û danasîna kurdan bikira?
Lê bi şertê xwe kurd bihesibanda, haa!
Yan na,
jixwe îro ro, di nav tirk û ereb û farisan de bi hezaran hunermend û nivîskar û lîstikvan û sînemagerên bi eslê xwe kurd lê ji bo tirkîyetî û erebîyetî û farisîyetîyê dixebitin hene.
Min got axir lê min terka sîyasetê nekir!
Ev sîyaset jî bûye nexweşîyek û em sîyasetnexweş in, mixabin;
em dikin nakin, nikarin xwe rehet bikin ji vê nexweşîyê.
De baş e, hesab bikin heya vir we nexwend.
Ji nû ve axir...
Serekê Dalkurdê yê nuh Welatê Hemîdê Smaîlaxa ye.
Ji peyva serok merokan hez nakim loma min serek nivîsand, lê ji dêvla serek meriv dikare weha jî binivîsîne:
Berpirsê Dalkurdê yan jî Rêberê Dalkurdê...
Erê lo, zimanê me behr e, tenê meriv bi avjenîyê bizanibe, besî meriv û sed û yek bavên meriv dike.
Lê ka aqil!
Ez vegerim ser meseleya me...
Wey li ser xêrê be û sereketîya Dalkurdê li bejn û bala te pîroz be, Welato.
Çendî modeya serdema me: "Bavên baş ewladên fahş be" jî, carinan ev rewş bermeqlûb jî çêdibe.
Ji bavekî baş ewladekî baş çêbûye!
Û Welat bi sekn û helwesta xwe dibêje:
Bavên baş ewladên fahş out!
Bavên baş ewladên baş în!
"Berxwedan jîyan e, xwebierdêdan mirin e!"
Ev, ne gotina pêşîyan e, lê bi îhtimaleke xurt piştî sed salên din ev ê jî têkeve wê kategorîyê; heger heya wê çaxê qedr û qîmetê pêşîyan bimîne.
Nifşê Z!
Ya star!
Mîna kulî ye ev nifş; tenê xerc dike, nade ser hev.
Min got:
Em zarokên Qezê (Qoser) felaket in.
Herin lêkolînekê bikin, hûn ê bi xwe jî bibînin di nav partî û rêxistinên kurdan de, di nav dezge û sazîyên kurdan de, di nav nivîskar û hunermendên kurd de her ji sê kesan yek ji Qezê ye.
Heyran!
Em jêhatî ne, lê xelk ji me re dibêje "qure!"
Erê, belkî carinan rişma egoyê ji destê me difilite,
lê ev jî vê rastîye naguhere;
em jêhatî ne!
Û wa ye dîsa yekî ji me rişma Dalkurdê xist destê xwe
û em pê bawer in ew ê wê rişmê hîç sist neke
û her bişidîne
û bi çargavî bibezîne.
Hêvî
Hêvîya me ji Dalkurdê ev e ku mîna Barcelonaya Katalonyayê, Dalkurd jî bibe nav û dengê hemû kurdan û di qada futbolê ya navneteweyî de Kurdistanê sembolîze bike.
Heger Welat bixwaze, jixwe ew ê bixwaze, di warê lobî û dîplomasî û danasîna kurdan de, Dalkurd dikare ji sîyasetvan û sîyaseta kurdan bêtir tesîrê li neteweyan bike û bihêle neheqîya li kurdan dibe, di qada navneteweyî de bê peyivandin.
Daxwazek
Welatê Hemîdê Smaîlaxa, heger derfet çêbû, herin li Kurdistanê temelê akademîyekê biavêjin û zarokên kurdan ên xwedan qabîlîyet li wir bicivînin û wan perwerde bikin.
Bawer bike, heger ekîbeke xurt ava bibe û ew ekîb bajar bi bajar bigere, ji her bajarekî Kurdistanê Messîyek, Ronaldoyek ê derkeve.
Ji min gotin, li we kirin!..
Gotina Dawî
Erê, ji ber bêdewletîyê ez nebûm futbolîstekî agresîf û cirnexweş, lê ji ber bêdewletîyê ez bûm nivîskarekî agresîf û cirnexweş.
Bêdewletîyê rêyek li ber min girt, lê her weha rêyeke din jî li ber min vekir.
Gelo ez poşman im?
Çendî ji futbolê hez bikim jî, bi nivîskarîyê min xwe nas kir.
Û her tişt bi xwenaskirinê dest pê dike.
Bi hêvîya li ser axeke azad, bi azadî ez xewn û xeyal û fantezîyên xwe binivîsînim, bikim fîlm û bi konfora wan xebatan jî, ez herim li stadyûmên welatê xwe rûnim, di destê min de bîra, ez li maçan temaşe bikim û bi cizba bextewarîyê kevim.
Bi min, ev ne xeyaleke utopîk e!..
De em ê bi hev re guhdarî bikin û bibînin bê utopîk e yan ne utopîk e(😉)