lê min dizanî hatine qewirandin ji dergeha kurdî.
Du jinên navosere di otobozê de qebeqeba wan bû bi tirkî dipeyivîn, lê bi tirkîyekê dipeyivîn, kurdî ji ber wan fedî dikir;
lewra bi wê tirkîya xwe ya genî hewl didan ser kurdîya xwe pîne bikin,
lê tênedigihiştin ku qûn û kesayeta qetîyayî pîne nagire, tu carî!..
Evdilayê me yê ne ji êl û ometa Abdullah telefonî min kir. Xwest li ser meseleya welatparêzîya Ahmet Kaya bipeyive, lê ne vala bûm, loma jî miradê wî nebû...
Carinan wextê ew û hin hevalên bi "heval"an xwe qure dikin, dikevin qirika hev, dike gazî û dixwaze ez bi gazîya wî de herim.
Lê her tim hesabê mal û sûkê li hev dernakeve, mixabin.
Axir...
Ka îja li vir ez li ser welatparêzî û welatparêzîya Ahmet Kaya çend peyv û gotin û kelaman ango çend hevokan li hev biboqînim.
Bêmahne!
Welatparêzî
ango hezkirina welêt,
hezkirina ji axa welêt,
hezkirina ji zimanê axa welêt,
hezkirina ji nirx û hêjayîyên zimanê axa welêt,
bi kin û kurmancîya kudî,
hezkirina ji xwe ango jixwehezkirin.
Ji bo em ji xwe re bibêjin welatparêz, hewce ye em ji welatê xwe, ji axa welatê xwe, ji zimanê axa welatê xwe hez bikin û nirx û hêjayîyên wê axê biparêzin.
Heger meriv bi zimanê wê axê nejî,
hezkirina meriv a ji welêt û axa welêt jî, hezkirina meriv a ji nirx û hêjayîyên welêt jî, tenê quretîyeke pûç e, tenê xwexapandineke romantîk e.
Heta mir jî "welat welata" Ahmet Kaya bû; lê kîjan welat?
Belê, Ahmet Kaya welatparêz bû, lê ew welatê ku Ahmet Kaya diparast ne Kurdistan bû, Tirkîye bû,
loma jî em dikarin ji Ahmet Kaya re bibêjin, "welatparêz" lê welatparêzekî tirkîyeyî.
Ciwamêr!
Ji Tirkîyeyê hez dikir...
Ji zimanê tirkî hez dikir û bi sedan stran çêkir û xist xizmeta muzîka tirkî.
Nuha jî,
hin kurdên me yên bi şewba tirkîyetîyê ketine, bi çavê welatparêzekî kurd li Ahmet Kaya dinerin.
Rast e, hûn çi qasî welatparêz in, Ahmet Kaya jî ew qasî welatparêz bû...
Berê,
me digot, "Filan tişt wek esrarê ye, bi dest nakeve mîratê ango peyda nabe."
Lê îroj,
xêr di esrarê de jî nemaye; bûye mîna rêxa çêlekê, tu destê xwe dirêjî bêrîka kê bikî, çend gramek ê jê derkeve.
Wê rojê,
min got, "Huso, li ser xêrê be, min bihîst te dev ji cixareyê berdaye. Wey çavê te ronî be, gidî"
Kenîya...
Got, "Keka, cixare hemaltî ye, lo! Gav û seet vêxe û vexwe, vêxe û vexwe... Ez sibehê piştî xurînîyê û êvarî piştî şîvê esrarekê dipêçim û hêdî hêdî vedixwim. Bi şeref heyat e. Û ya din jî, bi pereyê du pakêt cixare du cixare esrar tê. Wek efendîyan, sibehê yek û êvarî yek, besî min e, keka."
Dîsa kenîya,
lê ji kenê wî esrar difûrîya.
Dizên Qezê ango dizên Qoserê yên piştî dizîyê diherin bi pereyên dizîyê esrarê dikirin, vedixwin û ku serî li wan disincire û xweş dibe, dibe kekakekaya wan.
Lê "keka"ya dizan ji "kek"a kurdên polîtîzebûyî germtir e, henûntir e, kurdîtir e.
Gotina Dawî
Kurdî dêya her qewmî ye, lê tenê ne dêya kurdan e, mixabin.