Flaşşşşş! Flaşşşşşşş! Û Ji bo we
dîsa Flaşşşşşşşşşşşşşşşşşş!
Ji bo kesên kîrtûj zagoneke nuh tê. Bi vê zagonê
dixwazin rê li ber destavêtinê (tecawiz) bigirin. Heger kesên kîrtûj,
kîrtûjiyan bikin, ew ê ji cercûra wan çend fîşekan kêm bikin. Yanî bi dermên wê
hormonên wan ên niyandinê qels bikin û hêdî hêdî pûç bikin…Lê bi ya min ev pirsgirêk, ev bênamûsî bi dermên mermên nayê çareserkirin. Bi dermên ev bênamûs li ber xwe nakevin û ber ve narin; bêvila wan naşewite. Û ne bawerim bandorê li tu kesan jî bike.
Ez li dijî vê rêbaz û zagonê me.
Li hember van bênamûsan, ev zagon pirr nerm dimîne. Camêro wê dest bavêje yekê
yan jî yekî, cirm jî; wê bi dermên kêmkirina fîşekan be.
Wek mînak: Cercûra camêro
çardederb be, bi dana dermên, wê sê-çar fîşek ji cercûrê kêm bibe. Yanî ew deh
fîşekên mayî jî, hew Xwedê dizane bê wê di kê de biteqin. Ev rêbaz neket serê
min û tew ditirsim bi saya vê zagonê ewên kîrtûj bi çavekî din lê binêrin û bi
vî dermanî fenteziyên xwe dewlemendtir bikin.
Ji ber ku ew kîrtûj in, ne bi
dermên mermên, divê bi awayekî din ev mesele bê çareserkirin. Ew çare jî,
baweriya we ji Rebbê jor hebe, ji min çêtir kes nizane. Ji kerema xwe rawestin,
aniha ez ê vê rêbazê bi we re parve bikim.
Ev rêbaz wê hîç bi xwediyên kerên
mê xerîb neyê. Xesandina bi dermên hêdî hêdî nabe û avê li êgir nake… Divê bi
şixûlê bav û kalan ev bênamûs bên xesandin. Berê çawa ji bo aramiya naxirekê,
kerên nêr dihatin xesandin, îroj jî ji bo aramiya civakê divê em van bênamûsan
bixesînin. Dest û lingên wan girê bidin, benekî li dora gunê wan bijdînin û
hêkên wan bidin ber gwîzanê… Bi teqandina wan hêkan bila ew kîr xîlika xwe
daliqîne û bibe paçik.
Dema ku we ew bênamûs xesandin û
pê ve jî, ji bo zêde di nav gel de nerin û neyên – yanî negerin, qedemgeheke
ûmûmî çêbikin û ji dêvla kaxizên qûnpaqişkirinê jî wan li wir bidin
rûniştandin, da ku kesên werin li wir rûnên û birîn piştî kirina gûyê xwe,
qûnên xwe bi wî kîrî, bibore bi wî paçikî paqij bikin.
Li ser bextê kerê we ev rêbaz,
rêbazek çawa ye?
Bi şerefa Hiniyê xwediyê kera ku Sahdo diniyayê, fewqelade ye.
Bi şerefa Hiniyê xwediyê kera ku Sahdo diniyayê, fewqelade ye.
Bi vê rêbazê:
1:) Civak wê ji kîrtûjan xelas bibe.
2:) Destavêtin-tecawiz wê kêm bibe.
3:) Jin wê bi rehetî û serbestî karibin tevbigerin. (Yên
bixwazin dikarin başewala-şilfî tazî jî bigerin)
4:) Ew bênamûsên ku bên xesandin mexdûr nabin, piştî xesandinê wê di qedemgehan de dest bi kar bikin û ew kîr wê nema têkeve tu qulan, bi tenê wê ber devê hin qulikan paqij bike.
4:) Ew bênamûsên ku bên xesandin mexdûr nabin, piştî xesandinê wê di qedemgehan de dest bi kar bikin û ew kîr wê nema têkeve tu qulan, bi tenê wê ber devê hin qulikan paqij bike.
Bi telaq heqe ku hûn min bikin
serokwezîr ha!